N. Nûredîn Sofîzade
Reîsî 8 emîn serkomarê rêjîma Îranê, tevî Husêyn Emîr Ebdulahiyanê wezîrê derve yê rêjîmê, Seyîd Mihemded Elî Alê Haşim nûnerê Xamineyî li Tewrêzê û Malik Rehmetî parêzgarê Tewrêzê digel 4 kesên din ên piledar û pîlotên Hilîkoptêrê, roja 30 Banemerê piştî beşdarî kirin li wekirina pirojeyekî bendav çêkirina li ser sinûrê di navbera Îran û Komara Azerbaycanê, li bûyereke kevtina xwarêye Hilîkoptêrê de li devera Werzîqanê hatne Kuştin, û li ber hegera asêbûna cihê kevtina Hiîkoptêrê û rewşa xirabe Av û Hewa, piştî nêzî rojekê bi alîkarî wergirtin ji pehpadên Turkiyê, Laşê Hiîkoptêrê û termê Reîsî û hevalên wî hate peydakirin.
Reîsî kê bû?
Seyîd Îbrahîm Reîsî sala 1339 li Meşhedê ji dayîk bû, Heya pola 6ê xwend û piştre ço hewza îlmiyê bo xwendina olî, piştî şorişa gelên Îranê û hatina serkare rêjîma dîktatore komara îslamî, Reîsî li temenê 20 saliyê de weke axundekî tundajo weke dadistanê Kerecê hate diyarîkirin.
Piştî heyamekê karkirin li Hemedanê, sala 1364ê ji aliyê Mihemed Yezdî serokê dezgeha Qezayî a rêjîmê ve, reîsî weke Dadistanê giştiyê Têhranê hate diyarîkirin.
Li cinayet û komkujiya girtiyên siyasî li sala 1367ê de, reîsî endamê heyeta merg bû û hikmê êdama hezaran girtiyan der kir.
Heyamekê serokê saziya çavedêriya giştiye welat bû, sala 1383 heya 93ê cêgirê serokê dezgeha qezayî bû, piştre heya sala 94ê dadistanê giştiye welat bû.
Piştre ji aliyê Elî Xamineyî ve weke serokê Astanê Qudsa Rezewî hate diyarîkirin heta sala 1400 reîsî wek berbijêr û li rastî de bê rikeberê posta serkomariya rêjîmê û kesê cihê hitbar û pejirandina Xamineyî, bi rêjeyekî gelek kême dengan, weke serkoma serî li sindûqan de îna derê.
Reîsî endamê herdûk organên rêjîmê yên meclisa Xêbrigana rêberî û kora berhevdana berjevendiyên rêjîmê bû, hevdem endamê dadigeha taybet bi rûhaniyetê jî bû.
Reîsî bi sedema desthebûn li kuştara bikome girtiyên siyasî û tepeseriya azadîxwazan û xelkê Îranê, ji aliyê rêkxistinên cîhanî û welatê Amerîka ve, bi cinayet dijî mirovahiyê hatibû sûçdarkirin.
Gerçi mirna cinayetkarekî dilreşe weke Reîsî û bikuj û biryarderê kuştara Hezaran kes ji baştirîn xortên welat û cinayet bi dijî mirovahiyê, ev ji roja dadigeha gel xelas kir, tenê em dikarin wê şadî û keyfxweşiya xelkê û malbatên qurbaniyan, wek xaleke mînak bibînin ku divê bo hemî cinayetkar û mirovkuj û tepeserkaran re bibe dersa ibretê.
Her digel belavbûna nûçeya kevtinexwarê û bêşerşûnbûna Hilikuptêra Reîsî, li piraniya bajarên Îranê de xelkê keyfxweşiya xwe derbirîn û bi agirbazî û belavkirina şîrniyan û dadana postên keyfxweşiyê li ser torên civakî, me dît ku xelkê welat, dehan hezar malbatên dilbirîndar yên qurbaniyên destê Reîsî û rêjîma komara Îslamî, heya çi qasekê dil tejî û vêzar û bi kînin ji wê rêjîmê û deshilatdarên wê.
Hekî ne, di nava sîstema rêjîma Îranê de reîsî tenê amil û bikerê afirandina cinayetan bû û mohreyekî pûç û betal zêdetir tiştek nebû, û bi mirn û ji navçona wî jî renge çi tiştek neyête giherîn û îstiratêjî û siyaset û îdolojiya paremayî a rêjîmê hekî xirabtir nebe, baştir jî nabe.
Di nava wê sîstema dîktator de hezaran cinayetkarên dinê ye wekî Reîsî henê û Xamineyî kê hezket dikare danê cihê wî.
Gorî yasaya rêjîmê, Hekî serkomar nemîne, heya 50 rojî şêwra hevpar pêkhatî ji serokê dezgehên qezayî û Meclisê û cêgirê serkomar, erkdarin ku li jêr çavedêriya Elî Xamineyî de karê wî encam bidin û kesekê bo cihê wî diyarî bikin.
Lê ev bas û gotinên çêkirina gumana li ser ji navçona Reîsî têne kirin û weke pirsyar derdikevin, kê û kengê dê bersiva wan bête danê, gelek rohne ku dê herwisa lêl bimîne.
Di dîroka deshilata rêjîma komara Îslamî de şerê jinav birin û hezfa hevdu de gelek mînak û belge hene.
Tîqîn û kuştina Serkomar û Serokwezîr, anku recayî û Bahuner, heya îro rojê jî nekarî vê gumana hezfa nava deshilatdaran biverewîne.
Kuştina Bihştî, Muteherî, Destxeyb, û gelek deshilatdarên dinê ji aliyê tunajo û têniyê deshilatê, nihajî bal xelkê bê bersiv mane, Xistina xwerê ye Firoke û Hilêkoptêrên dehan Fermandên artêşê û Sipahê bi sinaryoyên tesadufî, û gelek mînakên dinê, ji pîlanên herî berçave rêjîmê bûne.
Lewra digel belav bûna nûçeya kevtina xwarê ye Hilêkoptêra reîsî, hemî ev pirsyarane bal xelkê çêbûn ku erê gelo, tu bêjî teswiya navxwe nebe? Tu bêjî Muctebayê kurê Xamineyî ku niha çavê wî li kursiyê rêberiya babê wiye û reîsî weke rikeberê xwe didît, pîlana ji nav birina reîsî nedanabe?
Erê gelo tu bêjî Xamineyî hebxwe ji kar û kiryarên Reîsî têr û bêzar nebibe û okêya çêkirina wê bûyerê nedabe?
Erê gelo tu bêjî Îsraîl di nava axa Îranê de lênedabe ku heya niha mînak zafin li kuştina zanayên rêjîmê û girtina sîxuran û dizîn û birina bi Tonan perwendên Etomî de?
Bê guman ti carî xelk nagîje bersiva wan pirsyaran, û renge bi kuştin û hezfa kesekî weke Reîsî jî çi tiştekî taybet neqewime.
Ewa bal min girîng ewaye ku xelkê welat çiqas bi kuştin û ji navçona cinayetkaran keyfxweşin û di demekê de ku rêjî taziya giştî radigehîne, seranserî welat tereqebazî, şadî û şirnî belavkirin û keyfxweşiye.