
Bi hilkefta 26ê Xermananê li 33emîn salvegera Terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi awayekî berfireh çalakiyên teblîxî yên endam û alîgirên Hizba Dêmokrat hatine lidarxistin ku beşek ji wan çalakiyên vê dawiyê ev in:
Li bajarê Pîranşarê trakt û wêneyên tabet bi 26ê Xermananê li gundên Kewperê, Kelekîn û Bindirê û herwisa rêya Girdê kawlan bo Maşkanê, de hatine belavkirin.
Li bajarê Şinoyê li gundên Xurişt û Sînganê dengê Şehîd Dr. Şerefkendî ji bilingoya mizgevta wan gundan bo xelkê hatine belavkirin û li taxa Xeyam û derdora Sebtê Ehwal û a bajar û herwisa li devera Dolê de li gundên Zêwe, Semertû, Jarawa, Nenas, rêya Mihabad-Urmiye û li devera Deştebîlê de li gundên Sêraya Kanîsipî, Sêraya Îslamlû, rêya Dorbe, pira Reşgwend, Mizgevta Reşgwend û Girkegûrê de çalakî bi rê ve çon.
Herwisa li bajarê Sinê de li xevtingeh a zanîngeha Kurdistanê, wêne trakt û poterên taybet bi 26ê Xermananê û herwisa çalakiyên bi hilkefta 25ê Xermananê li sêyemîn salvegera şehîdkirina Jînayê hatine belavkirin.
Li bajarê Seqizê jî bi hilkefta 25 û 26ê Xermananê, li gundên Masiyera Çêx, Kanî Seyîd, Qişlaxa Mile, Mile, Rosteman, Derequle, Deretifê, Qarawa, Sermûse, Şêxele, Seyfawa, Hanemîran, Çarêraçapan û parsaniyan, û herwisa bajaroka Merxoz, çalakiyên teblîxî bi rê ve çon.
Li bajarê Bokanê de jî çalakî li gundên Mehmûdabad, Cemoxe, Seydawîya Qacir, Kanî Panke, Qarewa gewre, Bogebesî û Baxlûceyê de çalakiyên berfireh bi rê ve çone.
Têkoşerên Dêmokrat tevî lidarxistina wan çalakiyan, soza digel rêbaza şehîdan bo berdewamkirina doza wan, dubare kirin û amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî û niştimanî, ragihandin.