Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîhan li pişt bûyeran

16:10 - 6 Hezîran 2026

N. Şemal Terxîbî

W. Sîmîn Rûhanîzade

 

Cîhana hêz û hevsengiyan

Piraniya deman, mirov dîrokê bi bûyeran dixwînin. Şerek dest pê dike, hikûmetek tê hilweşandin, peymanek tê wajokirin an jî krîzeke aborî derdikeve holê. Lê ji dîtgeha stratejîk ve, bûyer dawiya çîrokê ye, ne destpêka wê.

Li pişt her bûyerekê hevsengiyeke hêzê heye. Li pişt her krîzekê berjewendiyek heye û li pişt her biryareke siyasî hewldanek ji bo guhertina balansa hêzê heye.

Cîhana îro ji her demekê zêdetir bi “hêzan” hereket dike. Lê hêz tenê çek û spah nîne. Di sedsala bîst û yekan de, têgihîştina ji hêzê berfirehtir bûye. Aborî hêz e, zanîn hêz e, teknolojî hêz e û heta şiyana afirandina raya giştî jî hêz e.

lewma, dewlet tenê li ser sînoran milmilanêyan nakin, belku di qada bazaran, çavkaniyên enerjiyê, rêyên bazirganî û cihê xwe di nav sîstema cîhanî de jî dikevin nav kêbirkê kirin û li dijî hev disekinin. Eva ye ku jêopolîtîkê ava dike.

Jêopolîtîk tenê zanista xerîteyan nine

 Ew zanista têgihîştina wê ye ku cih çawa dibin çavkaniya hêzê. Çima hin derya girîng in? Çima hin sînor her dem aloz in? Çima hin derya girîngin çima hin sînor berdewam alozin, çima zilhêz ji hin deveran kom dibin û ji hin deverên din dûr dikevin?

Di cîhana îro de, piraniya şeran li ser berjewendiyên stratejîk in, her çend bi navê îdeolojî, ewlehî an mafên mirovan tên baskirin. Ji ber vê yekê ye, heke dixwazî bizanî çima tiştek qewimîye, hewceye li destpêkê de bipirsî: Kê sûdê jê werdigire? Hevsengiya hêzê çawa tê guhertin? Kê dixwaze balansa hêzê biguherîne?

Gelek caran ev pirs ji xwedî bûyerê girîngtir in.

Cîhana rîwayet û zaniyariyan

Heke sedsala 19 an sedsala pîşesaziyê bûye û sedsala 20 an sedsala spah û îdeolojiyane, wê demê sedsala 21 an bi awayekî balkêş sedsala zanyariyan e.

Îro gelek caran pirsgirêk ev nîne ku çi qewimîye; pirsgirêk ew e ku kê çîroka bûyerê vedibêje. û li vir de ye ku “şerê rîwayetan” dest pê dike.

Di cîhana berê de, dewletan hewl didan ku axa zêdetir kontrol bikin. Lê di cîhana îro de, gelek caran hewl tê dayîn ku hişê mirov zêdetir kontrol bibe. Ji ber ku kesê ku dikare ramana gel bi rêve bibe, dikare kiryarên wan jî bi rêve bibe.

Di vê kantêkist û çarçoveya fikrî de mediyayan girîngiyeke taybet heye; ne tenê wek amûreke ragihandina nûçeyan, lê wek amûrek bo afirandina manayan.

Bûyerek dikare di du kanalan de bi du awayên tewaw cuda bê pêşkêşkirin. Wêneyek dikare du çîrokên cuda vebêje. zaniyariyek dikare du encamên cuda di mêşkê temaşevanan de biafirîne. Ji ber vê yekê, gelek caran milmilanêyên sereke ne li ser rastiyan e, belku li ser pênasekirina rastiyê ye.

Di vê çarçoveyê de, mediyayên civakî wek amûra herî nû ya cîhana ragihandinê, ew pêvajoye zêdetir aloz kiriye. Îro her kes dikare bibe berhemhênerê zaniyariyan, lê di heman demê de her kes dikare beşdarî belavkirina şaştiyan jî bibe.

Ya eşkere ev e ku di cîhana nû de zaniyarê bûye sermaye. Her kesek ku zaniyariyên zêdetir hebe, şiyana zêdetir ji bo çêkirina bandorê jî heye. Ji ber vê yekê, îro şer tenê li meydana ceng de nayê kirin; wek ku em dibînin li ser şaşeyên mobîlan, li ser mediyayên civakî, di tîtirên nûçeyan de û di hişê mirovan de jî qewime. Ji ber vê yekê em dikarin kurt û Kirmancî bêjin, tiştê ku cîhana îro diguherîne tenê tank û moşek nîne; zaniyarî ne.

Îran, herêm û pêşeroj

Di vê cîhana hêz û zaniyariyan de, Îran wek yekeyeke siyasî ne wek sîstimek siyasî yek ji girîngtirîn ekterên Rojhilata Navîn e.

Cihê wê yê cografyayî, dîroka siyasî, akinciyên wê, çavkaniyên xwezayî û bandora wê ya herêmî hemû bûne sedem ku Îran bibe beşeke girîng ji hevsengiyên herêmê. Lê Îran tenê li derveyî sînorên xwe bi astengiyan re rû bi rû nabe; di hundirê welat de jî bi pirsiyarên mezin re rû bi rû ye.

Pirsiyara aboriyê, pirsiyara ciwanan, pirsiyara pêşerojê û pirsiyara têkiliya di navbera sîstema siyasî û civakî.

Gelek kes bawer dikin ku Îran li qonaxeke hestiyar de sekiniye; qonaxek ku tê de hêza man û hêza guherînê di yek demê de hene. Lê pêşeroja welatan tenê li paytextan nayê avakirin; di nav civakê de jî tê avakirin.

Ji aliyekî din ve, beşeke ne veqetandî ya çarenûsa xelkê cîhanê bi îrade û daxwazên xelkê ve girêdayî ye. Eva jî pirsiyar li ser Kurdan jî dixe ser maseyan.

Di dîroka hevçerix a Îranê de, Kurd her tim yek ji ekterên girîng yên qada siyasî bûye. Lê îro, wek xwedî Îran, civaka Kurd jî hatiye guhartin. Nifşeke nû derketiye meydanê; cîhan dîtiye, hizirkirin û zimanek cuda, û pirsên wê ji yên nifşên berê cuda ne.

Ji ber vê yekê, pêşeroja Kurdan tenê bi bûyerên siyasî nayê diyarkirin; lê bi şiyana xwe rêkxistin digel guhartinkariyan û, bi afirandina hizira stratejîk û bi nasîna cîhana nû jî tê diyarkirin.

Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku cîhana îro tenê bi bûyeran nayê xwendin. Ya ku em dibînin, gelek caran tenê rûyê rastiyan e. Li bin vê rûyê de hevsengiya hêzê, şerê rîwayetan, têkoşîna berjewendiyan û komek hêzên veşartî hene ku arasteya îro û pêşeroja me diyarî dikin.

Li gorî vê yekê û di dawiyê de, ew tiştê ku çarenûsa neteweyan diyari dike tenê ew nîne ku çi qewimîye. Belkî ew e ku kê têgehiştiye li pişt bûyeran çi derbas dibe, û bi şirovekirina rast a wan faktoran ku hatin behskirin, nexşerêya rast ji bo pêşerojê amade bike.