N. Eskender Ceiferî
Kurd li her perçeyek Kurdistanê bi awayekî di bin zulmê de ye.
Li Rojhilat, mînaka herî ber biçav, girtina Zara Mihemedî, Seywan Îbrahîmî û mamosteyên din ên zimanê Kurdî ye.
Roja 21'ê Şibatê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke "Roja Cîhanî a Zimanê Dayikê" hatiye erêkirin û pejirandin û di sala 1999´an de ji aliyê UNESCO'yê ve hat erêkirin.
Ew roj, di encama xwepêşandanekê de hate destnîşankirin ku li Pakistanê ji bo zimanê dayikê ji aliyê ciwanên xwendevan ve hatibû encamdan û di xwepêşandanê de çend ciwan jî hatibûbûne kuştin.
Lê ne tenê ev roj, lê belê hertim ji bo Kurdan roja zimanê dayikê ye. Ev sedan sal in ku Kurd ji mafê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bêpar in, ew têne koçberkirin jî, lê dîsa jî zimanê xwe wenda nakin.
Kurdên Xurasanê ku di 3 qonaxan de ji zêdetirî 500 salan beriya niha ve ji Kurdistanê ji bo wir hatine koçberkirin, mînakeke baş in ku nîşan dide Kurd ji zimanê xwe xwedî derdikevin. Ew hertim rastî hewlên asîmîlekirinê weke qirkirinên siyasî û çandî û zimanî hatine lê dîsa jî ziman û çanda xwe parastine.
Herî dawî ew ji beşdarîkirin di fêstîvala bîranîna Elîşah Xan Heyderîzade helbestvanê Kurd de bêpar bûn. Di fêstîvalê de nivîskarên Kurd ji Hemedan, Loristan, Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê beşdar bibûn.
Ev rêgirtin, binpêkariya yasayên maf û azadiyan e ku li gora wan, her kes bêyî ku ji ber ziman, ol, baweriya siyasî yan jî yeke din jêbûna neteweyî û yan jî civakî, mal, zayîn an jî rewşeke din bibe, xwedî sûdwergirtina ji hemû maf û azadiyan.
Ew piranî ji herêmên bakurê Kurdistana Rojhilat in. Her ji dema desthilata Mannayan ve di sedsala 9’an a beriya zayînê ve ew li Kurdistanê xwedî bandor bûn. Di dema çêbûna Împêratoriya Madan de rengê cudahiyên li navçeyê û dîsa jî tevlîbûna hêzan derdikeve ku Kurdên Kurmanc jî yek ji wan in.
Dem derbas bû û desthilat bû a Şîeyan. Di salên derdora 1590’an a Zayînê de hewla koçberkirina Kurdan ji Urmiye, Xoy, Makû û Selmasê ji bo Xurasanê dihat dayîn. Ew di salên di navbera 1598’an de heya 1602’an ên Zayînê ji bo Bakurê Xurasanê hatin koçberkirin da ku welatê Farsan biparêzin. Ew koçberkirin di encama civînekê de hat ku di navbera Şah Ebbasê Sefewî û mezinên Kurdan re hate lidarxistin û serokhozên Kurd bi Sefewiyan re li ser koçberkirina wan lihev hatin. Beriya wê di şerê Çaldiranê de ku di sala 1514’an de çê bû, Kurdistan bibû du perçe. Di hemberî koçberiyê de hatibû misogergirin ku wê mafê wan li Xurasanê parastî be.
Ev cara yekemîn nîn e ku astengî li hemberî çalakiyên Kurdên Xurasanê çê dibin. Beriya niha jî, wezareta Çanda Îslamî ya Îranê, rê nedabû fêstîvaleke Kurdên wê navçeyê bê lidarxistin. Fêstîvala Pîran Çengî ku her sal li bajarê Qûçanê li Bakurê Xurasanê birêve diçû û tê de hunermendên Kurd ên vê herêmê û bi taybetî kesatiyên naskirî ên mûzîka kevn a vê herêmê beşdar dibûn, sala derbasbûyî pêşî lê hate girtin û derfeta birêveçûnê jê re nehat dayîn. Ev di demekê de bû ku ji bo wê fêstîvalê ji aliyê Kurdên wê herêmê ve xerceke zêde hatibû mezaxtin.
Ev kiryar jî hemû bingehên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê dike ku li gor wê, mafê çalakiyên welatiyan bêy liberçavgirtina sîstema dadwerî yan sedemên din ên weke qewmiyet, netewe, dîn yan bawerî, heye. Lê ne koçberkirinê û ne jî bêparkirina wan ji van çalakiyan, nekariye û nikare zimanê wan ji nav bibe.
Weke ku çawan Mihemed Neqî Lutfî nûnerê Elî Xaminêyî li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê û pêşnimêjê bajêr dibêje, nabe zimanê Kurdî û nivîsa Kurdî li Îlamê hebe û divê pêşiya wê yekê were girtin, li Xurasanê jî heman rewş heye. Cîgirê parêzgarê Xurasana Bakurî di civînekê de ragihandibû ku dijberên Komara Îslamî dixwazin hesta nasyonalîstî anku hesta netewî di nav xelkê vê parêzgehê de çê bikin. Wî berpirsê pilebilind ê rêjîma Îranê ji saziyên ewlehî xwastibû ji bo bêbandorkirina partiyên Kurdî li wir tevbigerin. Gotinên bi wî rengî hertim rastî nerazîbûna çalakvanan tên lê di hember de cihê wan çalakvanan dibe girtîgeh. Ev dujmin, baş dizane ku ziman, hebûna me ye.
Rêjîma Îslamî ya Îranê bi van kiryarên xwe, benda yekem a Danezana Gerdûnî a Mafên Mirovan bi bêparkirina xelkê ji azadiyan binpê dike. Ji ber ku standina mafê çalakiyên zimanî û çandî jî beşek ji binpêkirina azadiyê ye. Herwisa benda duyem jî ku amaje dike ji ber statuya siyasî, hiqûqî an jî ya navneteweyî di navbera mirovan de cudayî nayê kirin û welatî li cem dewletan divê wehkev bin, binpê dike. Çimkî li vir maf, tenê ê neteweya serdest e û neteweyên weke Kurd, Ereb, Azerî û Belûçan ji her çalakiyeke wêjeyî, zimanî û çandî bêpar in.