Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peleke nû ya destbesehkirina xweserane li Kurdistanê

10:00 - 7 Hezîran 2026

Li berdewamiya givaşên ewlehiyê li Kurdistanê, di çend rojên borî de 6 welatî li Îlam û Kamîranê hatine destbeserkirin û çalakekî medenî li Dêwlanê bo girtîxanê hat şandin.

Li gorî raporta "Kurdpa"yê, tevî derbasbûna 17 rojan bi ser destbeserkirina 3 ciwanên xelkê Asmanabad a Îlamê bi navên "Elîreza Qasimnijad", "Armîn Esediyan" û "Ehmedreza Kuhzadiyanî", hîç zanyariyek li ser çarenûsa wan li berdest de nîne.

Hêzên ewlehiyê yên rejîmê şeva 31ê Banemerê bêyî belgeya yasayî û bi tundûtijiyê ew ciwanên Kurd destbeser kirine.

Roja 16ê Cozerdanê jî li Kamîranê, hêzên ewlehiyê dadane ser mala xwişk û brayekî bi navên "Kejal Rehmanî" ku perester e û "Daniyal Rehmanî" ku xwendikar e û ew destbeser kirine.

Çend demjimêran piştre "Îsa Feyzî" girtiyê siyasî yê berê û hevjînê Kejalê, gava ku ji bo şopandina rewşa wan serdana Îdareya Îtilaatê kir, ew jî hat destbeserkirin.

Her di wê rojê de, "Mihemedûllah Rezayî", endamê encumena "Nojîn" li Dêwlanê, piştî bangkirina wî bo dadgehê, hat destbeserkirin û bi mebesta cîbicîkirina cezayê wî yê salekê bi tohmeta "propaganda dijî nîzamê", şandin bo girtîxana Sine yê.