Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer ji bo şer

17:23 - 22 Gulan 2024

N. Kerîm Perwîzî

W. Hesen Mukerem

 

 

Di gotin û dîtinên lêkolîner û hizrmendên siyaset û ramana siyasî de, dibêjin siyaset berdewamiya şer e, Bi gotineke din, heta ku hêza fizîkî, agir û şiyana kuştina yê din bi zelalî xuya bibe, şer berdewam dike û piştre qonaxek dest pê dike ku pîvanên şer ber bi hevkarî, lihevkirin, danûstandin û sepandina şert û mercan bi ser hevdu û berkevtiyan ve diçe.

Siyaset, ji vê perspektîfê, pêngava di dilê şer de ye ku bi têgihiştina piştî şer û nihêrîna li paşerojê, hewl dide rêveberiyeke din ava bike û di navbera aliyên şer de têkoşîna desthilatdariyê ji bo bidestxistina encamên tê xwestin.

Ev çend roj in ku şerê navbera Îsraîl û Hemasê didome û alîgirên Îsraîlî piştgiriya wê dikin, rexne jî dikin û givaşan lê dikin, di heman demê de Xamineyî û çeteyên wî piştgiriya Hemasê dikin û hêvî dikin ku şer û alozî berdewam be, û hêdî hêdî dîmenek dûr derdikeve ku piştî şerê 7ê Cotmehê çi bê kirin?

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê ku di destpêka şer de li gel Netanyahu kabîneya koalîsyonê ava kir, got ku divê bernameyeke piştî şer hebe. Digel vê yekê jî serfermandarê artêşê her liderheq vê yekê tiştek gotiye.

Eva di demekê de ye, ku hîn qonaxên şer berdewam in, heta niha çarenivîsa wan kesên ku ji aliyê Hemasê ve di kiryareke terorîstî de hatine revandin, ne diyar e û baregeha Hemasê jî li Refehê maye, Ev nîşan dide ku rast di dilê şer de, dema çek dişewitin û bombe dişewitin, divê aliyên şer li ser vemirandina agir bifikirin û roja piştî şer, Diyar e piştî şer êdî ne cîhana şer û ne jî cîhana beriya 7ê Cotmehê heye!

Ger em bi lêkolineke bilez û hinekî kûr li bûyerên cîhanê û derdora xwe binerin, gelek ezmûn û serpêhatî ji me re dibêjn ku bi dana berhev a rewşa welatekî wek Îranê gelek cudahiyan nîşanî me didin!

Rastî, ne hewce ye ku em bibin xwendekarên doktorayê li zanîngehên bi prestîj, da ku fêm bikin ku siyaset berdewamiya şer e, lê bi çek û taktîkên cûda. Bi xwendina nûçeyeke wisa ku hinek berpirsên hinek welatan dibêjin, jixwe bernameya me ya roja piştî şer heye, em hest dikin ku ev şer heta dawiya dinyayê û heta hetayê namîne!

Ji nişka ve ev yeka ji bo me çê dibe ku divê em di nava şerê mûşekî, bombe û roketan de li paşeroja gel û welat bifikirin!

Di heman demê de, ew ji me re vê dibêje ku şer, bê xwestin an nexwazî, wekî kiryarek heywanan ku tenê armanca wan kuştina hev e, nebînin! Sedema vî şerî çi dibe bila bibe, divê em vê jî bizanibin ku civakek mirovî heye ku divê em li ser birêvebirin û peydakirina derfetên jiyanê yên piştî agirbestê bifikirin.

Ev hemû birûskên ji nişka ve ji me re dibêjin ku siyaset dirêjkirina şer e û tu siyaset bê fikir û dîtingehan nayê kirin!

Tu nikarî behsa siyasetê bikî û bêyî fikrekê hewl bidî ku di warê siyasî de çalak bibî! Di nebûna ramana siyasetê de, hem hûr û hem jî gir, ew tenê dibe sedema mafyayê!

Tu şer tenê ji bo şer nayê kirîn, û şerê ji bo şer tenê di nav dînên ku nizanin çi dikin heya ku ji hev dernekevin û paşê nayên bîra xwe çi kirine?! Pevçûnek di her cure şer de, bi awayekî demkî jî, dê raweste û dibe ku çend salan ji nû ve derkeve holê, lê di dema rawestanê de, divê hêzên ku xwe îspat kirine ku jêhatî ne û çiqas zirarê bidin wan, were fikirîn ka ji bo gel çi dikin? Di dema agirbestê de bûyeran dijî û birêve dibe, û bi wateyek kûrtir, siyaset îro çawa rêve dibe û sibe çawa dirust dike? Siyasetvanek zana darêjerê pêşerojê ye.