Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Amerîkayê du dronên din ên Komara Îslamî xistin xwarê

09:58 - 7 Hezîran 2026

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka (CENTCOM), îro Yekşemê 17ê Cozerdanê di daxuyaniyekê de ragihand ku serê sibê ya îro, hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, du dronên Komara Îslamî ya Îranê xistine xwarê ku bibûn gef li ser hatûçûya deryayî ya navdewletî di Tengava Hormozê de.

CENTCOMê tekez kiriye ku Hêzên Amerîka berdewam di rewşa amadebaşiyê de ne û ji bo berdewamkirina parastinê li dijî destdirêjiyên Îranê amade ne.

Ev daxuyaniya CENTCOMê di demekê de ye ku hefteya borî û li pey êrîşên Komara Îslamî bo ser keştivaniya navdewletî, hêzên Amerîkayê çendîn caran pêgehên rejîma Îranê li başûrê wî welatî û di nav wan de jî li girava "Qişm"ê bombebaran kirin.

Tehranê ligel êrîşkirina ser keştiyan, çendîn caran êrîşên mûşekî û dronî kiriye ser welatên Kuweyt û Behreynê.

Xistina xwarê ya van dronan di demekê de ye ku navçe bi taybetî piştî êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser welatên Kendavê û bersivdana serbazî ya berdewam a Amerîkayê bo ser pêgehên Îranê, di astê herî bilind a aloziyan de ye.