Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurtenivîsek li ser danasîna Yekîtiya Jinan

12:17 - 24 Adar 2024

N: Mojigan Elîpûr

 

Yekîtiya Jinan 78.mîn salvegera xebat û têkoşîna xwe derbas kir. Ev rrêxistina han 52 rojan piştî ragihandina Komara Kurdistanê ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed ve hat damezrandin.

Di wê demê de ev mirovê jîr û zana mijûlî damezrandina organên hikûmeta netewî ya Kurdistanê bû, hewcehî bi beşdarbûna jinan di rêvebirina welat de dît.

Ji ber vê yekê wî û hevalên xwe yên hevhizir di 24’ê Reşemeya 1324’an a Rojî de bi pêşengiya Mîna Xanima Qazî (Îskender) Partiya Demokrat a Jinên Kurdistanê rêberî û piştgirî kirin. Paşê navê partiyê bû Partiya Yayan.                               

Damezrandina vê partiyê îro li Rojhilatê Kurdistanê weke yekemîn rêxistina jinan û keçan dema ku zêdetirî %90 civaka Kurd nexwendewar bû, di bin pêla zilamsalarî, eşîrtî û newekheviyê de dest bi têkoşîna xwe kir.

Lê helwesta Pêşewa ya mezin nîşan dide ku wî çawa ji hevjîna xwe xwestiye ku berpirsiyariya yekemîn rêxistina jinan bigire ser milê xwe

Wî hem jin û hem jî keç teşwîq dikirin ku malên xwe derkevin û di rêvebirinû karên îdarî de pişkdar bibin, ji ber ku wî demî ev yek ecêb bû, û tê îdiakirin ku di ger û hevdîtinan de jî keçikek hertim pêra bûye.                                                                                                   

Têkoşîna rêxistina jinan evnêzîkî 8 dehkin li ser temenê wê de derbas dibe, di qonaxa yekem a çalakiyên xwe de, di dema hebûna Komara Kurdistanê û piştgîriya yasayên kêrhatî yên Komara Kurdistanê de bû.

Divê jin û keç bê cudahî di navbera kur û keçan de derbasî dibistanê û zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin. Jin û keçan di rojnameya Kurdistanê de bi nivîsandin û axaftinê pêşketina bilez a civaka me ya paşverû nîşan didin.

Li paytexta Komara Kurdistanê Mehabadê jî jin û keçan ji bo birêxistinkirina çalakiyên xwe şiwreyên kolanan ava kirin.

Bi komkirina alîkariyên aborî û amadekirina hinek pêdiviyên Pêşmerge bi dirûtina destan gelek çalak bûn di alîkariya Hêzên Pêşmerge (Spaha Milî) de.

Mixabin qonaxa yekem a tekoşîna jin û keçan bi rûxandina Komara Kurdistanê ya pitik bi hîle û kiryarên bereday yên hikûmeta navendî û piştevaniya hêzên wek Amerîka û Brîtanyayê bi dawî dibe.

Qonaxa duyemîn vedigere serdema desthilatdariya Pehlewiyê II (Mihemed Riza Şah) ku destûr nedan jin û keçên Kurd xwe birêxistin bikin. Lê belê jin û keçên ku di dema komarê û nifşên din de çalak bûn, bêhtir bi awayekî takekesî û carinan jî bi awayekî komî ji wan derfetan sûd wergirtin. Nemaze di dema Mûsediq û tevgera gundiyan a herêma Çomî Mecîd Xan ji bo piştgirîkirina serhildana sala 1331`an a Rojî de û piştre çalakiyên çandî yên wekî beşdarbûna çîrokên şevê yên radyoyê, pêşbirkên dîlanê yên li televîzyona Mehabadê, pêşbirkên govendê li dibistanan, zanîngehan herçend ku asta beşdariya wan kêm bû.

Heta demsala Bihara sala 1357’an a Rojî ku termê nemir Ezîz Yûsfî li Mehabadê hate veşartin û di heyama sê rojên xwenîşandanên tund ên li dijî rejîma dîktator de, jin derbasî qonaxeke nû ya têkoşîna xwe bûn. Li Mehabadê heft keçan rêxistinek ava kirin û kovarek derxistin.

Di vê derbarê de endamê Komîteya Zagrosê Ebdullah Hesenzade behsa damezrandina Yekîtiya Jinên Mehabadê dike, li Seqiz û Merîwanê rêxistinên biçûk yên jin û keçan hatin avakirin ku bi awayekî çalak beşdarî meşan bûn.

Li hemû demên Komara Kurdistanê heta rûxandina rejîma Pehlewî ya duyem, jin û keçên têkoşerên demokrat, çi li Başûrê Kurdistanê ya îroyîn û hem jî di nav civakê de, alîkariya jiyana girtiyên siyasî kirin, bi taybetî di dema tevgera Pêşmerge ya salên 1346-1347an de parek bûn ji wê xebat û têkoşîna jiyanê.

Qonaxa sêyemîn a çalakiyên Yekîtiya Jinan piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê bû. Li çend bajarên wek Mehabad, Bokan, Şino û Serdeştê komîteyên jinan dîsa dest bi têkoşîna xwe ya aktîf kirin û dest bi endamtiya Partiya Demokrat kirin. Di wê demê de bi biryara partiyê û wêrekiya Yekîtiya Jinan çendîn mijarên weke zewaca bi zorê ya keçan, marewergirtin, jin bi jinî, zewaca keçên temen kêm digel zilamên bi temen ve hatin qedexekirin. Ev yasayane ku di beşa civakî ya partiyê de hatin erêkirin û bi awayekî cidî hatin bicihanîn, ji bo jin û keçan piştgiriyeke baş bû û ber bi wekheviyê ve pêngavê dihavêje.

Rejîma nû bi taybetî piştî damezrandina Komara Îslamî ku piraniya xelkê Kurdistanê beşdarî referandomê nebûn, givaşek tund xistin li ser Kurdistanê û dest bi êrîşeke seranserî a leşkerî li dijî hat  kirin.

Di beşdariya berevaniya gel de jin li bajaran û piştre li gundan ji bo parastina maf û azadiyên xwe tevlî refên Pêşmerge bûn û dest bi têkoşîneke dirêj û piralî kirin ku îro jî didome.

Di vê heyamê de ku ji du heyamên berê dirêjtir e, Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê li gel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li çiya û bajaran, bi lidarxistina 3 konferans û 5 kongreyên xwe li Başûrê Kurdistanê û lidarxistina pitir li 10 konferansan li komîteyên derveyî welat ûendamtiya Şêvreya Jinên Sosyalîst a Navneteweyî, bi awayekî sîstematîk û rêxistinkirî,

Kar û xebatên xwe dimeşîne. Herwisa hewcehî bi gotinê ye ku Cîgira Seroka Enternasyonala Jinên Sosyalîst a Rojhilata Navîn û Kafkasyayê

Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê ye.                                                                                      

Qonaxa nû ya Yekîtiya Jinan piştî Serhildana  Jînayê, û şoreşa Jin, Jiyan,Azadî ku di 16’ê Îlona 2022’an a Zayînî (27’ê Xermanan 1401’an a Rojî) de dest pê kir.

Pêşî piraniya Kurdistanê, piştre piraniya Îranê û piştre jî bi deh hezaran kes li derveyî welat beşdarî wê bûn, ku ev yek xaleke werçerxanê ye di dîroka jin û keçan de li Îranê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê.

Vê şoreşê jinên ji neteweyên cuda li Îranê li cihekî ku jin bûn anîn cem hev û di heman demê de derfet da jinên kurd ku kok û şiyanên xwe yên dîrokî nîşan bidin û daxwaz û daxwazkariyên xwe di vî warî de bînin ziman û rola sereke hebe.

Pirsgirêka nasnameyê ye ku ji bilî azadî û mafên neteweyî, di nav civakan de, bi taybetî di medyayê de, wekhevî û zayendî pêş dixe.                                                                                                                                                   

Ji bo vê şoreşê ne tenê jin, divê hemû hêz û aliyên siyasî û sivîl jî li ser formulekirina rengekî din a têkoşînê bifikirin da ku li gorî peyam û naveroka peyamên jiyanê bin.

Yekîtiya Jinan niha ji her demê zêdetir li ser pêşxistina pirsa jin û keçan li Rojhilatê Kurdistanê, ligel rêxistinên din ên jinan ên di vî warî de çalak e.

Ji ber ku di xebat û têkoşîna xwe de xwedî ezimûneke xuya û berçav e ku bandor li şoreşa Jînayê de jî hebû.