N. Serbest Urmiye
Bê guman herkrsîê ji me kêm an zêde bala xwe daye ser helbestên helbestvanê Fars wate Firdosî ku di pirtûka wî ya bi navê “Şahname” de hatine kom kirin. Di pirtûka han û di derheq Kurdistanê de karakterê sereke ku weke fêris yan lehengekê tê mêzekirin Kawe’yê Asinkut e ku li gorî “Şahname”ê, yê bûye mêrxasek bo doza rizgariya gel û serkewtin bi ser padişaheke zordar weke Zuhak de. Heke mirov hindekê dûrtir û kûrtir ji mijarê bihizire, ya zelal dibe eva ye ku armanceke siyasî û dijî neteweyî li hember gelên herêmê, bi xasmanî gelê Kurd di vê rêbazê de tê şopandin. Weşandina Pertûkê bi terzekî pirreng û deng, dibe ku du armancên sereke hebin. Veşartina sîstema dagîrkeriyê û guherîna derûnnasiya gel ku destpêka pêvajoya bişavtina neteweyî, çandî û …e. Lewma jî dagîrker ji vê pertûkê him weke alav û belgeya selimandina xwe di herêmê de mifahê werdigire. Him jî hewil dide ku di rêya efsaneyên pertûkê de derûnnasiya gelan û yek ji wan gelê Kurd biguhere da ku bikare bi hêsanî di pêvajoya tunekirinê de serkewe. Lewre nabe ku Firdosî weke navdareke bê alî di vê derheqê de were bîranîn. Encama lêkolînên nivîskar û dîroknasên Kurd ku di vê gotarê de hatine dikarin vê gotinê bidin selimandin.
Destpêka Pêvajoya tunekirina gelan ya ku bi navê pêvajoya bişavtina neteweyî tê binavkirin, di rastî de bi guherîna saykolojiya gelan dest pê dike. Ev yek jî di serî de di rêya guherîn û alozkirina dîrok û bêrûmetkirina çanda gelan de, rewşekê diafirîne ku gel ji nirx û hêmayên xwe havî bibe û nirx û hêmayên dagîrker wergire. Di daviyê de ji bo serkewtina yekcarî di qonqxa kuştin û qirkirina gelan de derbaz dibe. Firdosî bi taybetî di mijara Newrozê de li herdu nîşanên han dayê. Di heman demê de ku cejna Newrozê ku semboleke çandî û neteweyî ye di herêma Kurdan de, weke cejna serhildanê li dijî desthilata dijî gelî dide xuyakirin, hevdem bi awayekî tejî ji hirs û kîn jî baz dide ser desthilata wê demê ya herêma Mad û rengekî wiha hov dide Padişahê wan ku Kaweyekî mêrxas û leheng ji vê herêmê rabe û gel li bin darê zordariyê rizgar bike. Ew cihê hêma û hebûnan diguhere, bi terzekê ku heya niha jî di nava me de peyda dibin ku şanaziyê bi hêmayên destçêkirî yê dagîrker, bi taybetî karakterê sextê yê bi navê Kawe yê Asinkut ve dikin.
Kawe yê Asinkut, li gor çi ramaneke zanistî hebûna wî nehatiye selimandin û li gor hemû belgeyên zanistî yên ku heta niha dest dîroknasên Kurd ketine, ji bilî karaktereke xeyalî tiştek din bi navê Kawe nahê dîtin, ne Kurd e û heke hebe jî, karakterê xeyanetê ye li gelê Kurd .
Ji bo selimandina vê gotinê hewil hatiye dan ku çavkaniyên dîrokî yên zanistî ku li ser destê dîroknasên Kurd weke pirofsor dr. Keywan Azad Enver, lêkolînvan, dîroknas û mamostayê dîrokê yê zanîngehên Herêma Kurdistanê û herwiha Dr. Mewlûd Îbrahîm Hesen, Pisporê dîrok û mîtolojiya kurdan û mamostayê zanînhehên Kurdistanê, mifah were wergirtin.
Dr. Keywan Azad Enver di pertûka xwe ya bi navê” Kurd û mêjoyî cejnî Mewroz” wate Kurd û dîroka cejna Newrozê de, wiha tîne ku:
1. Firdosî ku fars û Îranî ye, ne dîroknas, belkû helbestvan bû û eşkere ye ku hin ji helbestvanan bûyer û çîrok mezin kirine û bi awayekî xeyalî berhev kirine.
2. Ji aliyê zanistî ve dîroka mirovahiyê nedaye xuyakirin ku mar li ser milên mirovan derketibin, weke ku Firdosî dibêje ku du mar li ser milên Zuhak derketine. Eger li şûna maran jî, kulikek ji goştê jehrî jî derketibe, li gorî pîvanên zanistî, mêjiyê mirov ji bo dermankirina nexweşiyan nehatiye bikaranîn. Lewra ev îdiaya Firdosî, dûr e ji rastiyê.
Li gor destkewtên zanistî yên Prifsor Keywan Azad Enwer, şaşîtî û tawaneke mezin e ku mirovê Kurd şanaziyê bi karaktereke weke Kawe bike ku ne Kurd bûye. Ew heke hebe Fars û damezirînerê desthilata Hexamenişî piştî hilweşandina desthilata Kurdî anku Mad bûye.
Di heman demê de jî Dr. Mewlûd Îbrahîm Hesen, di pirtûka xwe ya bi navê ” Newrozî Kurd” wate Newroza Kurdan de, bi tundî li hember ” Firdosî” disekine û wiha dibeje ku nivîskarê “Şahname” ya Farsî, Newrozê li gor efsaneyeke bê bingeh wate efsaneya Kawe û Zuhak, bas dike ku tu esaseke dîrokî jê re nahê dîtin. Rast e ku Zuhak yan Astiyag, dawî padişahê Mad bûye, lê ya ku “Firdosî” hewil dide wî weke miroveke xwînmij bide naskirin ku cotek maran li ser milê wî bûne û diviya ku hemû rojan mejiyê du xortan bixwarina, dûr e ji rastiyê û tu bingeheke zanistî û rastiyeke dîrokî jê re nehatine dîtin.
Li gor baweriya Dr. Mewlûd Îbrahîm Hesen, gehiştina taqimeke Farsan bi desthilatê, piştî serkewtina Hexamenişiyan û hilweşandina desthilata Kurdî bû sedem ku kevneperestên Fars bi giştî û “ Firdosî” bi taybetî desthavêjin vehûnana efsaneyên wiha bê esas, heya ku rûmeta gelê kurd weke dijminê sereke li hember wan pê şêlû bikin, ya ku me berê gout ku destpêka rêya bişavtina neteweyî ye.
Dirêjbûn û nûjenkirina pêvajoya bişavtina neteweyî di qoanxên cuda de, bandoreke evqas giran di Kurdistanê de daniye ku heya niha jî serbarê darvekirin û tunekirina bi sedan kesên xwefiroş li ser destê dagîrker bixwe, lê hêj zaf in yên ku çeperên dagîrker hilbijartine û di hember tunekirina gelê xwe de şanaziyê bi kesayetiyên rejîmên dagîrker dikin. Serbarê hebûna rêberên zane û bilîmet û bi hezaran mêrxasên Kurd di bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê de, destên ku bi hezaran Kurd qirkirine, tên ramûsîn û terorîsteke weke Qasim Silêmanî weke leheng û rizgarîxwaz tê bîranîn.
Bila rastiyên han, me haydar bikin ku em rastiyên dîrokî û neteweyî yên xwe bişopînin, da ku çi caran em dest ji biha û nirxên xwe bernedin û şanaziyê bi xizmetkariya dagîrkeran nekin. Ya herî daviyê ku ji gelê me re eşkere ye û heya niha jî bi caran nimûneyên vê bi çavên xwe dîtine, berhema xizmet kirinê bi rejîmên dagîrker e ku ji bilî poşmaniyê tişteke din nebûye.