Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka vîza neda Tac û desthilatdarên Fedrasiyona Fûtbolê a Îranê

11:01 - 6 Hezîran 2026

Li gorî nûçeyên dawî, Amerîkayê vîze neda serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Tac û gelek berpirs û birêveberên din, lê îzin da ku 26 lîstikvanên tîma neteweyî a Fûtbola Îranê li Camê Cîhanê ya 2026an beşdarbin.

Çavkaniyên wekî New York Times û Reuters diyar dikin ku lîstikvan, rahêner û kadroyên sereke vîze wergirtine. Lê belê, vîzeya kesên wekî Mehdî Mehdînebî û Hidayet Mum bînî hatine redkirin. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ew rê nadin kesên girêdayî Pasdaran di bin navê werzişê de werin welat.

Herwisa biryar hatiye danê ku vîzayê Nadin handerên tîma fotbolê a Îranê jî ku beşdar bibin.

Ji ber vê krîzê, FIFAyê kampa tîma Îranê ji Amerîkayê guhart û bir bajarê Tijuana yê Meksîkayê. Ev biryar dê hatûçûna tîmê ya ji bo lîstikên li Los Anvilesê û Seattleê zehmettir bike.

Her çend rîska dûrxistina Îranê ji camê Cîhanê nemabe jî, doza vîzeya Mehdî Tac û rayedarên Îranî bûye yek ji mijarên herî germ û siyasî yên vê li vê derheqê de.