Li zêdebûna aloziyên serbazî li deverê, hêzên Amerkîka ragehandin ku piştî xistinexiwara çar dironên Komara Îslamî li Tengava Hormozê, binkên radarî û çavedêriyên Îranê, li Gurk û dûrgeya Qişim bombebaran kirine.
Berpirsên Amerîka bi nûçegihaniya Roytêrzê ragehandiye ku çar dironên rejîma Îranê mijûlê têkdana hatinûçûna deryayî û bazirganiya deverê bûn, ku piştre ji aliyê SENTKOMê hatine têkşikandin û binkên wan bûne amanca êrîşan.
Li berteka wan êrîşan de, Spaha terorist a Pasdaran ragehand ku bi mûşekan êrîş kiriye ser binkên Amerîka li deverê û teqe li çar neftkêşan kiriye ku xwestine bi bê mohlet li Tengava Hormozê re derbas bin.
Medyayên fermî îşare bi vê kirine ku sîstema berevanî li Esman Kweytê çendîn diron û mûşek têkşikandine û li Behrênê jî Zenga metirsiyê hatiye lêdan û daxwaz ji akinciyan hatiye kirin ku biçne nav penagehan de.
Rejîma Îranê ragîhand ku bi mûşekên Balîstîk êrîş kiriye ser binkên Amerîka li wan du welatan de, lê arteşa Amerîka ragehandiye ku 6 mûşek têkşikandine û mûşeka 7ê jî negihaye amancê.