Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çendîn cihên Kurdistan û Îranê de xelk hate ser şeqaman

12:34 - 17 Îlon 2025

Li sêyemîn salvegera Şehîdbûna Jînayê de li demjimêrên şevê 25ê Xermananê, tevî zêdebûna pirsgirîkên înternetî hinek girte vîdyo ji aliyê xelkê ve hatine belavkirin ku didin xuya li kiyanmêhra Kerecê de jinên azadîxwah rijiyane ser şeqaman û daxwaza tevlîbûna xelkê bi xwenîşandanan kirine.

Herwisa bajarê Sinê, Seqiz û Kirmaşanê de hêzên ewlehî yên rêjîmê bajar milîtarîze kirine lê li bajarê Seqizê de xelk rijiyane ser şeqaman û dijî rêjîmê durûşm dane.

Li taxa Sadiqiye ya bajarê Têhranê de xwenîşandan bi dirûşma bimre Xamineyî bi beşdariya berçav a jinan bi rê ve çoye

Li bajarê Quds a ser bi bajarê Têhranê de hêzên întizamî yên rêjîmê êrîş kirine ser xwenîşanderan lê xelk li hember wan sekinîne û ev kutane û neçar bi revînê kirin.

Li bajarê Şîrazê de jî li navbera hêzên serkutker ên intizamî û xelkê xwenîşander, li pişt kela Kerîmxan, pevçon û alozî çê bûye.

Li bajarê Tewrêzê de bi durûşma bimre Xamineyî şeqama mehellatî ji aliyê xelkê ve hate daxistin.

Pêka dawî raporan, hejmara xwenîşanderan dem bi dem li çendîn taxên bajarê Têhran û Kerecê bi taybet Goherdeştê, zêde dibin.

Li henek taxên bajarê Têhranê de jî rewş ewlehî ye.