Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe

16:33 - 20 Şibat 2024

N. Elî Munezemî

 

Her Gotinek pêşiyan ku bi gelemperî û hêla gelek kesan ve tê gotin û zanîn, li hevokên kurt û wateyek kûr pêk tê, Ew gotin encama tecribe û ezimûnên dûr û dirêjin. Ew gotina pêşiyan ya bo sernivîsa wê gotarê hatiye danîn, ji ber 21ê Şibatê “Roja cîhanî a Zimanê Dayîkê” ye. Ez dixwazim di vê gotarê de behsa girîngiya zimanê me yê Dayîkê bikim. Li ber ku faktora herî girîng a netewebûnê ziman e û eger kurd li zimanê xwe xwedî dernekevin, yê Kurdistan û kurd bi hev re li dest me herin. Tam ber wê rastiyê e dijmin hemû cehda xwe dikin ku bi rê û metodên cihêreng, kurdan li zimanê wan veqetîne û ewan di nava neteweyên serdest û dagîrker de bipişivînin û asimîle bikin. Ziman hêmana herî girîng e ku me ji yên din vediqetîne û nîşan dide ku em neteweyek cuda ne. Rewşenbîr û rêberên kurd ew rastiya han fam kiribûn û li ber wê hindê jî bo parastina zimanê kurdî xebatek mezin û bêhempa heta îro meşandine û hindek ji wan rêber û rewşenbîran, parek mezin a jiyana xwe feda kirine ku bikaribin zimanê me biparêzin. Li ber ku xebat û doza serxwebûn û azadiya netewe û welat li xebat bo parastin û pêşvebirina ziman cihê nîn e. Yanî ziman hebûn û jiyan e. Berevajî wê yekê jî dikare rast be. Yanî ew kurdên ku li ser parastin û xwedî derketin li zimanê xwe ciddî û pêdagir nebin, ew di xizmeta pîlan û bernameyên dijmin de ne bo hilweşandin û wêrankirina neteweya kurd. Ew dibin sedem ku dijim hêsantir bernameyên xwe bo pişavtina kurdan cîbecî bikin û me bo aliyê nemanê ve bibin.

Her neteweyek li cîhanê bi zimanê xwe tê naskirin. Yanî ziman perçeyek mezin û girîng a nasnameya me ye. Eger em nekarin zimanê xwe biparêzin, em nikarin kurdbûna xwe îsbat bikin. Eger em kurdbûna xwe jî nekaribin îsbat bikin, em nikarin bêjin ku Kurdistanek jî heye.

Pispor dibêjin ku “ziman û hizrkirin wek hev in”, “ziman bingeha hizrkirina meriv pêktîne”, “hizrên meriv bingeha pêşketina zimanê meriv e” û zaf gotinên din. Yanî ewên ku li perwerde bi zimanê zikmakî tên bêparkirin, ew tinê li nasnameya xwe ya neteweî nayên bêparkirin û tinê nasnameya wan nayê wêran kirin. Belkû şêweya hizrkirin û ramana wan jî tê wêran kirin û ew li têgihîştinek kûr li wateya hevokan jî tên bêpar kirin û hilkişyana wan li pêlekana perwerdehiyê de zehmet dibe. Ewa ku zaf zarokên kurd li sîstema perwerdehiya rejîmên dagîrker de li xwendingehan direvin û naxwazin herin mektebê, li wê rastiyê ve serçave digre.

Zimanê Dayîkê kilîta deriyê dil e. Nelson Mandela dibêje: Ger tu bi zimanekê ku kesek jê fam dike pê re biaxivî, ew dikeve serê wî. Lê ger tu bi zimanê Dayîkê pê re biaxivî, ew dikeve dilê wî.” Her merivek bi zimanê xwe yê Dayîkê dikare hêsantir li her zimanek din hest û ramanên xwe bîne ziman, kultûr û edetên xwe nas dike û bi civaka xwe ve tê zeliqandin û girêdan.

Gelo çima hinek li dijî zimanê Dayîkê yên hinekan in?

Hûn dizanin ku 21ê şibatê bi hêceta pêşxistina cihêrengiya zimanî û pirzimanîyê, zêdekirina têgihiştin, tolerans û diyaloga di derbarê kevneşopiyên zimanî û çandî wek roja cîhanî a zimanê Dayîkê hate destnîşankirin. Ewên ku dijberiya zimanê Dayîkî dikin, di hember wê armanca mirovî derdikevin. Li ber wê armancê bi zerera xwe yan neteweya xwe dibînin. Ew bo gihîştin bi wê armancê li metod û şêveyên cuda cuda mifahê werdigrin û dixwazin bi wan rêyan û argumentkirin û hegeranînên nerast û jîranenîşandana wan hegeran, kum bidin serê xelkê û wan bêxin xizmeta raman û armancên xwe yên nemirovane û şovînîstî. Dibe haya me li wan mesela hebe û em îznê nedin wan cure kesan. Armancek ku rêkxistana neteweyên yekbûyî li ser bingehek dadperwerane û mirovî destnîşan kiriye, nikare xelet be.

Kesek ku nekare hurmetê li zimanê kesekê din re bigre û wê wek hereşe û tehdîd bibîne, nikare bi wî re hemjiyanek aştîyane di hundirê welatekê de ava bike. Hemjiyan girêdayî bi girtina hurmeta dualiyane ye. Ewê ku bixwaze zimanê me tune û winda bike, eger destê wî bê, yê serê me jêve bike. Ber hindê jî em nabe îznê bidine kesê ku di hember perwerdeya bi zimanê Dayîkê û vegeşandin û pêşxistina wê bisekine û li hêlek din jî basa hemjiyanê di welatekê de bi me re bike.

Roja cîhanî a zimanê Dayîkê li hemû zarokên emegdar û neteweperwer û zimanhezê kurd pîroz be!

Spas bo hemû wan kesane ku bo pêşveçon û vegeşiyana zimanê kurdî ked dane û zehmet kişandine!