Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê Şikefta Seholan paşguh xistiye

16:02 - 15 Kanûna Paşîn 2024

N. Eskender Ceiferî

 

Di salên dawiyê de, cihên dîrokî, kevnar û torîstî li Kurdistanê zêdetir ji berê têne piştguhxistin. Yek ji wan jî şikefta Seholabê ye.

Şikefta Seholanê dikeve 35 kîlometriya riya di navbera Mehabad-Bokanê de.

Mixabin ti caran rêjîma dagirkar a faşîstên Tehranê wek pêwîst guh nedaye vê şikeftê.

Di salên dawiyê de jî piştî hatina Corona, şerê Ukraynê û niha jî rewşa aloz ya navxwe, ev şikeft ji lîsta cihên torîstî yên Îranê hatiye derxitsin.

Çalakvanan hewl dan wê şikeftê careke din vegerînin nav lîsteyê, lê hewla wan bi ser neket û ji aliyê berpirsên rêjîmê ve nehat pejirandin.

Her hemû torîst û serdanker jî, eger bi dehan caran serdana Seholanê bikin dîsa jî têr nabin. Matmayî dibin û li derdoran dinêrin. Her sal hezaran kes serdana wê şikeftê dikin.

Seholan bi Soranî tê wateya cemedê. Dîwarên wê tev ji kevirên mîna bûzê ne.

Erdê şikefta Seholan ji gelek kaniyên biçûk û mezin pêk hatiye. Dalan û riyên biçûk û mezin jî di dîwarên şikeftê de hene ku ger bi belemê bikarî derbas bibî yan jî bi avjeniyê, hemû digêjine hev. Kaniya herî dawiyê, bi qasî 50 metran serê xwe daye bin banê şikeftê. Kûrahiya avê di kaniya navîn de digihêje 35 metran. 46 salan beriya niha şandeyeke zanîngeha Aksfordê serdana Seholanê kir û ragihandin ku ew şikeft, ji bêmînaktirîn şikeftên cîhanê ye. Wan di raoorekê de di vê derbarê de matmayîna xwe anîbûn ziman. Sala 1990’an jî hejmareke lokîneran ji bo naskirina zêdetir, serdana Seholana Mehabadê kirin. Wan karîn derî û riyên nû di nav şikeftê de bibînim. Vedîtina wan riyan jî bû sedem ku zêdetir girîngî bi Seholanê bê dayîn. Sala 1996’an ew deriyên kevirîn hatin dîtin û di sala 1999’an de jî şaredariya Mehabadê biryar da hemû deriyan ji bo serdana torîst û serdankeran bikar bîne. Li gora ku saziya çandî ya şaredariya wî bajarî dibêje, her sal herî kêm 200 hezar torîst serdana şikeftê dikin.

Lê pirsgirêka Seholanê, ne tenê ev e ku tê piştguhxistin, lê belê ji ber ku rêjîmê hin kelûpel bi simîta pêşesaziyê li wir çê kirine, hinek ji kaniyên wêm şikeftê jî ziha bûne.

Şikefta Seholanê gelek dişubhe şikefta Elîsedr li Hemedanê. Cudahiyeke herî berçav di navbera wan du şikeftan de heye ew jî ev e ku qendîk angu kevirên bûzê tevahiya derdora dîwaran û banê şikeftê di nav de nixumandiye. Ger pêçandina şikeftê bi bûzê nebûya, nava şikeftê ewqasî sar nedibû. Lê ev di demekê de ye ku heya niha tevahiya cihên şikefta Seholanê nehatine dîtin.

Piştî ku mirov derbasî nav şikeftê dibe û riyeke kin bi piyan derbas dike, pişt re bi beleman dikare di ser avê re derbasî nav riyên cuda yên şikeftê bibe. Ji wan keviran, mînakên ku dişubhin ajalan çê bûne. Piyê fîl, bûka deryayê û kevokên xweşik ji wan keviran xuya ne. Weke ku mirov wan keviran bi destên xwe çê bike, bedewî têde reng vedide. Di dîwarên şikeftê de ji xeynî nexş û nîgarên ajalan, hin nexş û nîgarên efsaneyî jî hene.

Kevokên taybet û perçemk angu şevşevok, take rûniştvanên şikeftê ne. Ew nolê mişkan in, lê perên wan hene û dikanin bifirin. Dema mirov bi beleman derbas dibe, ronahiya derdorê nahêle perçemk li wir bimînin ji ber ku ew ji ronahiyê hez nakin û berên xwevdidin dalanên tarîtir. Ew di dalanan de ki ser hêkên xwe dirûnin. Lê kevokên xweşik jî di şikeftê de hene ku berdewam tên û diçin.

Riya dervey şikeftê jî, ji bandora enerjiya nava şikeftê bêpar nemaye. Li gora yasayên Niyoton û fîzîkê, otombêl divê bi dijwarî bikarîn herin ser çiya. Lê li Seholanê ne fîzîk naskirî ye ne jî Niyoton. Ji ber ku otombêl bi hêsanî serdikeve û bi dijwarî vedigere quntara çiya. Çiya jî dikeve ser riya Burhanê ku weke navçeyeke xwediya xwezayek xweşik naskirî ye.

Çalakvan dibêjin eger rêjîm girîngiyê bide vê şikeftê û baş li ser dahata wê plan bike ku ji torîstan tê standin bê guman wê bajarên Mehabd û Bokanê jî avedaniyê bi xwe ve bibînin. Lê belê li wir, ji ber diziyê, ti berpirsekî rejîmê haya wî/wê ji Seholanê nîn e.

Ev çend sal in ku saziya Jîngeyê ya dewletê li parêzgeha Ormiyê biryara parastina navçeyê daye. Lê li gor pêwîstiyê girîngî bi wir nehatuye dayîn. Bûdce jî ji aliyê wezareta navxwe ve radestî qayinqametiya Mehabadê û saziya Jînge hatiye kirin lê ji ber sedemên nediyar ji bo vî karî nehatiye xerckirin.

Tevî vê çalakvanên Mehabadî dibêjin diviyabû pereyên ku ji torîstan têne standin, ji bo avedankirina navçeyê û pişxistinê bihata xerckirin. Lê ew jî xuya nîn e diçe kuderê!