Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartin, gendelî û şikandina keramet

12:31 - 4 Hezîran 2024

N. Kerîm Perwîzî

W. Bêhzad Simko

 

 

Rêkxirava navnetewî ya destpakiyê li watekirina çemka gendeliyê de wiha dibêje: “Gendelî ji mifahvergirtina xirab ji berpirsayetî li pêxema berjewendiya kesîn pêk hatiye. Gendelî baweriyê ji nav dibe û dêmokrasiyê lawaz dike û astengan dêxe ser rêya geşekirina aborî û herwisa bêdadî û hejarî û cudatiya qatî li civakê û kirîzên civakê dijwartir dike!

Li warê aborî ve li sîstema hikûmî û heta rêkxiravên ne-hikûmî de li cîhana sêyem û bi atybet li Rojhilata navîn de heye, gendeliya rohn û eşkere ye ku heta vê astê ku xwe weke adetê civakê dide xuya!

Li cîhana belalêdayî de, gendelî heta astekê berfireh bûye û toyê xwe belav kiriye ku ew kesê berpirs e gendeliyê zêdetir dike bi zîrektir û bi şiyantir tê dîtin û wek mîrateke giştî tê mêzekirin û ew berpirsê ku digel sîstema gendeliyê rêk nekeve wek saza nekok ya li nav orkestrayê de mêze dikin û demfonî û harmoniya têk daye û dibe ji holê bê rakirin! Yasa li wir de berewajî ye: Sîstem gendel e û takê berpirsyarê dije gendelî, bi dije sîstemê tê dîtin û divê ji kar bê derxistin! Li vê kultûra giştî ya gendeliyê de, rêjîma wialyeta feqîh wek çavkanî û maka ne tenê gendeliyê, belkû pergala hemû gendeliyek xwe nîşan dide û heta li şerê berjewendiyê de jî li nav bandên xwe de gendeliya bi hezaran milyardî eşkere dibe, rêber tê ser xet û fermanê dide ji vê zêdetir midyayîkirina vê nedomînin! Çimkî li vê sîstema gendeliyê de, gendelî bi xwe tawan nayê hisêb belku midyayîkirina vê bi tawaneke gelek qirêjtir tê nîşandan.

Lê xirabtir ji gendeliya aborî û mifahvergirtina xirab ji berpirsayetiyê, diyardeyeke din a bi nvaê ji rêderxistina hilbijartinan û li rastiyê de dizîkirin û destêverdan li deng û îradeya dengderan e ku ji gendeliya aborî û mifahvergirtina xirab ji berpirsayetiyê jî xirabtir e.

Gendelî li 2 tiştan gelek vêzare:

Yekem: ji mîdyayîkirin û li rastiyê de ji rohnî û destpakiyê bêzar e û her çi qas li odên daxistî de bimîne, rêya sazan û perdepoşkirina û nanbiqerdanê peyda dike û her çi qas bigîhîje nav ragihandin û hizra giştî, bêzartir dibe û ji eşkerebûna rastiyan bo xelkê nigeran e!

Duyem: gendelî ji paqijkirina sîstemê û hatina ava taze bo nava golê, bêzar e, çimkî hêdî hêdî bi hatina berpirsên nû ku bi hilbijartina serrast û ji aliyê xelkê ve hatibine hilbijartin, nigeran e û ji wan bêzar e, çimkî nûbûn û dengê azadiya xelkê û hilbijartina kesên din, wek derbaskirina ava paqij û çavkaniya pak bo nav gola avê û vekirina rêya derbasbûnê ye ku golekê tevlî çem dike û ava nû, jiyaneke nû dide bendavê.

Hilbijartin bi tenê nîşanderê azadî û dêmikrasiyê nîne, çimkî hekî wa ba, Beşar Esed û Pûtîn, dê qehremanê dêmokrasiyê bana, belkû hilbijartin vê demê wateya serrasta xwe heye ku azad û dadpewer be û mafê tak wek çavkaniya rewayîdan bi sîstemê bi fermî nas bike. Li rastiyê de hilbijartina azad û dadperwerane li fermînaskirina tevahiya wan tiştene bi dest ve tê ku dikarin bibêjin bi navê îtirafkirin bi kerameta mirov bêne binavkirin.

Li wir de ye ku hilbijartin dibe pêvajoyek bo nîşandana îradeya mirov û selimandina kerameta mirovî. Ger em bi wî çavî dêna xwe bidne hilbijartina azad û dadpewerane, em dibînin ku çîroka wilayeta feqîh û diyardeyek a bi navê hilbijartin, çêrokeke dehan salaneya binpêkirina kerameta mirovan li vê cografiyayê de ye.

Li mînaka herî nû, her li navxweyê moreyên destnîşankiriyên spaha pasdaran û yên heliyayî li nava wilayeta feqîh de, heta rehim bi yekê jî nekir û henekên xwe li wan kirin ku dengê nerizayetiya pasdarên xwe jî bilind kir!

Gera nû ya meclîsa hikûmî tevî baykotkirineke berfireh a neteweyên li Îranê de bi rêve ço û heta amarên destçêkiriyên rêjîmê jî da selimandin ku piraniya civakê li dijî wilyeta feqîh in û beşdarî nekirine û li dora duyê ya hilbijartinê de li hinek bajaran ku mabûn, heta kêmtir ji %8a xelkê beşdarî li vê şanoyê de kiribûn.

Li meclîsekae wiha de li 9ê Cozerdana 1403 a rojî de ku xwestin desteya serokatiyê bo meclîsê diyarî bikin, li nava nêzî 300 kesên beşdar de hejmara dengan ku hatine xwendinê û desteya serokatiyê hate diyarîkirin, pêka nûçeyên ku rêjîmê bi xwe belavkirine, endamên meclîsê nerizayetiya xwe dane xuya û daxwaz kiribûn ku dubare dengan bihejmêrin û hate dîtin ku hinek kes hebûn ku nêzîk bi nîveya dengên wan, nerast bû! û bi zêde bo wî nivîsandibûn!!!

Li yekem şanoya hilbijartinê ku rifrandoma direvîn a rêjîmê bû heta vê meclisa rêjîmê, ti demekê dengê serrast ên dengderan nehatiye xwendin û her tim destêverdan li dengan de hatiye kirin.

Li şêwazên destêverdan û dexeliyên dengan û rênedan bi xelkê bo xwe berbijêrkirinê û gefxwarin li xelkê bo beşdarî û herwisa dengdana bi zorê bo berbijêrên diyarîkirî û heta dehan şêwazên din ên destêwerdana hilbijartinê serrast, komara wilyeta feqîh, ceribandinên dehan sale hene û heta ew şêwazane bo welatên din û hinek cihên ku li wir bandor heye, şandine.

Piştî ku Reîsî û heyeta terorîstên hevkarên wî bûne rijî, komara îslamî dixwaze gereke nû ya şanoya hilbijartinê bo diyarîkirina dewsa Reîsî lidar bixe û hinek moreyan tîne û bazara hilbijartinê bi wan gerim dike û li dawiyê de jî moreyeke hewce bo vê serdema rêjîmê dê bêxe ber wîtrînê. Dexelîkirin û danîna mohreyan û piştre destêverdana hemû binyatên hilbijartina azad wek nerîteke hertimî cî bi cî dike û şanoyeke din lidar dixe. Ji hemûyan xirabtir ew e ku bo perdepoşkirina tawanên wan ji peyvên siyasî de çemkek nû çendîn sal in ku çêkirine û navê vê danane muhendisiya hilbijartinê.

Ev a ku bo vê kiryarên kirêt navê muhendisiyê li ser datînin, li rastiyê de dixwazin li warê xirabiya wateya destêverdana li dengên xelkê û tawanên wan kêm bikin û bi anîneberbasa peyva muhendisî, bi curek zîrekiyake ji şiyanê xwe de bidne xua û bi peyva endazyarî, rewatî bidne tawanên xwe. Neku li rastiyê de ewa ne tenê muhendisî nîne, belkû sivikatî bi kerameta morovan e.

Gendeliya aborî her wekî ku li destpêkê de hate îşarekirin, mifahvergirtina xirab ji berpirsayetiyê, ew xirabî hene ku hatine îşarepêkirin, lê destêverdana hilbijartina ji gendeliyê xirabtir e, çimkî hem mifahvergirtina xirab ji berpirsayetî û hem dengên mirovan jî bi bê nirx û bê biha dibîne û li rastiyê de hekî gendelî, timahiya li kîs û nanê ser sifreya xelkê ye, destêverdana hilbijartina jê standina nasnameya ji tak û binpêkirina kerameta mirovan e.