N. Nûredîn Sofîzade
Ev peyva Hîç, piştî 45 salan hin kes jê têgeheşine û fêm dikin.
Dema ku xelk û gelên Îranê di sala 1357 a roji, şoreş û serhildan bi dijî rêjîma dîktatore Paşayetî kirin û gelek nekêşa ku Şahê Îranê ji welat rewî û welat bi cî hêla û Artêş êdî amade nebû ku çiyê dine xelkê bikuje, roja 12ê Rêbendanê Xumeynî bi piştgîriya dezgehên zaiyarî û istixbaratiye welatên xwedî bandore weke Amerîka, Birîtaniya û Firansê, bi Firokeyekî taybetî bo Îranê hate hinartin.
Hevdem dehan Rojnamevanên bîhanî ku rûmala geheştina Xumeynî dikirin, yêk ji rojnamevanan ji Xumeynî dipirse “ Niha k utu vedigerî bo Îranê û şoreş serkevtiye, te çi hestek heye?” Xumeynî di bersivê de dibêje “ Hîç” wate çine.
Dema ku xelkê bi sedema pirûpagenda hezaran Axundên li Îranê de bi qazancê Xumeynî û sivarbûna ser pêla hesta oliye xelkê, û derfeta ku bo Xumeynî hatî pêş, ev weke rêber didîtin, Xumeynî ti hestek li hember serkevtina şoreşê de çinebû, lewra got “ Hîç”.
Şoreş bi xwîna azadîxwazan serkevt, lê Xumeynî ev xwîn nedîtî girtin, ev geheştibû armanca xwe ya biyom û reş, wî baş she bi wê yekê kiribû ku xelk bi sedema kelêjana serkevtina şoreşê û hesta olî, care ji Hîça Xumeynî tênagîjin.
Xumeynî li yekemîn axivtina xwe de piştî geheştina bi Tehranê de, her li ser bingeha bavera xelkê, gelek soz û qewlên direwîn dane xelkê Îranê, Xumeynî ji bilî evê ku soz da dê Berq, Av, Otobûs, Xanîber, bi bê beranber bo xelkê dabîn bike, soz dida xelkê ku dê astê jiyana wan ya îro û axiretê jî xweş bike û dê wan bigehîne asta herî bilinde mirovatiyê.
Xumeynî û rêjîma wî ya dictator ne tenê çi yek ji sozên ku wê demê dane xelkê bi cî negehandin, belkû çend qat jiyana xelkê zêdetir ber bi dijwarî û rojreşiyê ve bir.
Wê demê piraniya xelkê ji mile hişmendiya siyasî ve gotinên Xumeynî baver dikirin û mixabin even baver nekirin, gelek kêm bûn. Gelê Kurd gerçi wê demê tenê bû û di rêza aliyê kêm bû, lê niha piştî derbasbûna 4 dehkan, piraniya xelkê Îranê têgeheştin ku ev “Hîç” a Xumeynî tê wê wateyê ku dê welat û xelkê rastî Hîç bike, çi jiyan û kesayetî û azadî, maf, xweşiyê bo wan nahêle.
Niha piştî pitir ji 40 salan ji deshilata rêjîma Xumeynî, heyî û neyî ya welat, sermaye û dahata welat, hemî dest bi serde hatiye girtin û di cihê mecanî kirina Berq, Av, Otobûs û Mesken bo xelkê welat, tête xerckirin bo berfirehtirkirina îdolojiya kevnarperwerane a wê rêjîmê tête xerc kirin.
Nanê ser sifrika xelkê Îranê biriye, bi Milyardan dolar xrecê xwedîkirin û teyarkirina dehan girûpên terorîstî li welatên dine de dike, li hember de para xelkê welatê belalêdayîye me, birsîtî, bêkarî, bihatî, girtin, kuştin, îşkence, sêdare, şer û malvêranî bûye.
Hemî serveta xelkê Îranê ji aliyê rêjîma terorîstperwer ve dest bi ser de hatiye girtin û xeric karê terorîstî, çêkirina çek û teqemenî, mûşean tête kirin ji bo armanca tevdanî û çêkirina şer û alozî û fitnê li welatên deverê de.
Wê yekê jî bandora rastevxwe danaye ser jiyana xelkê welat û ev rastî dehan diyardeyên bi jan kirine, amar cihê heyrîmanê ne, amara ji hevdu veqetiyana zevacan, amara xwekujiya ciwanên bê kar û dayîk û babên ku şermezarê Zarokên xwe ne, amara fehşa û laşfiroşiyê ku tête gotin temenê laşfiroşiyê geheştiya temenê 10-12 saliyê, amara diziyê, û tûşbûna bi madên hişber, amara firotina endamên laş weke Gurçik û yên dine. Destkevt û xelatê rêjîma Xumeynî û peyva wî a Hîç tenê tunekirina Xelkê û jiyana wan bû, yanî Xumeynî û rêjîma wî Hîç bo xelkê nahêlin.
Niha ku xelkê welat ji dest wê dîktatoriyê dinalînin, tenê yêk rêke heye ku bikarin bersiva “Hîç” a Xumeynî bidin, ev jî ewe ku ji nû vex elk ji bona geheştina bi armancên xwe ku azadî, dêmokrasî, jiyanekî serdem, tenahî, wekhevîyê, weke şoreşa sala 1357ê derkevin û text û bextê wê rêjîma ku Hîç bo xelkê nehêlaye, tev biherifînin û bigehne hemî wan xweziyên xwe ku jê hatibûne bêparkirin û wan Hîçên ji destçoyî, vegerînin û bibne xwediyê jiyana xwe ya jêhatî û dûr ji çavê dîktatoriyê weke xelkê welatên pêşkevtî, serbilind û azad bin.
Bêguman ger yekîtî û yekdengî di nava xelkê de çêbe ku heye, ger opozîsyonekî xwedî bandor û rêber hebe, geheştina bi wan xweziyan, ne gelek dûre.