Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karvedanên Şerê Xezeyê li ser Sûriyê

10:18 - 3 Kanûna pêşîn 2023

N. Ebdulazîz Qasim

 

Wekî em dibînin, ku Şerê Xezeyê bûye bûyereke cîhanî ya here mezin û raya giştî ya cîhanê bo aliyê xwe dikişîne, û roj bi roj zêdetir û dijwartir dibe, tevî hewldanên Amerîka yên rêgir li pêş berfirehkirin û belavbûna Agirê şer ber bi aqar û arasteyên din, lê wisa diyar dibe ku eger çareseriyek bilez ya aştiyane bo wî şerî neyê dîtin, dê berdewam be û helbet dê karvedanên wê yên mezin li ser nawçeyê hebe, bi taybetî li ser rewşa Sûriyê, hem wekî dewleteke hevsînor û dijberê Îsraîlê û herwisa ji ber hebûna bi dehan rêxistinên terorîst wekî Hizibulah li nav qada Sûriyê, ku ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve hatiye dagîrkirin, herwiha ji ber qeyrana Sûriyayê ya mirovî û siyasî bi dirêjahiya 12 salan, ku îro bûye xeleka herî lawaz di hevkêşe û trazûyên navdewletî û herêmî de, û ji ber vê yekê dûr nîne ku qada Sûriyê ji aliyê Îran û Hizbullah ve li dijî Amerîka û Îsraîlê bihête bikaranîn. Gotineke kurdî ya pêşiyan heye dibêjê: (Ta ji cihê zirav re diqete).

Tevî daxuyaniyên berpirsên Amerîka û herwisa daxuyaniyên rayedar û karbidestên rêjîma Îranê, ku Îranê ti peywendî bi êrîşa 7ê Cotmehê ya Hemasê ve nîne, lê ev yek rast nîne, ku rêjîma Îranê nikare heta dawiyê peywendiyên xwe yên ligel Hemasê înkar bike, û êrîşên saxte yên Hizbullahê li ser xaka Îsraîlê û herwiha êrîşên niha dibin ji aliyê milîsên terorîst yên Îranê li Sûriya û Îraqê bi drone û mûşekan li dijî serbazgehên Amerîkayî li Sûriyê û li Herêma Kurdistanê, bi awayekî rastiya destverdana rêjîma Îranê ligel Hemasê û êrîşa 7ê Cotmehê aşkere dike, û daxuyaniyên Amerîkiyan û Îraniyan berovajî dike. Tevî ku heta niha rêjîma Îran bi awayekî rasterast tevlî şerê Xezeyê nebûye, lê bi awayekî tirsonek bi rêya milîsên xwe yên terorîst heta radeyekî dest heye di şerê Xezeyê de û di berjewendiya wê de ye nawçeyê ber bi şerekî (saxte û bi wekalet) bibe, her wekî li pêka heman siyaseta xwe ya leşkerî ya piştî Şerê Sedam û Xumeynî (1980-1988), ku rêjîma Îranê dê hewl bide Şer ji meydana xwe dûr bike û dê qadên din yên (yedek) li Îraqê, Yemen, Sûriyê û Lubnanî li dijî Îsraîlê û Amerîka bikar bîne. Herwisa dûr nîne ku rêjîma Îranê van qadên yedek ji bo bazarên xwe yên siyasî jî bikar bîne, nemaze ku heta niha şerê Xezeyê belav nebûye û bi tenê maye di sînorên Xezeyê de, ku bi kurt û kurmancî dikarin bêjin: ku şerê Xezeyê di navbera Hemas û Îsraîlê de şerekî giran û rasteqîn e, li hember ku şerê milîsên Îranê li dijî Îsraîlê li Sûriyê û Lubnanê şerekî saxte û derewîn e!

Tevî ku şerê bi wekalet di navbera rêjîma Îranê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de li Sûriyê û bi taybetî li deverên Rojhilata Firatê (Dêrezorê) şerekî rasteqîn e, lê di heman demê ku her şerek di navbera rêjîma Îranê û Îsraîlê de, di nav qada Sûriyê de bibe, çi şerekî derewîn be yan jî rasteqîn be, dê karvedanên wê yên xirab li ser miletê Sûriyê hebe û dê qurbaniyek mezin bide, ku ticarî qada Sûriyê û miletê wê nikare barê şerekî wisa giran hilgire.

Wekî hemû dizanin, ku Sûriya di nav qeyraneke siyasî û mirovî û aboriya mezin de derbas dibe, ku ev nêzîkî 12 salan heye hîç çareseriyek bo qeyrana wê nehatiye dîtin, zêdebarî ku Sûriya bûye qada şer û bazrganiyê û ji hêla Tirkiyê û Îranê ve hatiye dagîrkirin, û heta vê gavê Miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê baca here mezin ji qurbaniyan daye bê ku hîç danpêdanek navxweyî yan navdewletî bi maf û hebûna Miletê kurd li Sûriyê hebe.

Şerê Xezeyê heta niha bi dijwarî û bi giranî didome û dibe ber bi arasteyên din ve biçe, di demê ku heta niha hîç destpêşxeriyek Navdewletî yan Erebî bo agirbestê nehatiye pêşkêşkirin, lewra heta îro nehatiye zanîn ku ev (Şer) dê ber bi çi aqar û çi arasteyekê ve biçe, û helbet wê karvedanên wî şerî li ser astên navdewletî û herêmî hebin, bi taybetî li ser rewşa Sûriyê, û wekî gotina bav û bapîrên me ku dûr nîne  (Ta yan werîs) di cihê zeyîf û xala lawaz re biqete, û goman di wê yekê de nîne ku îro Sûriya xala herî lawaz û zirav e, û xala herî lawaztir Rojavayê Kurdistanê ye, nemaze ku heta niha hîç rêkeftinek û yekrêziyek siyasî û ne siyasî di navbera hêzên kurdî yên Rojava de nîne, hevdem ku Tirkiyê bi awayekî berdewan û rojane Rojavayê Kurdistanê topbaran dike, û dê hewl bide ku mifahê bigire ji her delîve û derfetekî bo temamkirina projeya xwe a ji bo dagîrkirina tevaya Rojavayê Kurdistanê û jinavbirina doza Kurdî ya neteweyî li Sûriyê.