Hevpeyvîn. Elî Budaxî
Wergêran. Bêhzad Simko
Îşare: Rêjîma Komara Îslamiya Îranê li 22ê Rêbendana Îsal de 45emîn salvegera desthilatdariya xwe bi rê ve bir û dixwaze li 11ê Reşemê de bi birêvebirîna hilbijartinên meclîsa Şêwreya Îslamî û meclîsa Xubreganê rehberî, him rewatiya çewt bo xwe wergire, him bi endazyarîkirina wan 2 navendên hikûmetî, binyata desthilata xwe qahîm bike. Tevê kirîzên navxweyî yên liserhevkombûyî, komara Îslamiya Îranê li alozkirina deverê de bi serê mar tê naskirin û zêdetir ji her demekê kirîzçêkirinên vê rêjîmê, deverê rastî alozî û şer kiriye. Hilsengandina wê rewşê ji dîtingeha Hizba Dêmokrat, rojeva siyasiya Îran û Kurdistanê û dûredîmena xebat û rawestana xelkê li hember komara Îslamî, çend qonaxên gotûbêja “Kurd Kanal” digel Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê rêzdar “Mistefa Hicrî” bûn.
P. Rêzdar “Mistefa Hicrî”, şiroveyên Hizba Dêmokrat bo ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn, bi taybet piştî bûyera 7ê “October”ê, çîye? Rêjîma Îranê li çi pêgeheke wan dijayetiyan de ye û karlêkeriya vê rewşê li ser pirsa Kurd bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê çawaye û dê çi bibe?
B. Mistefa Hicrî: Rojhilata navîn ji mêjve tejî pirsgirêk û dijayetiyan e, pirsgirêkên eşîretî, olî, gendelî, xoseriyên siyasî û tevahiya wan diyardeyan li dijî berjewendî û qazanca rûniştiyên deverê, berdewam in. piştî 7ê “October”ê ve ku bi êrîşa Hemas bo ser Îsraîlê û tolhildanên Îsraîlê ve dest pêkir û em dibînin ku niha bûye karesateke mirovî; welatên li deverê gelek nigeranên rewşa pêşhatî ne, Li rasitiyê de civaka cîhanî dixwaze wî şerî bi dawî bîne û Îsraîl li tenişta welateke Felestînî bi fermî bê naskirin û her 2 alî bikarin bi aramî û aşitiyê li ciranetiya hev de bijîn, lpê sedem zor in ku ew rêçareya serî negre ku pêş hemûyan de komara Îslamiya Îranê ye. Çimkî Komara Îslamiya Îranê bi eşkere dibêje ku Îsraîl welatekî sexte ye û divê ji nav here. Bilî vê yekê ku Hemas perwerdeyê destê rêjîma Îranê ye û çek û diraf û hewcehiyên vê ji aliyê vê rêjîêmê ve tê dabînkirin, ew jî li ser vê bawerê ne ku divê Îsraîl ji nav here. Lewma li rastiyê de binyata vê yekê ku welatekî serbixwe yê Felestînî li tenîşta Îsraîlê de bê avakirin bo vê ku ew pirsgirêkane bo yekcarî çareserbibin, dûredîneke gelek nêzîk nîne, bi taybet hekî me bi hûrî mêze kiribe, niha li Îsraîlê de jî aliyê destê rastî li ser desthilatê ne û ew jî bi ti awayekê heta niha amade nebûne vê rêçareyê erê bikin. Lewma sedema vê ku ew şere dê demdirêjtir bibe û li şêwazên curbicur de berdewam be, zor in û ya ku Îranî li kîêdera vê pirsgirêkê de ye, dikarin bibêjim ku Îran bingeha vê kêşeyê ye. Çimkî pirsa Îsraîl û jinavbirîna dewwleta Îsraîl, yek ji îdeolojiyên vê rêjîmê ye û milîsên ser bi vê rêjîmê jî ku pêk aniye û salên dûr û dirêj e amade dike, wek Hizbullah a Lubnanê, Hemas, Hûsiyên Yemenê, ew jî niha bi şêwazekê li şerê li dijî Îsraîlê de beşdar in. piştî derbasbûna çend hevan ji destpêkira vî şerî em dibînin ku heta niha hêzên Îsraîlê hejmareke berçav ji wan kuştine, bi 10an hezar ke sji xelkê Xezê têdeçone û hejmareke gelek zêde jî birîndar bûne û welatek ku hatiye kawilkirin; Lê Komara îslamiya îranê li rastiyê de bilî çend kes ji fermandeyên ku bi sedema êrîşên Îsraîlê ve hatine kuştin, ti xisareke din pêneketiye; Lewma Komara Îslamiya îranê heta berjewendiyên vê bixwazin wî şerî demdirêjtir dike.
P. Kêm nînin ew kesên stratejîst û çavdêrên siyasî ku bi hizra wan piştî 7ê “October”ê nezma cîhanê û xerîta siyasiya welatan û Rojhilata navîn wek çeqa wan bûyeran, nêzî guherîna binyatî ye. Bi hizra te yê rêzdar vê yekê bo pirsa Kurd li Rojhilata Navîn de bi derfet dibînin an gef?
B. Mistefa Hicrî: Li destpêkê de ku şer qewimî, ew guman bi hêz bû ku guherîneke kûr li pey tê, lê niha ku heyameke nêzî 5 heyvan e ji destpêka şer derbas dibe, ew yek ku him bi axaftin û him bi kiryara komara Îslamiya Îranê û li Îsraîlê bi xwe de û li Amerîkayê jî ku piştevanê yekem ê Îsraîlê ye, ji wan hemûyan me bihêstiye û dîtiye ku hemû hewlên xwe didin şer berfirehtir nebe û welatên din tûşî şer nebin. Ev keka jî ku Hemas, Hûsî an hinek ji milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê de beşdariyeke kên li avêtina diromn û mûşekan kirine, lê ti yek ji wan nabin sedem ku ew şere berfirehtir bibe; Çimkî Komara Îslamî ji vê yekê ditirse li rengehiya berfirehtirbûna şer de derbên giran bi rêjîmê bikevin û li nihade bi ti awayekê amadehiya wî şerî nîne û şiyana bi pêşxistina şer jî nîne. Lêbelê bo Îsraîlê jî karek bi zehmet e ku ji vê zêdetir şer berdewam be, hêzên Îsraîlê westiyane û hewlê dide bi vê şêwazê bimîne. Heta tê gotin ku renge li heyva Remezanê de şer bi dawî bibe, lê hewce ye çavrêbin û bizanin ku gelo Îsraîl dê li wî şerî de heta şê astekê bi mecên ku danînê dê bi dest xwe ve bîne, lê bi giştî ez wa hizir dikim ku metirsiya berfirehtirbûna wî çerî bi awayekê ku welatê îranê bi tewahî tûş bibe û îsraîl eniyeke din a şer zêde bike, bi zehmet dibînim.
P. Kak Mistefa, çend rojan berî niha, komara îslamiya îranê 45emîn sala desthilatdariya xwe derbas kir, li vê derheqê de dipirsim, destkevt û xisarên şoreşa 57 bo xelkê Îranê çi bûn?
B. Mistefa Hicrî: Bi hizra min, destkevtek wiha nîne ku li ser biaxivin, lê xisarên vê bêsînor in. Beşek ji wan qeyran û xisaranejî ku em dibînin, hêj dimikê çiyayê bûzê ye û ew beşa ku xua nîne û heta renge heta herifîna rêjîmê jî ne bo xelkê Îranê û nebo cîhanê neyê xuya ku aliyê wê xisarê ku ji warê jîngeh û mirovî ve li Îranê kevtiye çende zaf û mezin e. Li warê destkevtê ve jî ew şoreşa neku ti destkevtek he nebûye, belkî hekî berê xelkê Îranê li serdema “Mihemedrizaşah” de bi xebat û tekoşînên xwe karîbûn hinek maf û destkevtan bi dest xwe ve bînin, ew destkevt û maf jî ji dest çobûn. Wek mînak li warê mafê jinan, kêmîneyên olî û geklek warên din ên komelatî de ku komara Îslamî ew bi tevahî ji çengê xelkê derxistine
P. Lê gelo tu yê rêzdar erê dikî ku bibêjin renge take destkevta vê şoreşê, herîfandian rêjîma paşatî bû, lê bi armancên vê şoreşê ku dabînkirina hejmarek ji mafan bû negihîşt?
B. Ez bi xwe nav û nasnavê hikûmetan bo min gelek girîng nîne, girîng naveroka vê ye. Hikûmeta paşayetî dikare dêmokratîk an dîktatorî be, ev yeka niha jî li gelek cihên cîhanê de em dibînin, lewma Komarî jî her bi wî awayî ye. Komara Îslamî xwe bi hikûmeteke komarî dizane lê bi nîşanek ji komariyê, îradeya xelkê û hevparbûna xelkê li vê hikûmetê de nayê dîtin. Lewma tenê bo vê yekê mku hikûmeta Şah herifî û hikûmetek li jêr navê komarî cihê vê girt, bi derstkevt nizanim. Raste ku rêjîma Pehlewî jî azadî berteng kiribûn û azadîxwaz serkut dikirin û bi rastî xelkê Îranê şaş nebî ku serhildan kir, lê armanc ji herîfandina rêjîma Pehlewî ev nebû ku hikûmetek wek ya niha bibe desthilatdar. Xo hekî piştî serkevtina şoreşê hate qebûlkirin ku bhikûmeta Îslamî bibe şêwaza desthilatdariyê, li rastiyê de ti kesê ti ceribandineke vê nebû. Renge take destkevt li vê şoreşê de ev yeka be ku xelkê Îranê hikûmeta paşatiyê dîtibûn, hikûmeta Îslamî jî ceribandin û dikarinm bibêjim ku li vê pêde ti hikûmeteke îdeolojîk li Îranê de êdîû nabînin.
P. Pişka Kurd li Îranê ji 45 sal desthilatdariya komara Îslamî çi bûye?
B. Li rastiyê de bi hatineserkara komara Îslamî, tevahiya xelkê Îranê zirar dît, lê ew xisara ku bi kurd kevtiye û qurbanîdanên xelkê Kurd li pêvajoya xebat li dijî rêjîma Îslamî, gelek zêdetir ji ya beşên din ên Îranê ye. Wek mînak tenê li heyama salekê ya tevgera “Jîna”yê de herî kêm 497 kes li xwenîşandanên nerizayetiyê de hatine kuştin ku 148 kes ji wan, Kurd bûn ku ew rêjeye ji Kurdên ku hatine kuştinê bi berçavgirtina heşîmeta Kurdistanê li Îranê, gelek zêde ye. Li girtin û îşkencedan û tepeserkirina xelkê, bêparkirina wan ji bûdceyya giştî, parêhiştina Kurdistanê li avedanî û geşeya aborî, li cudatîdanîneke gelek bi eşkere de li navbera Kurd û netewên din de neku her yên ku li yasaya bineretî de bi fermî hatine erêkirin, belku ji vê zêdetir, bi neyasayî jî cudatî tê danîn; pêka gelek fakteran, kur ji jiyan û xisarên hatineserkara desthilata komara Îslamî, zêdetirîn beş berketiye pêka gotineke Kurdî, pişka şêr li ber Kurd kevtiye. Helbet sedema vê jî bi vê yekê re girê didim ku ji destpêka hatinaserakar a Komara Îslamî ve heta niha jî Kurd bi awayekî pêdegir û bi bê dudilî, li dijî rêjîmê xebat kiriye û ew xebat tekoşîne, berdewam kiriye. Li bîra me de ye ku serdemekê, hinek ji xelkê Îranê wêneyên Xumêynî li ser heyvê ditîdin û teqedusek esmanî pêdabûn û bi vê curê hate ragihandin ku li rifrandonê de %98 a xelkê îranê deng bi komara Îslamî ya Îranê dan, lê Kurd deng bi rêjîmê neda û çepera xebatê hilbijart, çimkî dizanî ku rêjîmek bi vê naverokê nikare azadiya gelan li Îranê û mafên mirîvî, dabîn bike. Lewma xebata xwe berdewam kir û roj bi roj jî ew xebata him aliyên zanyarî û hişariya pitir li xwe girtiye û him jî tundajotir bûye ku me ev yeka li tevgera “Jîna”yê de dît.
P. Li çend rojên bê de, komara îslamiya Îranê, hilbijartinên meclîsa şêwra û meclîsa Xubregan bi rê ve dibe, girîngiya vê hilbijartinê bo komara Îslamî li çiye de ye? Gelo ew hindeya ku bo rêjîmê girînge, bo xelkê jî ew yek wisa ye?
B. Nexêr ew hilbijartinane bo xelkê girîng nînin, çimkî êdî niha cudatiya li navbera rêjîm û xelkê, gelek mezin bûye û rewşek wiha hatiye pêş ku her çi qazanc û berjewendiya rêjîmê be, ew li dijî berjewendiyên xelkê Îranê ye û herwisa bervajî jî her wisaye. Eva ku komara îslamî cehdê dike şanoyeke hilbijartinê bi rê ve bibe, li rastiyê de tenê bo parastina qewareya ku navê Komariyê li ser daniye ye û dixwaze bi taybet li civaka cîhanî de bibêje ku li Îranê de hilbijartin tê kirin û xelk nûnerê xwe hildibjêrin û xelk li pişta vê rêjîmê ye. Dixwaze komek ji xelkê li ser sendûqên dengdanê kom bibin ku ji çavê kamêrayan ve bêde nîşandan ku xelk rewatiyê bi vê hikûmetê didin û li vê de beşdar in. Nekû bi pêka ideolijiya oliya xwe, ev hikûmeteke esmanî ye ku li ser kar e û xelk tenê erkê wan e ku fermanên wan bi rê ve bibin. Ew demûdezgehên jî ku danîne ku yek ji wan meclîs e, li rastiyê de tenê bo fermîtiyê bide wan biryarên ku li serweyî meclîsa şêwreya îslamî têne dan, bi atybet ji aliyê welî feqîh ve. Tenê bo vê ku biryarên wan rûkê yasayî li xwe bigre û bi ser xelkê de bê sepandin. Lewma ew hilbijartinên ku binav hilbijartin in û hilbijartiya xelkê nîne, hilbijartina hikûmetê ye. Hikûmet nûnerê xcwe hildibjêre û nûnereke xwe jî li pêşde li navendeka din de a bi navê şêwreya Nigehban hilbuijartine û danîne ber çavên xelkê heta xelk li nav wan de hilbijêrin û tevahiya kesên ku têne hilbijartin, nek hilbijartiyê xelkê nînin, beku hilbijartiyê rêjîma siyasî ne. ji aliyê din ve jî berpirsên serve yên rêjîmê, bi ti awayek neveşartine ku dengê xelkê bo wan ti girîngiyek nîne. Li bîra me de ye ku heyamek berî niha ku bas ji rifrandomê hatibû kirin, Elî Xamineyî li civînekê de bi eşkereragihand ku ma xelkê îranê hinde têgihîştin û şirevekarî hene ku ku bên û li rifrandomê de beşdar bin? Pêştir jî bo mînak, dema ku Ehmedînijad bo dora 2yê bi sextkariyan li posta vî de hate danîn û xelk hatine ser şeqaman û wan xelk bi “Xes û Xaşak” biav kiribûn. Bi kurtî, rêjîma komara Îslamî ti hewcehiyek bi dengê xelkê nîne, çimkî bawera wan ev e ku hilbijartiyê esmanan in û xelk divê gotinên wan cîbicî bike, lewma nabe xelkê li vê hilbijartinê de beşdariyê bike, çimkî hekî beşdar bin, xizmetê bo pêşxistina vê îdeolojiyê kiriye û temenê wan karestan dirêjtir kiriye ku heta niha her li jêr çavdêriya vê cure meclîsê û vê şêwreya nigehban û demûdezgehên din de qewimîne. Xuyaye ku ev yeka jî heye ku rêjîm li warê ku xelk zêdetir beşdarbin, ji hilbijartinên berê jî girîngtir e. çimkî ji aliyekê ve li tevgera “Jîna”yê ve, xelk bi tevahî axaftinê xwe rû bi navenda biryardan anku Xamineyî kirin û dirûşmên herifandina rêjîma Komara îslamî dan. Lewma bo komara Îslamî, girînge ku niha bi awayekê bide selimandin ku rewaiya desthilatê her li cihê xwe de maye û ji vê yekê jî gelek ditirsin û dizanin ku beşdariya xelkê dê gelek kêm be.
P. Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Hilbijartin baykot kiriye? Bo bi hizra we bi taybet xelkê Kurdistanê nabe beşdarî li hilbijartinan de bike?
B. Mistefa Hicrî: Herwekî min pêştir baskir, ew hilbijartinane, hilbijartina nûnerên xelkê nînin, belku ew hilbijartiyê wan kesan in ku li meclîsa rêjîmê de biryarên rêjîmê bi ser xelkê d ebisepînin. Lewma dema ku hilbijartina nûnerê xelkê nîne, xelk jî nabe beşdariyê bike. Bilî vê ku li binyatê de dengê xelkê li vê sîstemê de ti karlêkerî û bandorek nîne û bo xelkê jî ev yek derkevtiye û li li ser vê baweriyê ne ku nabe beşdar bin. Lewma xelk nabe beşdarî li vê dengdanê de bike, heta hekî biryar be dengê betal jî bidin, her nabe herin ser sendûqên dengdanê bo vê yekê ku nebin bi elava propagandaya rêjîmê û şanogeriya vê.
P. Kak Mistefa, hekî mijara hilbijartinê I cih bihêlin, şoreşa “Jîna” wek xaleke guherîn li dîroka neroizayetiyan de li dijî rêjîma Îslamî, çi paşerojek xistiye pêş xelkê û hizbên siyasî? Şiroveya te bo rewşa niha ya Îran û Kurdistanê bi taybet piştî .oreşa “Jin Jiyan Azad”yê, çiye?
B. Xuya ye ku li destpêka hatineserkar a Komara Îslamiya Îranê ve heta niha, xelkê pêngaw bi pêngaw ji vê rêjîmê şareza bûne û hêzî hêdî ji paşve çone û jê dûr kevtine. Xo hekî heta tevgera “Jîna”yê jî hejmarek kes hebûn ku bi bawera wan dibe ku ew rîjîme li navxwede bê rêformkirin, an dema ku rêjîm li nav aliyên ser bi xwe de du alî çêdikir bo vê yekê ku xelkê bo ser sendûqên dengdanê rabikêşin anli wan cihên ku pêkhênerê heşîmeta wan netewên din bûn, hinek mijarên din û tûjkirina xelkê bo beşdarîkirin li dengdanê, ew bi dawî ahtiye. Li heyama çend salên derbasbûyî de dikarim bibêjim ku rojane li çendîn bajarên Îranê de xwenîşandan hatine kirin, xelk ji hemû qat û çînên civakê nerzî ne. lê yek ji taybetmendiyên şoreşa Jînayê ew bû ku tevgera xelkê ji vê hewmên “Îslah Telebî” derxist. Xelk yekdest û yekparçe bû û ew peyam da ku ew qeyran û karesatên ku bi ser xelkê Îranê hatine, tenê bi nemana rêjîmqa Komara Îslamî bi dawî têî lewma xelk serê qûçikê kire armanc û me dît ku li tevgera “Jîna”yê de sembolên rêjîmê anîne xwarê û şikandin û agir berdanê. Pirs ev e hekî berî tevgera Jînayê li dilê xwe de li dijî rêjîmê bû, lê bi eşkere û rohnî li ser herifandina rêjîmê û Xamineyî, nediaxivî; Lê li tevgera Jînayê de êdî ev yeke nema. Tevgera Jînayê him bo xelkê îranê û him bo xelkê cîhanê da selimandin ku bi tenê bi nema rêjîma Îranê guherîn bo qazanca xelkê bi destve tê.
P. Kak Mistefa, şoroveya ve bo vê şêwaza xebat li navxweyê Kurdistanê çiye? Eva ku me li biaxsipartina sl çiyagerên Nexedê û werzişvanê xelkê Seqîzê dît, eva rojane li tekoşîna çalakvanên siyasî, medenî û cikakî em dibîbin?
B. Bi hizra min, tevî ku ew şêwaza xebatê binyatek heye û berê jî li navxweyê Kurdistanê de qewareyek li xwe girtibû, lê tevgera “Jîna”yê ew bihêztir kir, bi vê wateyê ku bi xelkê da nîşandan ku xelk divê li hemû bûyeran de yekparçe û yekdeng be. Xelk gihîêştiye vê encamê ku tinê bi xwe bi hawara xwe ve bê û berî vê ku çavê wî li welatên derve be ku bên û rizgar bikin an her hêzeke din alîkariya wan bide, divê bi xwe yekgirtî be. Me îsal li Kurdistanê de ev yeka li çendîn bûyeran de ku te îşare bi wan kir, dît ku berê jî mînakên hiha wek mînak li erheja Kirmaşanê a bûyerên din ên parastina jîngehê de dûtibû. Bi hizra min, ew binirxtirîn wane û ceribandin bû ku xelk fêrbûne ku vê rêya nû ku bi xelkê daye nîşandan, divê ji niha pêde bo guhîştin bi armancê xwe, vê rêyê bernedin p roj bi roj zêdetir pêwendiyên xwe bihêztir û bişiyantir bikin.
P. Wek kobenda baskirinanên me û dawî pirsyar, Kak Mistefa bi hizra ve li rewşa niha û li qonaxa nû ya xebat û rawestan li hember komara Îslamî de erkê xelkê, erkê rêkxiravan, erkê hizbên siyasî an bi giştî xerîta xebata niha û paşeroja me çiye?
B. Herwekî min baskir, niha piştî 45 sal xebat li dijî komara Îslamî, xelkê Îranê ji vê wehmê û dudiliyê derkevt ku rêjîma Îranê dive linavxwede bê rêformkirin an bi qazanca xelkê biguhere. Niha xelk bi yekdengî dibêjin ku ew rêjîme divê here û komara îslamî bi xwe jî ew peyame vergirtiye. Lewma bi qasek ji xebata xelkê li navxweyê welat de ditirse ku bi hemû awayekê mijîlê serkutkirina xelkê ye. Em dibînin ku li binçavkiroinan, îşkencedanan û çendîn curên serkutkirinê ku tenî bi aqilê seqet ên rêjîmê digihîje ku digel xelkê bike, wek eva ku li tevgera “Jîna”yê de me dît ku zarokên dibistanan jehrxwarî dikir û gelek tiştên din ku li wir bas nakim. Pirs ev e ku xelk ev rêya li pêçiya xwe girtiye û ev rêbaze dibe berdewam be û nabe bisekine. Hekî niha hemû çanaziyeke rêjîmê bi vê yekê ye ku mûşek hene û bi vê cîranên xwe ditirsîne, dixwazin vê peyamê bo xelkê Îranê bi taybet xelkê xoşewîst û têkoşerê Kurdistanê bişînin ku ewane ti nîşanek ji bihêzbûn û xwedî şiyanbûna vê rêjîmê nînin, belku bi tevahî nîşana tirsîna komara Îslamî ye û komara Îslamî kevtiye tana canê xwe û dawî cehdên zindîmana xwe dide. Rêberên komara Îslamî her bi xwe bi başî dizanin ku heta çi astekê bikêrnehatî ne û tenê li hember xelkê de bi tepeserkirinê, xwe bihêz didin xuya. Çimkî niha komara îslamî digel tevahiya vê yekê ku îsraîl li Xezê de li dijî Hemasê dike û mijûlê jinavbirina yek ji milîsên rêjîmê ye, lê komara Îslamî li vê rewçê de jî ew bivêrî nîne ku bi awayê rasterast tevî şer bibe. Çimkî dizane nikare li hember bisekine û piştevaniya xelkê jî bo nemaye, lewma tevî ku hemû karesat bi serê xelkê de hatiye û tevî hemû dijwariyên jiyana xelkê li Îranê ki ji aliyê rêjîêma Îranê ve bi ser wan de hatiye sepandin, ez dûredîmena serkevtina xelkê bi ser rêjîma Komara Îslamî de ji hemû demekê nêzîktir dibînin.