N: Mojgan Elîpûr
W: Hesen Mukerem
8'ê Adarê di sala 1857'an a Zayînî de bi hilkevta Xwenîşandana mezin a Karkerên Jin ên li Karxaneyekî Karkeran li Amerîkayê hate gorê. Di sala 1977'an a Zayînî de bi pêşniyara xebatkara jin Clara Ztkin, Neteweyên Yekbûyî Roja Jinan a Cîhanê ragihand. Ev roj ji bo rêzgirtina têkoşîna jin û çalakiyên curbecur tên lidarxistin û jin ji bo îfadekirina daxwaz û daxwazên xwe derfeteke mezintir bikar tînin.
Li Îranê bi dehan salan piştî biryara Neteweyên Yekbûyî, jin hîna jî nikarin ku bi awayekî fermî vê rojê bibîr bînin û ev roj weke hilkevtekê cihê xwe bigire.Her çend yekemîn çalakiya jinan a li dijî hicaba bi darê zorê di 8'ê Adarê de hat lidarxistin, lê nekarî bibe çalakiya jinan û bi dehan jin ji ber vê çalakiyê hatin girtin û rejîma li dijî jinê ya Îranê jin ji vê raya giştî bêpar hiştin.
Her çend li Îranê astengiyên li pêşiya xebatên jinan bi qanûnê hatin astengkirin û jinên îranî mîna jinên din ên cîhanê nikarîbûn mafên xwe biparêzin, lê givaş û zordariyan nekarî bi tevahî van xwestekan bifetisînin û di qonaxên cûda û di çalakiyên curbecur de derket holê. Li gel hebûna desthilatdariyeke dîktator li welat, pirsgirêka jinê di warê hişmendî û mezinbûnê de qonaxeke girîng derbas kiriye, bûye mijarek ku rejîma dîktator a Îranê hertim pêve mijûle û li cehda tepeseriyê de ye.
Jinên Kurd ên ku berî hatina Komara Îslamî ya Îslamî dest bi têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên xwe kiribûn, pir zû hayl naveroka rejîmê bûn û tu carî pabendî yasa û biryarên rejîmê nebûn, wan qadên şer ên curbicur ên têkoşînê li hundir û derveyê Îranê geş kirin. Ji bo vê armancê gelek qurbanî dane. Jinên kurd carek wek jin û carek jî wek kurd neçar man li hember dîktatorên Îranê berxwe bidin.
Di nava partiyên Rojhilatê Kurdistanê de ji bo bidestxistina mafên neteweyî tevlî hêzên Pêşmerge bûn, tevî zehmetiya vê rêyê ji bo jinan jî, li kêleka mêran derketine û di nava partiyan de derbasî asta biryardayînê bûne. Tevî ku hebûna jinan di asta jor a partiyan de têra
bersivdayîna rewşa heyî nake jî, lê kariye rengê tarî yê serdestiya mêran heta radeyekê baş kêm bike û şopa tiliyên jinan di kar û barên siyasî de nîşan bide û di nezima cîhanê de dereng neke.
Têkoşîna ji bo wekheviya jinên Kurd xwedî dîrokeke geş e û ev nêzî sedsalî ye didome û di sala 1945’an a Zayînî de bi damezrandina Partiya Jinên Demokrat a Kurdistanê ji aliyê yekemîn hikûmeta Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed ve bi fermî dest bi têkoşînê kir.
Ev têkoşîn her çiqas di qonaxên têkoşîna gelê Kurd de hêdî bû jî, bi awayekî berdewam bûye û piştre jî li vê pêxemê de ji aliyên cuda ve li hûndrî partî û li hûndrî Îranê li şaxên din wek tak têkoşiya ye.
Tişta ku lawaziya têkoşîna jinan li Îranê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bûye pirnetewebûn û hebûna baweriyên cuda, lê eger li welatekî demokratîk bûya û derfeta têkoşîna jinê ya azad hebûya, wê encamên cuda bibûya û ev cihêrengî dikaribû têkoşîna jinê dewlemendtir bikira, lê ji ber ku wan tu carî nekariye bi serbestî û li dora heman tiştî bixebitin, ew hêz û pontansiyel tê dabeş kirin, her kesî ji hev cuda cehd kiriye, lê me nekariye dengê yekgirtî ji bo daxwazên jinên Îranê bidest bixin, ku ev yek ji bo tevgera jinan li Îranê ziyanek e du hember e.
Bi heman awayî di tevgera jinên Kurd de dabeşkirina jinan di nava partî, rêxistin û aliyên cuda de, li rojhilatê Kurdistanê weke têkoşîneke yekgirtî nayê dîtin, tevî ku hewldanên di nava rêxistinên girêdayî partiyan de û heta li malê jî ji aliyê jinan ve dewam dikin, hîna jî zimanek ku femînîzmê di nava Kurdan de pênase bike, nîne.
Lê ya ku divê were nîqaşkirin û weke xala zivirandina tevgera jinê ya li Îran û Rojhilatê kurdistanê, ew e, serhildana Jinê û Tevgera “Jin, Jiyan û Azadi”yê bû ku tevî pirsgirêkên belavbûyî di nav civaka Îranê de, karîbûn ji bo her kesî, bi taybetî jî pirsgirêka jinan, bibin xala hevgirtinê, helbet roja şehadeta Jîna yê û destpêkirina wê serhildanê wê di têkoşîna jinê de bibe rojeke dîrokî wek 8`ê Adarê.