Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîdara şandeke hehizbê û Yeketiya Ciwanan ligel damezrava Firîdîş Êbêrt

13:24 - 6 Hezîran 2026

Şandeke hevbeş a nûneratiya hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Yeketiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhelatê Kurdistanê, li bajarê Bêrlînê ligel berpirsên damezraveya ( Firêdîş Êbêrt Şitîftûng, Oda fikra hizba Sosyal Demokrat a Alman, kom bûn.

Roja 13ê Cozerdanê, şanda Hizbê bi beşdariya Mistefa Qazîzade û Nermîn Osmanî û şanda Yeketiya Ciwanan bi beşdariya Kemal Mihyedînî û Leniya Resûlî, di vê dîdarê de ku bi hewla Yeketiya Ciwanan ve hatibû rêkxistin, tekezî xistine ser rewşa navxweya Rojhelatê Kurdistanê û qurbanîbûna ciwanên Kurd li jêr siyaseta tepeserkarane a Rejîma Îslamiya Îranê, di vê derheqê de daxwaza berdewamiya hevkarî û piştevanîkirin ji pirsa Ciwanên Kurd hate kirin.

Piştre şanda Hizba Demokrat îşare bi siyaseta şerxiwazane a Tehranê kir û ragehand ku li qonaxa dûyem a şerê deverê de, pitir ji 200 êrîşên mûşekî û dironî bo ser binkên hizbê û kempên penaberên Rojhelat li başûrê Kurdistanê hatine kirin ku bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek kesan.

Di dawiyê de, şanda hevbeş daxwaz kir ku welatê Alman li henber wan tawanên Komara Îslamî de bê bertek nebe.