Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de çendîn kombûnên nerizayetî bi rê ve çon

11:17 - 30 Kanûna Paşîn 2024

Malnişînkiriyan li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kombûnên nerizayetî lidar xistin û bi hilgirtina plakardan daxwaziyên xwe dane nîşandan.

Roja Dûşemî 9ê Rêbendanê, malnişînkiriyên îdareya Muxabirat a Îranê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê ên wek “Sine û Kirmaşan”ê de li ber deriyê sendûqa malnişînkiriyan li wan bajaran de kom bûn û bi hilgirtina plakardan daxwaziyên xwe ku heyamekî zêde ye daxwaz dikin, careke din dubare kirin.

Herwisa li bajarên Îranê ên wek Tehran, Erak, Reşt, Erdebîl û Ehwazê de jî malnişînkiriyên îdareya Muxabirat a Îranê li ber deriyê sendûqa malnişînkiriyan li wan bajaran de kombûna nerizayetî lidar xistine.

Herwisa kedkarên pêşeya Pola yên kompaniya “Girûha Millî ya Fûlada Îran”ê li bajarê Ehwazê jî bi sedema pêrenegihştina berpirsên pêwendîdar bi daxwaziyên wan û herwisa guhnedana berpirsan bi wan daxwaziyan, li rêya vê kompaniyê heta meydaneke nav bajarê Ehwazê xwenîşandan kirin.

Li bajarê Tehranê de jî nexweşên tûşbûyî bi “CF” anku “Fîbroz Sîstîk” bi sedema destnekvtina dermanên xwe ên hestiyar ku nebûna wan, gefek micid li ser canê nexweşan e, li hember bînaya wezareta Tendirûstiya rêjîmê li bajarê Tehranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û bi hilgirtina plakardan dirûşma “mafê zarokên me mirina bi hêdê hênî nîne” dan.