N. Jêhat
Kurd û Kurdistan weke êtîmên bê xwedî û bê sergêr, kê radibe tep û li nav serî dide, kes dengê Kurdan nabihîse, civatgeha cîhana pêşkevtî, saziyên ku kevrê berevaniya mafê microvan li sîngê xwe didin, dewletên bi qawete ku behsa dijayetiya dîktatoran dikin, hêz û aliyên ku xwe alîgirên mafê microvan û demokrasiyê dizanin, alî û dewletên ku wiha didne xûyakirin ku di cehda çêkirina ewlehî û asayîş û aramiyê didin, û zilhêzên ku xwe xwediyê parastina keramet û jiyana microvan û bindestan dizanin, her hemî li pêxema berjewendî û stratejiya xwe de dixebitin û ya din her hemî ji dirûşmekê zêdetir nine.
Ger ev dirurişm nebin, xu ber çavê xwe dibînin çawan roja rohn kuran dikujin û bombebaran dikin û agir bi ser Kurdan de dibarînin, dibînin ku bi çekên herî giran, wek bombebarana ji rêka firokan, mûşekên balêstîk, dironên bombrêjkirî çawan Kurdan kumkuj dikin.
Turkiye ku endamê hevpeymaniya Atlantîka Bakûre û hevalbendê welatên Rojavayî û amerîka ye, ber çavê cîhanê hemî cure çekekê bi ser gelê Kurd de diceribîne, kêm roj heye ku gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê neke armanca êrîşa bê rehmane ye xwe, kêm roj heye ku xisarekî mezin negehîne jêr bînaya abûriya rojavayê Kurdistanê, kêm roj heye ku jêrxana Kurdistanê kavil neke û derbê ji iliktirîk, Av, Neft, Gaz, Pire, Nexweşxane, Qutabxanan need.
Gorî zaniyariyan rewşa jiyanê li Rojava yê Kurdistanê gelek dijvare û pir aloz û zehmete, bê îmkanatiya hewcehiyên jiyanê, bihatî, bêkarî, bê avî, bê sixtenî li wê werzê sare zivistanê de û serweyî hemiyê jî nebûna sibat û ewlehiyê û dilequtka ber metirsiya her gave êrîşa ser cane wan, wisa kiriye ku felaket dibare.
Ji her tiştî pitir ku mirov aciz dike, eve ku nebûna yekîtî û yekrêziya di nava part û aliyên siyasiye Kurd deye ku li kerbê hev du de, ne tenê li hember wan êrîşên Turkiyê de bê dengin, belkû wisa lê hatiye ku ti aliyek xwe berpirsyar jî nizanin , ti alî û hêzek xema gelê belengaz û lêqewmiye Kurd de nine.
Pirskirêk û netebayî ya wan partiyan wisa kiriye ku tenanet amade nînin dengê xwe li hember wan êrîşên ser gel bilind bikin û şermezar bikin, bi kurt û kurmancî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di navbera ber aş û nal û bizmarê kêşa di navbera part û aliyên siyasiye Kurd de asê maye.
Sazî û aliyên sivîl, tenê bi dana daxûyaniyan dikarin rewşê bînine ziman û dengê nerizayetiya xwe li hember wê rewşê bilind bikin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, li ser wê rewşa pir dil êş, daxûyaniyek belav kiriye ku deqa wê wihaye:
Destdirêjiya Tirkiyê jêrxana bingehîn û saziyên giştî armanc dike
Careke din ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, êrîşên leşkerî li ser jêrxana bingehîn û saziyên giştî, wekî stasyonên elektrîkê û saziyên neftê û xizmetguzariyê li Parêzgeha Hesekê bi taybetî navendên neft û gazê yên (Siwêdiyê, Rimêlan, Tirbespiyê ...) hatin pêkanîn
Dewleta Tirkiyê li ser pêkanîna tawanên hovane li dijî gelê me û herêmên me ranewstaye, bi rêya bombebarankirina navendên bingehîn û xizmetguzariyê û eletrikê û navendên sivîlan bi awayekî berdewam, ku êrîşên wê ji havîn û payîza par ve didomînin, ku di çend rojên borî de 80 sazî û dezgehên sivîlan hatine bombebarankirin.
Em wekî Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, di demê ku em tawanên dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikin, hevdem em bang li civaka navdewletî dikin ku êrişên Tirkiyê li ser gelê me û navçeyên me şermezar bike, herwiha em bang li Revenda kurdî li dîasporayê jî dikin ku bi awayekî aştiyane xwepêşandanan li dar bixin bo şermezarkirina tawanên dagirkeriya Tirkiyê, yên bi armanca wêrankirina sîstematîk ya saziyên xizmetguzariyê yên bingehîn û armanckirina bi qest ji bo qirkirina gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û koçberkirina gelê mayî û jinavbirina pirsa neteweyî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Qamişlo 16.01.2024
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê