Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump careke din huşdarî da Hemasê ku pêbendê xalên lihevkirina Xezê be

10:20 - 16 Çirriya pêşîn 2025

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê careke din huşdarî da Hemasê ku pêbendê xalên lihevkirina agirbesta Xezê be hekî dê careke din fermana şer bide Îsraîl û ev huşdarîdana li halekê de ye ku roja pêştir gef li hemasê kiribû ku hekî dest ji çekên xwe bernedin, dê Amerîka bi zorê û lezgîn wan çek bike û dê her derî bo Hemasê bike dozex.

Pêka girêbesta Xezê, dibe hemas hemû barimteyên zindî û termê 28 barimteyên kuştî radestî Îsraîlê bike lê Hemasê bilî azadkirina 20 barimteyan, li destpêkê de bi tenê termê 4 barimteyan radest kirine û îdia kiriye ku bo peydakirina termên din ên barimteyan hewcehî bi alavan hene û yên peydakirî jî bi tevavî radest kirine.

Herwisa Firansê jî daxwaz ji Hemasê kir ku bi lezgînê dest ji çekên xwe berdin û ragihand ku çekên li destê Hemasê netenê gef bo ser deverê ye belku dê xelkê Felestînê tûşî azar û jana zêdetir û bitenêmana zêdetir li civaka navnetewî de bike.