Roja Sêşemî 2ê Kanûna Pêşîn, “Husên Dewletxwah” ê xelkê gundê Yarmiq ser bi Bajarê Makoyî, li dema kolberiyê li devera sînorî ya bajarê Makoyê û li nava axa Rojhilatê Kurdistanê de bû armanca gulleyên hêzên çekdar ên Tirkiyê û hate kuştin.
Pêka raporan navbirî ji sînorê destkird ên li navera Rojhilatê Kurdistan û Bakûrê Kurdistanê derbas nebûye lê bûye armanca gulleyên hêzên çekdar ên Tirkiyê.
Heta niha rêjîma Îranê li derheq kuştina wî welatiyê Kurd, ti bertekek ji xwe nîşan nedaye.
li sala 1401 a Rojî de jî birayekî “Husên Dewletxwah” ê bi navê “Wehîd Dewletxwah” ku nûgihanekî temen 18 salî bû, li dema kolberiyê de ji aliyê hêzên hêv ên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Makoyê de hatibû kuştin.