N. Serbest Urmiye
Pitir ji nîv salê ye ku gerra nû ya şer di navbera Îsraîl û taqimên şerxwaz ên Felestînê yên girêdayî bi ”Hemas”ve ku rejîma Îslamî ya Îranê piştevaniyê ji wan dike, didome. Şerê ku piştî êrîşa bi navê “Bahoza El Eqsa” ya ku di roja 7’ê Oktobera 2023’an a Zayînî de ji aliyê taqima “Ezedîn Qesam” a girêdayî bi rejîma Îrane ve bo ser xelkê sivîl yê Îsraîlê destpêkir. Di heyamê ku şer li herêma ”Xeze” a Felestînê de berdewam bû, ji bo ku xelkê sivîl li zirarên zêde yên şer were parastin, artêşa Îsraîlê daxwaz ji xelkê sivîl kir ku li herêma bi ewle ya ”El Mewasî”, akincî bin. Her weha hejmareke zêdê jî ji xelkê sivîl li herêma ”Refeh”ê akincî bûn, lê li gor ragihandinên berpirsên siyasî û leşkirî yên Îsraîlê, taqima ”Hemas” ji herêma navbirî bo êrîşên mûşekî bo ser Îsraîlê mifah wergirtiye û ev yek jî bû hêcetek û Îsraîl êrîşeke berfireh destpêbike bo ser herêma ”Refeh”.
Li gor amarên fermî, piştî êrîşa han ku tê gotin bi merema derbe lêdanê li taqima ”Hemas”ê û kuştina hin berpisriyarên şerxwaz yên vê taqimê di herêma navbirî de bûye, 45 kes ji xelkê sivîl hatine kuştin. Kuştina xelkê sivîl ji bilî navendên siyasî û biriyardanê yên cîhanî, yê bûye sedema dengvedenên cuda di nava kom û takên civakê de jî.
Hevdem ku dewleta Efrîqa ya Başûr, Îsraîl di Dîwana Bilind a Dadweriya Cîhanî ya ”Lahe” de bi komkujiyê sûçdar kir û biryara sekinandina şer û derketina leşkirên Îsraîlê li herêma ”Refeh” ê li dîwana han wergirt, gellek serok û berpirsên dewletên cuda jî êrîşa han şermezar kirin. Di pêngaveke nû de welatên weke Norwêj, Îspaniya û Komara Îrlend’ê, Felestîn weke dewleteke serbixwe dane zanîn.
Ji bilî helwestên siyasî, di torên civakî de jî silogana ” All Eyes On Rafah” wate hemû çav ji “Refeh”ê dinihêrin, bi terzeke berbilav ji aliyê çalakvanên sivîl û bikarhînerên torên civakî de hate weşandin ku tê de hejmareke zêde bikarhînerên Kurd ên jî dihatin dîtin.( Helbet silogana han nemaze di nava bikarhînerên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de dengvedaneke dijber û berevajî jî hebû ku bi navê Kurdistan, Efrîn û Îranê, dijberiya xwe bi silogana han re eşkere kirin).
Ya ku ji hemûyê pitir bala mirov dikeşîne, hevterîb bûna helwesta cihanî derheq şerê li ser ”Refeh”ê ye, tevî helwesta rejîmên Îran û Turkiyê. Rejîmên ku rondikê mekr û fêlan bo Felestînê dirêjin û ji her derfetekê mifahê werdigirin ku şerê li dijî taqimên şerxwaz li Felestînê yên ku hertim gefê ji ewlehî û tenahiya herêm û cîhanê dikin, weke şerê li dijî mirovahiyê û komkujiyê bidin nasandin, li hember çavên cîhanê di dîroka xwe ya hevçerix de, bi dehan komkujî û tirajidiyan li dijî mirovahiyê di asta cîhanî û bi taybetî di Kurdsitanê de tomar kirine û nahên baskirin.
Dewleta Turkiyê di heman demê de ku li komkujiya Kurdan li Bakûrê Kurdistanê û herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e, ji bilî komkujiya Ermeniyan ku heta qasekê bi fermî di cîhanê de hatiye nasandin, li Kurdistanê destê xwe ji çi derfetekê bo komkujiya Kurdan neparastiye û ji bilî komkujiyên Dêrsimê û Geliyê Zîlan, êrîşa bi top û tangan û wêrankirina taxên cuda yên Amedê, komkujiya kasibkarên Roboskiyê û .... jî di dîroka xwe ya nû de tomar kirine.
Li Îranê jî di demekê de ku em ber roja 12’ ê Cozerdanê salvegera li sêdaredana 59 ciwanên bajarê Mehabadê(sala 1362’an ya Rojî) bi destê rejîma Îslamî ya Îranê ve diçon, ji bilî komkujiya bajarên Sine, Kirmaşan, Nexede, gundên Heleqoş, Gêçê, Pîrancix, Qarnê, Qelatan, Çeqel Mistefa, Xelîfelyan, Gorxane , Cibraîlawa û Gundewêlle û ... kuştina bi hezaran giriyên siyasî yên Hawîna sala 1367’an a Rojî, li her bihustekê ji axa Rojhelatê Kurdistanê, Belûçistanê, Xozistanê û ... de tirajidiyek li dijî mirovahiyê di karnameya rejîmê de hatiye tomarkitin û destê vê di hejmareke zêde li komkujiyan di asta herêm û cîhanê bi taybetî di Îraq û Sûriyê de, nehatiye veşartin. Ya herî berçav ku heya niha jî civaka cîhanî weke hewce bala xwe nedayîyê de, komkujiya xelkê nerazî yê şoreşa ”Jîna”yê, ye ku rejîm heya îro jî di terzên cuda de berdewam e li kuştina ciwanên Kurdistanê û tepeserkirina şoreşê. Ji bilî tepeserkirina azadîxwazan, li gor hejmarên ku heya niha hatine ragihandin tenê di 2 mehên borî yên sala nû de 17 kolber di pêxema peydakirina nan û jiyanê de bi guleyên rejîmê hatine kuştin, helbet Kurdên ku hatine lisêdaredan jî hejmareke cuda tomar kirine.
Eva rast e ku kuştina mirovan di her ast û qewareyekê de mehkûm e û pêdiviyê berengariyeke cidî û cîhanî ye, lê niha banga me ji civaka cîhanî û rêkxistin û çalakvanên sivîl eva ye, gelo bila we dîrok ji bîra xwe biribe, lê di bûyerên nû de, dema ku tangên dewleta Turk li Efrînê û tangên ”Heşd a Şeibî” li Kerkûkê bi alîkariya rejîma Îranê bi ser laşê şervan û Pêşmergeyên azadîxwaz ê Kurd di pêxema avakirna dewletê de derbas dibûn, çavên we Kurdistan didîtin?
Gelo we laşê Mihemed ê şewitî bi çekên qedexe kirî yên Turkiyê di şeqamên Efrînê de nedît, yan çavên we li Amedê nebûn ku tûrikê hestiyên xortê Kurd li ser destê babê wî bibînin. Dema ku di Şoreşa”Jîna”yê de , şeqam û kolanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê di pêxema jiyaneke azad de bêhna xwîn û barûtê girtibûn, we ji kur mêze dikir? Bi xasmanî banga me li çalakvanên Kurd e ku di vê derheqê de, ma gelo hûn bi dengê bangê sibê jî hişiyar nabin ku termên Kuştî yê kolberan û li darvekiriyan li ber girtîxaneyên rejîma Îranê bibînin?