Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê, Di navbera mirina siyaset û jiyana xwezayê de

08:53 - 30 Gulan 2026

N. Serbest Urmiyê

 

Di dîroka neteweyan de gelek caran hatiye dîtin ku nemana dîktatorekê ne tenê dawiya desthilatdariyeke zordar bûye, belku bûye destpêkek bo ji nû ve jiyana mirovan û jîngehê. Dema ku tê gotin “mirina dîktator destpêka jiyanê ye”, ne tenê şiroveya hesteke xweş e ku di dil û hindurê gelê bindest û civaka zor lêkirî de serhildide. Şiroveya vê hevokê di hevkêşeya Gola Urmiyê de, wateya xwe ya rastîn verdigire. Rastiyek ku him di warê siyasetê de û hem jî di qada jîngehê de bi bandor e û nayê înkarkirin.

Gola Urmiyê, goriyê sepandina ramaneke pêş ve hatî

Bi salan e ku Urmiye bi eşkere goriyê siyasetên gendel, rêveberiya nezanistî û helwestên kolonyalîstî ên dagîrkerên xwe ye. Nêrînek çewt ku ji xwezayê ne wekî bingeha jiyanê, belku tenê weke çavkaniya berjevendiyên demkurt mêze dike. Hişkbûna Gola Urmiyê nikare tenê di pênaseya karesateke xwezayî de were nasandin, ev danezanîna têkçûna pergaleke siyasî ye ku her tiştî fedayê man û hebûna xwe dike.

Çavkaniyên zanistî yên jîngehê heta niha eşkere kirine ku sedema sereke ya vê karesatê ne guherîna avûhewa û rewşa xwezayê bûye, di rastî de:

• Lêdana bi hezaran bîrên bê destûr û neyasayî

• Zêdebûna qasê bendavan û guhertina rêreva xwezayî ya rûbaran.

• Çandiniya xweser û bê pîlan.

• Û ya herî girîng, nêrînên ewlekarî û hevregirêdana pirsa avê bi hevrikî û berjewendiyên siyasî re. Sedemên sereke bûne bo çikandina Gola Urmiyê.

Dema ku mafiyaya desthilatdar berjewendiyên xwe yên siyasî û ewlehiyê li pêş berjewendiya giştî dixe û zanist û ramanên pisporan paşguh dixe, xweza û jîngeh jî di meydana tolhidanê de gelek be rehim û xedar dibin.

Encamên zuhabûna Gola Urmiyê

Zuhabûna Gola Urmiyê ne tenê kêmbûna asta avê, di rastî de pêvajoyeke sîstematîk bo kuştina jîngehê û gefek rastewxwe û tevalî li ser man û jiyana neteweyekê li ser axa xwe û niştecihên herêmê bû. Encama vê rastiyê jî di xalên jêr de te şirovekirin:

1. Bahozên sipî û toza xwê: Guherîna demografî û gefa koçberiya girseyî ya nifûsa herêmê.

2. Wêrankirina jîngehê: nehêştina jiyandarên xwecih ên deverê, çûk û jiyandarên kêm wêne yên taybetî jingeha Gola Urmiyê.

3. Gef li ser saxlemiyê: Zêdebûna nexweşiyên wekî penceşêr û nexweşiyên sî û bêhinkutriyê di herêmê de.

4. Giwaşên aborî: bêxişkirina werzêrî û nehêştina zimhêr û debara bi mîlyon kesan.

Mirina Gola Urmiyê ne tenê mirina avê bû, Berevajî vê, ew daxuyaniya hewlekê ji bo kuştina netewe û ji holêrakirina dîrok û nasnameyekê bû.

Ji nû ve jiyana xwezayê, Dema ku jîngeh xwe nûjen dike

Nabe rê bê dan ku desthilat vê hêviya ku bi vegeriyana rêjeyî ya avê bo Gola Urmiyê di civakê de geş bûye, weke destkewta sîstema desthilatdariya xwe bide zanîn. berevajî divêt wekî belgeyekê were şîrovekirin da ku vê rastiyê bide selimandin ku xweza û jîngeh tenê demekê dikarin bêhna xwe vedin ku lepên siyasetên qirêj û zordestiya mirovan pêsîra wan berdin. Ya ku niha tê dîtin hêza xwezayê ye bo xwe nûjenkirin û ji nû ve jiyanê di yekemîn pêngava azadiyê de, ne xêr û bereketa pergalek zordar.

Gefên li ser Gola Urmiyê hîn dawî nehatine. Yek ji metirsiyên herî mezin talankirina siyasî ye. Rejîm, an jî bermahiyên rejîma dagîrker, li gor morala xwe ya hertimî, hewil dide ku hêma û destkewtên xwezayê jî weke hêma û destkewtên neteweyên dagîrkirî bi navê xwe zevit bike û bi propagandaya siyasî ji bo veşartina bi dehan salan dizî, talankirin û sûç di vî warî de, wekî serkewtineke stratejîk a rejîmê bihesibîne û bide nav çavê gel.

Heta ku mercên bingehîn bo rizgarkirina wê golê nehên bicîhanîn, çî hêviyek bo vejiyana wê nahê dîtin. Mercên weke:

1. Ji holêrakirina mafyaya avê, guherîna bingehîn a sîstema gendel ku di biyava man û berdewambûnê de, ticaretê bi avê jî dike.

2. Guhertinên bingehîn di pergalên rêveberiya avê de

3. Darêtina pilanên zanistî û jîngehparêz bêyî destwerdana siyasî

4. Beşdariya rastîn a xelkê herêmê di pêvajoya biryardanê de

Jîngeh û demokrasî: du têgehên bi hev re girêdayî

Ezmûna tal a Gola Urmiyê da selimandin ku parastina jîngehê bêyî demokrasiyê ne mumkin e. Di civakekê de ku rojnamevan nikarin serbest rexnê bigirin, lêkolîner û pispor têne xewlekirin û gel di biryarên girîng de çi rolekê nalîze, xweza jî di bêdengiyê de û ji ber toza çekmeyên dagîrkeran tê fetisandin. Talankirina xwezayê doma talankirina azadiyên mirovan e.

Di bin siya vê rastiyê de, "mirina zordar" nabe di çarçoveya nemana fîzîkî ya kesekî zordar de were sînordar kirin. Berevajî dibe ku bibe daxuyaniya mirina raman û pergalekê ku ji xweza û mirovan tenê wekî amûrê parastina hêza xwe dinihêre. Di heman demê de jî divê ku bibe carnameyek ji bo selimandina vê rastiyê ku jiyana bi rûmet a mirovan û jîngehê demekê destpê dike ku zelabûn, zanist û serweriya mirovan dewsa tirs, zordestî û tepeserkirinê bigirin.

Di dawiyê de

Gola Urmiyê hîn jî di navbera jiyan û mirinê de berxwe dide. Lê destana vê gola avê yê bûye waneyek ji bo civakê û rastiyekê dide xuya kirin ku xweza li hember zilm û zordariyê de bêdeng namîne. Gola Urmiyê diqîre û dibêje: "Dema ku siya zilmê li ser jîn û jîngehê rabe, jiyan dê di dilê erdê de dîsa şîn bibe û çilû bide."