Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firancê bi Hûsiyên Yemenê huşdarî da

16:42 - 17 Kanûna pêşîn 2023

Wezîra Derve ya Firansê li derheq êrîşên Hûsiyan bo ser gemiyên barhilgir ên ticarî, huşdarî da Hûsiyan û ragihand ku kiryarên wan bê bersiv namîne.

Roja Yekşemî 16ê Sermawezê, Wezîra Derve ya Firansê “Catherine Colonna” li serdana xwe ya bo Îsraîlê de tevî îşarekirin bi êrîşên Hûsiyan bo ser gemiyên ticarî li deryaya Sor de bi tekezî ragihand ku ew nikarin wan êrîşan bê bersiv bihêlin û digel welatên hevpeymanên xwe mijûlê dariştina çend bijardeyan bo berevanîkirinê ne ku bikarin ji êrîşên dubare bo ser gemiyan rêgiriyê bikin.

Herwisa navbirî hevdîtin digel Wezîrê derve yê Îsraîlê “Eli Cohen” kir û li civêneke hevpar de daxwaza gihandina zêdetir a alîkariyên mirovî bo Xezê û peydakirina rêçareyeke siyasî bo şerê Îsraîl digel Hemasê kir.

Herwisa “Eli Cohen” li axafitên xwe de îşare bi rola Firansê bo aramkirina rewşa Lubnanê kir.