N: Kerîm Perwîzî
Kesên ku bi saln li ser kursiyê desthiltdariyê dimînin, bi awayekî narewa dagîrkerên kursiyê desthilatê ne, digel du diyardeyên kawilker bo deshilata xwe rûberû dibin:
Yekem, baweriya wan bi ti kesê namîne û hemû kes wek metirsî an wek moreyek li ser xwe dibînine û tevê vê yekê jî nigeran in wehma kesayetiya wan li cem morên wan bê şikestin lewma dilkuteya vê yekê hene ku li cem wan moreyan jî xoşewîstiya wan nemîne.
Duyem, diyaredeke din pêsîra wan digre ku her li peywendî digel wehma kesayetiya wan ve heye û ew jî ev e ku li bihora salaên li pey hev de, ew soz û dirûşmên ku dane, negihîştine encamê û sal bi sal divê hêcetek bi wan sozên ku negihîştine encamê peyda bikin, lewma sal bi sal dirûşmên mezintir û sozên mezintir û berfirehtir ji berê didin da ku sozên pêştir perdepoş bikin! Nigeran in ku tilisma derevên wan bişkê û wehma kesayetiya wan biherife, şev û roj bo wan tal dike û lipey sozên din digerin da ku heta heyamekê pê derbas bikin.
Weliyê Feqîh ê desthilatdarê welatê belalêdayî ye Îranê, ew dîktatore ye ku li dawî demên temenê xwe de, zêdetir ji heçî demê, seh bi tenêtî û bi dûrmanê dike û rastî tirseke mezin hatiye.
Li wan rojên derbasbûyî de, “Elî Xamineyî” li hevdîtin digel malbata “Qasim Silêmanî” yê terorîst de axaftinek kir ku media û kesên siyasî jê ecêbgirtî man, ew jî ew gotina bû ku got salên berê Xwedê bi zimanê wî axiviye.
Êdî fermandehiya terorîstan û îmametiya wehmî û hêviyên tarî ji Potîn û Hesen Nesrûllah û Hemas û … ti yek hewara wî de nehatin çi derfetek jêre nemaye û ti û xwe kiriye bi zimanê rasterast ê Xwdê bo xelkê! Berê digotin ku welîyê fqîh ayet û nîşan û nûnerê Xwedê ye, lê niha ji vê yekê derbas bûye û xwe kiriye zinanê derbirîna Xwedê.
Li wir ku pile û payê xwe guheriye û hewara xwe bo wehmekî wiha mezin dibe, rewş û dema vê lêkbidin da ku bizanin ku bo Xamineyî xwe kiriye zimanê halê Xwedê û derevek wiha mezin û rohn dike?
Li sîstema wilayeta Feqîh de ji roja yekem heta îro, binyata xwe li ser qurixkirin û dagîrkirina take kesî ya kursî daniye û lewma her Xumêynî û darûdesteyên wî li yekem rojên deshilata xwe de, dest avêtine jinacbirina wan kesan ku bo serxistina rejîmê digel wan bûn û heta ayetullah û rêberên olî jê teror kirin, Kar gihîşte qonaxekê ku Xumêynê, cihgirê xwe anku “Muntezrî” jî hezif kir.
Ew mîrata bo Xamineyî jî her maye û hemû kes ji desthilatê dûr xistiye û heta “Refsencanî” jî li nav hewza avê de da xendiqandin! Dîktator bo evê k ukes nebe şirîkê deshilat û biryarên wî, Hemû ser riya xwe hezif kirin ku li dawiyê de kesekî nezan û ne xwendevare wek Îbrahîm Reîsî û darûdesteya wî bo maye!
Ew yeka li halekê deya ku sal bi salê jî soz daye ku bereya “Moqawimet” berfirehtir bibe û Îsraîl û amerîka dê ji nav biçin! Desthilata wilayeta Feqîh jî ku bi “Omm-ul Qura” ya Îslamê binav dikir, dê perê xwe bi ser hemê dever û cîhana Îslamê bikêşe.
Ew soz tevî ku negihîştine encamê, belkî aboriya wî kawiltir kir û xelkê welat jê bêzar bûn û bereya “Moqawimet” ku biryar bû Îsraîl û Amerîkayê ji nav bibe, niha li Xezê û Bab-ul Mendeb, Sûriye û Lubnan û Îraqê de li jêr bombebaran û mûşek û dironên Amerîka û Îsraîl de ne, û jî Xamineyî nikare pişta wan bisekine û xwe ji berpirsayetiyê diveqelize.
Tirs ji mûşekên Amerîka wisa lêkiriye ku bibêje ev agehdarê biryarên bereya Muqawimet nîne! Lê tirsa herifîn a wehma kesayetiya wî aliyê kêm li nav alîgirên wî de roj bi rojê zêdetir dibe û seh bi serşoriyê dike.
Wê serşoriyê wisa pêsîra wî girtiye ku şiyana peydakirina bersivekê bi malbata Qasim Silêmanî yê terorîst jî nîne! Dem kuştina Qasim Silêmanî de Xamineyî û pasdraên terorîst digotin ku dê tolhildaneke dijvar bistînin, lê tevê ku şiyana ti karekî nebûn, belkî mûçek bi balafireke medenî ya Îranê bi xwe dan!
Li vê dawiyê de jî ku şerê Xezê dest pêkir, ji devê pasdarekê derket û got ew şere bo tolhildana Qasim Silêmanî ye, tevî ku nehiştin şev bi ser de derbas bibe û ew yek red kirin, gotin ku wî pasdarî li xwe tiştên wiha gotine! Çimkî ji mûşekên navkî yên “Şeytanê Mezin” ditirsiyan!
Cihgirê qasim Silêmaniyê terorîst jî li Sûriyê hate kuştin û ji nû de cêhgirê serokekê Hemasê li Lubnanê hate kuştin û çi ji destê Xamineyî nehat bo tolhildanê û her xwe ji berbirsayetiyê veqelêze çimkî navên navkî li kendavê de rêz bûne!
Li rewşeke wiha de ku dîktatorê zordar bi tevahî seha tinêtiyê dike û herifîna wehmiya kesayetiya çewta xwe li ber çavên xwe dibîne, bo dildanînîdan bi malbata Qasim Silêmanî û herwisa alîgirên bê mejiyên xwe, naçare derevek mezintir ji derevên caran bike û li rastiyê de bo dildanîdan bi xwe û perdepoşkirian dilkuteya herifîna wehm û xeyalên xwe, xwe dike zimanê bi gur û tundê Xwedê û dibêje her çi gotiye, ew Xwedê bûye ku bi zimanê min axiviye.
Dixwaze bibêje hekî derev kiriye û soza çewt daye û niha dibê bi serşorane xwe ji berpirsayetiyê vedize, ewa Xwda tawanbar e, çimkî ew gotinên vê demê axiviye, gotinên Xwedê bûn ku bi zimanê wî hatiye gotin!
Dîktatorê bi tenê li dawiya temenê desthiltdariya xwe de ji hemû demekê tirsinoktire û ji hemû demekê metirsîdartir e! renge bo parastina wehma kesayetiya xwe ji herifînê, siyasetekê bigre pêş xwe ku hem xelk gelek zêde bêne kuştin û xisarên zaf bi jiyan û darayîya xelkê bikeve û hem desthilata xwe bêxe nav kevaneka agir de.