Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya xwendikaran li çendîn bajarên Îran û Kurdistanê de

11:44 - 6 Hezîran 2026

Li gorî nûçe û raporên ku belav bûne, di 16ê Cozerdanê (6ê Hezîranê) de xwendekarên dibistanan li gelek bajarên Îranê yên wekî Tehran, Şîraz, Meşhed, Îsfahan, Tewrîz, Kirmanşah, Xurremabad û Kerecê, dest bi xwepêşandanên mezin kirin.

Sedema sereke ya van xwenîşandanan, nerazîbûna li dijî biryara bandora sedî sed a Nimrên dibistanê (Miedil) di îmtihanên giştî ya zanîngehê (Kunkur) de ye. Xwendekar û malbatên wan ji paşeroja xwe ya xwendinê nîgiran in û dibêjin ev sîstem ne dadperwerane ye.

Li bajarên cuda, xwendekaran li pêşberî avahiyên Wezareta Perwerdehiyê civiyan û dirûşmên wekî "Me edalet nedît, me tenê sozên pûç bihîstin" û "Xwendekar dimire, lê zîletê qebûl nake" bilind kirin.

Ev xwepêşandan nîşan didin ku mijara sîstema perwerdehiyê li Îranê êdî ne tenê nîqaşek akademîk e, belku veguheriye daxwazeke seranserî ya nifşê ciwan ku li mafên xwe digerin û bersivên zelal daxwaz dikin.

Gorî zaniyariyan ev xwenîşandan û nerizayetiya xwendikaran li piraniya bajaran li xwe digre û berfirehtir dibe.