Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Min Divê her Tu Bilind Bî” (O. Sebrî) ALA KURDAN

10:52 - 30 Kanûna pêşîn 2023

N: Kofîxwar

Ronahiya dil û çav

Diyariya dê û bav

Pêsîra wî roj û tav

Spehîtiya ax û av

Ala Kurdan ser be ser

Sor û gewr e kesk û zer

Mîr Dr. Kamiran Bedirxan

 

Ala Kurdistanê ji jor ve ber bi jêr li ser hev sê zemînan pêk tê.Di navendê de 21 tîrejên rojê heye ku hişyariyê, li jora wê rengê sor e ku xwîna lehêngan û şoreş, hêz û yeksaniyê, navîna wê spî ye ku aştî û aramiyê, binê alê rengê kesk e ku ew jî welêt û parastina wî, ciwaniyê rapêş dike.

Roja 17ê Kanûna Pêşîn(Çileya Pêşîn/Berfanbar)Ala Kurdan û Kurdistanê ye.Parlamentoya Kurdistanê di sala 2009ê biryar da ku êdî her sal roja 17ê Kanûnê(Berfanbar/Çileya Pêşîn/Kanûna Pêşîn) wek “Roja Ala Kurdistanê”were pîrozkirin.Ji wê demê heta niha li Başûrê Kurdistanê,li tevahiya Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve bi coş û geş û tê pîrozkirin.Bi taybet li Başûrê Kurdistanê di roja Ala Kurdistanê de, hemû bajar û bajarok bi Ala Rengîn tên xemilandin û li hemû bajaran çalakiyên cûr bi cûr tên lidar xistin.

Roja  di 17.12.2023 de li Hewlêra paytext,bi boneya Roja Ala Kurdistanê çendîn merasimên fermî hatin sazkirin.Li baregeha Encûmena Wezîran bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasimek hat lidarxistin, ku tê de sirûda netewî ya “Ey Reqîb” hat xwandin û piştre bi awayê sembolîk Ala Kurdistanê li ber deriyê Encûmena Wezîran hat bilindkirin.Di merasimê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî  axavtinek kir û têde tekezî li ser parastina nirxên netewî yên Kurd û Kurdistanê û bi taybet Ala Kurdistanê kir. “Pêwîst e em Ala Kurdistanê hertim hildin û xwedî lê derkevin û nabe nirxên me yên niştimanî û netewî di jêr ti hincetekê de bên şikandin.pêdiviye hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê, di jêr siya Ala Kurdistanê de û bi hev re berevaniyê li destkeftên xwe bikin

Bi kurtî dîroka Ala rengîn: Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1919'an de rengên Ala Rengîn bijartiye.Di destpêka sala 1919'an de, li Stenbolê di civîneka Komela Tealî Kurdistanê de,bi serokatiya serokê wê yê duyemîn Mîr Emîn Alî Bedirxan ve biryar hat dayîn ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û her dijminên din rizgar bikin.Divê ew ji Kurdistana azad û serbixwe  re Alek pêwist bû.Di vê civînê de Emîn Alî Bedirxan bi  hevalên xwe  ve rengên Ala Kurdistanê bijartin û wek vê ala niha amade kirin.Ku piştî qewirandina hêzên Tirk û neyarên din, wê Alê di asîmanê Kurdistana azad de bilind bikin. Heta sala 1999 an Ala Rengîn du û sê caran li asîmanê Kurdistanê bi rengên xwe ve xemilandiye û dilê welatiyên xwe xweş û geş kiriye.Lê mixabin her sê caran jî neyaran,dagirkerên kurdan serkeftinê kurdan têk birine Ala Rengîn daxistine û bin pê kirine.Lewma Ala Rengîn her çi bibe heta hetayî rûmeta gelê kurdan e,divê her û her bilind bibe.Ala rengîn cara pêşîn di serê adara 1919'an de,bi şehîdê leheng Elîşer û Dr.Nûrî Dêrsimî  ve Ala rengîn li Emraniya Dêrsimê, li ser çiyayê Qoçgîrê hat bilindkirin.Cara duyem di sala 1929 –1930'an  de,di van her du salan de Ala Rengîn li rex General Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve li ser çiyayê Araratê hatiye bilindkirin.Cara sêyem jî  di roja 22 /01 /1946'an de;di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê ev Al ji rex Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ve di navtara Çarçira de hatiye bilind kirin Lê.cara çaran -heta îroj ku hêj bi dar ve ye- di roja 09/06/1999'an de,bi erêkirina Serokatiya Encûmenê Wezîran ve di hikûmeta Herêma Kurdistana başûr de,bi rengekî fermî biryar hat standin ku Ala Rengîn  her û her bilind bibe.Herwiha di roja 11.11.1999'an de bi biryarekê ve her sal roja 17ê meha Kanûnê(Berfanbar/meha 12 an) roja Ala Kurdistanê be.Ev roj roja ku Pêşewa Qazî Mihemed Ala Komara Mehabadê spartiye Barzaniyê nemir e.Piştî vê biryarê jî di roja 17.12.2010'an de hikûmeta herêma Kurdistanê dîsa bi rengekî fermî, keleha Hewlêrê bi Ala Kurdistanê ve xemilandiye.Ji vê roja şûn de li her 5 perçeyên Kurdistanê,li her derê cihanê li nav kurdan û kurdhêzan bi coş tê pîroz kirin 17'ê meha Berfanbarê bi aheng pêşwazî dikin û vê rojê bi navê Ala Kurdistanê dinasin.

  Bi hêviya di Kurdistaneka serbixwe de jîna di bin siya Ala Kurdistanê!