
Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Çarşemî 15ê Çiriya Pêşîn bi belavkirina daxuyaniyekê tevî îşarekirin bi guherînên vê dawiyê ragihand ku xelkê Amerîkayê xwe ji serdana Îranê biparêzin û hekî niha li Îranê de ne hewceye bi lezgînî ji Îranê derkevin.
Herwisa Wezareta Derve ya Amerîkayê li vê daxuyaniyê de daye zanîn ku xizmetguzariyên kunsûlî yên asayî li Îranê de ku bi rêya balyozxaneya Swîsê dihatine kirin, qut bûne.
Rêjîma Îranê hewlê dide ku bi tohmetlêdanên çewt xelkê welatên Rojavayî bi taybet Amerîkayê binçav bike û wek kartek givaşê bi kar bîne, barimtegirtin yek ji taybetmendiyên neguher e siyaseta wehmî ya rêjîma Îranê ye ku her roja hatî ser kar heta niha didomîne.