Wezîrê derve yê Birîtaniya tevî bi bi micid zanîna gefên rêjîma Îranê, daxwaz ji meclisa Ewam a Birîtaniya yê kir ku sipaha Pasdaran a rêjîma Îranê bêxe nava lîstê girûpên terorîstî de.
“Gurg Ismît” ji hizba mihafizekar li meclisa Ewam daxwaz kir ku sipaha pasdaran bi terorîst bidne nasandin.
Li meclisa Ewam a Birîtaniyê de ji wezîrê derve yê Birîtaniya yê hate pirsîn, Ustraliya yê sipaha pasdaran xiste nava lîstê terorê û wek piştîvanê girûpên terorîstî binav kir, wezîrên me çi danûstandinek digel hevtayê xwe li derheq sekinîn li hember terorîsmê li nav xwe û derve de ligel wan kirine? Çima Birîtaniya jî nikare biryar û helwêstekî wek a Ustraliya bigre bera xwe?
Wezîrê Derve yê Birîtaniya di bersivê de got: Me digel hevalbendên xwe wek Amerîka, Kanada, Ustraliya, Niyuzlend û yên dinê, danûstandinên micid hene bo sekinîn li hember gefên terorîstî de û em heçî cure gefekî rêjîma Îranê li ser ewlehiya netewî a xwe bi micid dibînin û bê guman bê bersiv jî namîne.