
Pêka raporên belavbûyî, rêjîma Îranê li roja Çarşemî 15ê Çiriya Pêşîn de 17 girtî li girtîgehên xwe li bajarên “Nehawend, Îlam, Birûcêrd, Bîrcend, Îsfehan, Erak, Kerec, Kirman, Cîroft û Qezwên”ê de bidar vekirine û bi wî awayê rêjeya bidarvekirinan li 23 rojên derbasbûyî de, gihîşte 202 haletan.
Li wan bidarvekirinan de jinek a bi navê “Nahîd Himmetî” li girtêgeha rêjîmê li bajarê Nehawendê de hatiuye bidarvekirin û herwisa li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îlamê de girtiyek ê bi navê “Ehmed Bêygnasirî” ji aliyê rêjîmê ve hatiye bidarvekirin.
Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet gelên “Kurd û Belûç” bi kar tîne.