Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê nû yê Îraqê heya çi qasekê dê bikare serbixwe biryarê bide?

08:55 - 30 Gulan 2026

N. Eskender Ceiferî

 

Niha, bi pêşketinên siyasî yên nû li Bexdayê û zêdebûna givaşa Dewletên Yekbûyî yên Amêrîka ji bo sînordarkirina bandora komên girêdayî bi rêjîma Îranê, ev pirs careke din derketiye holê: ku gelo Îraq û Herêma Kurdistanê dikarn bê destêwerdana rêjîma Îranê rêya aramî û geşekirinê bigirne pêşya xwe û derbas bikin? Tişta ku li ser rûyê erdê hebû, ev bû ku di salên dawî de, Îraq, û bi taybetî Herêma Kurdistanê, bi awayekî berdewam bûne qurbaniyên hevirkiyên navçeyê û siyasetên destêwerdana rêjîma Îranê.

Li gor raportên vê dawiyê yên ragihandinên navnetewî û navçeyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ji serokwezîrê nû yê Îraqê xwastiye ku gavên "bi biryar û berbiçav" bavêje û xwe ji çekdarên girêdayî rêjîma Îranê dûr bigire. Ev daxwaz ne tenê helwêstek siyasî ye, belkî di heman demê de tevgereke gelek micid û berifreh li djî wan komên çekdar nîşan dide ku ji hêla Spaha Pasdarên Têrorîst ên rêjîma Îranê ve têne piştevanîkirin.

Hikûmeta Amêrîka li ser vê baweryê ye ku bandora berdewam a çekdarên girêdayî rêjîma Komara Îslamiya Îranê ne tenê dê ewlehiya Îraq û Hermêma Kurdistanê têk bide, belki di heman demê de dê ji nû ve avakirina aborî û normalîzekirina têkiliyên Bexdayê bi cîhana Ereb, zilhêzan û herwisa bi welatên rojava re jî asteng bike. Di vî warî dê, têkiliyên rasterast ên di navbera rayedarên Amêrîka û Elî El-Zeydî, serokwezîrê destinîşankirî yê Îraqê de xuya dikin ku peyama Waşîngtonê ew e ku Amerîka dixwaze Îraq serbixwetir û dûr ji hêla rêjîma Îranê be.

Di salên borî de dihat dîtin ku hertim Îranê hewl da bi toreke komên çekdar û bandora siyasî, Îraqê bike beşek ji projeya xwe ya xwe tirsandin, bacgirtin û têrorê li navçeya Rojhilata Navîn de. Encama vê siyasetê belavbûna gendeliyê, qeliskirina saziyên rêjîma Îranê, zêdebûna pevçûnan û herwisa nearamiyê û veguherandina Îraqê ji bo qada şer bû. Herêma Kurdistanê jî bi sedema vê rewşê bi giranî ketiye bin bandorê; ji êrîşên bi hajek û dronan bigire heya zextên siyasî û aborî.

Dema aloziyên vê dawiyê yên di navbera rêjîma Îran û Amêrîka de, hin deverên li Hewlêr û Silêmaniyê jî ji aliyê Îranê ve rastî êrîşan hatin. Hin êrîşên dronan ji aliyê komên nêzîkî rêjîma Îranê ve hatine kirin, ku ji bo ser aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê gefên gelek mezin û bihêz in.

Di demekê de ku Herêma Kurdistanê hewl daye ku modêlek cûda ji bo pêşkeftin, aramî û herwisa mînakek ji bo kişandina veberhênanê li herêmê be, destêwerdana rêjîma Tehranê her gav ji bo Herêma Kurdistanê astengî bûye. Ji ber ku Tehran dizane, heger rewş li Herêma Kurdistanê nearam be, hin veberhênerên biyanî ji ber gefên li ser ewlehiyê û bandora çekdarên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin, ji Îraq û Kurdistanê dûr dikevin.

Ger Îran destêwerdana li Îraq û Herêma Kurdistanê rawestîne, Kurdistan dikare bibe yek ji navendên aborî û geştyarî yên herî girîng li navçeya Rojhilata Navîn. Herêma Kurdistanê xwedî çavkaniyên xwezayî yên berfireh, chekî erdinîgarî yê stratêjîk, hêza ciwan û têkiliyên erênî bi welatên rojava û Ereb re ye. Kêmkirina bandora rêjîma têrorîstên Tehranê dikare rê ji bo veberhênana biyanî, pêşxistina pêşesaziyê, berfirehkirina bazirganiyê û aramiya siyasî xweş bike.

Pêşeroja Îraq û herwisa Herêma Kurdistanê bi avakirina hikûmetek serbixwe li Bexdayê ve girêdayî ye; hikûmetek ku ji bo wê, berjewendiyên neteweyên Îraqê girîng in neku xwastekên rêjîma terorîstên Tehranê. Îro Îraqî û Kurd hêvî dikin ku welatê wan bikare ji qada pêşbaziyên Îran û hêzên herêmî dûr be. Kurdistan dixwaze li ser pêşkeftin, serfirazî û ewlehiyê berdewam be. Bê guman bêyî destêwerdana rêjîma Îranê, ne tenê Îraq, lê tevahiya navçeyê dikare jiyanek nû bibîne û derbasî qonaxa aramiyê bibe.