Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîroz be 44emîn salvegera avakirina Radyo Dengê Kurdistana Îranê

19:11 - 19 Hezîran 2024

N. Nûredîn Sofîzade

 

 

Piştî serkevtina şorişa gelên Îranê bi dijî rêjîma dîktatore Mihemed riza Şahê Pehlewî, û piştre hatina ser deshilatêye rêjîmekî dîktatortir ji ya pêş xwe anku rêjîma kevnarperwere komara îslamî bi rêberiya Xumeynî, ku bersiva daxwaziyên xelkê azadîxwaze Kurdistanê bi agir û asin û êrîş û kuştarê hate danê, dema ku dengê azadiyê li seranserî Îranê de hate fetisandin, 44 salan berî niha di roja 27ê Cozerdana 1359a a Rojî, û li germiya xebateke rewa û berxwedanekî bê mînak ya xelkê Kurdistanê  hêza gernase pêşmerge de li hember êrîş û kuştara rêjîmê li ser gelê me, herwisa xebat bo bi bidestveanîna maf û azadiyên xelkê Kurdistanê ku berdewamiya tevgereke mafxwaziya netewî ya geleke xedirlêkirî bû, Radyo Dengê Kurdistana Îranê perdeya tarîtiya sansor û tepeseriya sîstematîk a propagandaya desthilata dijîgelî ya komara Îslamiya Îranê li Kurdistanê de dirand.

Radyo Dengê Kurdistanê ku ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve û bi peyama rêberê mezin û lêzan û Sekreterê Hizba Dêmokrat , Şehîd “Dr. Qasimlo li 27ê Cozerdana sala 1359 a Rojî dest bi weşana bernamên xwe kir û hate avakirin û wek Dengekî bi gur û heqbêj bû dengê azadî û mafê netewî, hevdem digel vexwandin û piştevanî li rewabûna tevgera Kurdistanê, pêşmergan li hember leşkerê kevnarperwere rêjîma Îslamî,  bi dengê xwe yê zelal li hember pirûpagenda bi jehr ya tejî direv û a rêjîma cinayetkar de sekinî û bo xelkê Kurdistanê bû çavkanuyeke cihê bawer û hitbarê.

Dengê Kurdistana Îranê tevî hemû astengiyên nebûna alavan û cihguherînên berdewam bi sedema şer û êrîşa li Kurdistanê, erkek giran a ragihandinê kevte ser mila, li hizir û wijdana çendîn nivşên Kurdistanê de bi awayekî bi şan, bûye bîranîneke mezin çi mal û kes li Rojhilatê Kurdistanê nebû ku dengê wê Radioyê guhdarî nekiribe û wekî neynûka rastiyan digel deng û basên wê derbas nekiribe.

Kesên avakerên Radio Dengê Kurdistana îranê, û hemî ev kesên ku li gihandin, nivîsîn û amadekirin û tomarkirin û belavkirina bernameyên Radyo Dengê Kurdistanê de rol û bandor hebûne û ked û zehmet kêşane, û kar li wir kirine, gelek kesên mandînenas û fîdakar û dilsoz bûne û renge nav anîna wan tomarên mezin bixwaze, Lê kesên ku li rêkxistina Radyo Dengê Kurdistanê û li ser pêragirtina vê li dijwartirîn rewşan de li wir kar dikirin û baştirîn qonaxên temenê xwe li wir danîn ku beşek ji wan hatine şehîdkirin û beşek ji wan koça dawiyê kirin û beşek ji wan jî hêj li çepera avakirina Radyo Dengê Kurdistana Îranê  anku Hizba Dêmikrat a Kurdistana Îranê de mane bo her tim li hizîr û bîran de dimînin. Kesên ku nav û deng û sîmaya wan beşek ji “Radyo Kurdistan”ê bûye, niha jî wek hêmayek û sembola vî degngê heqbêj, têne naskirin û li cem hevçeperên wan û xelkê Kurdistanê cihê rêz û pêzanînî ne.

Niha ku 44emîn salvegera avakirina Radyo Dengê Kurdistana Îranê bi bîr tînin, tevî ku alavên din ên pêwndîgirtin û gihandina zanyariyan û ragihandinê ên wek Têlêvîzyon û torên civakî û bi giştî internet û soşyalmêdia, cihê radyoyê girtine, lê taybetmendiyên Radyo Dengê Kurdistana Îranê wek take ragihandinek ku li qonaxeke taybetî ya xebatkarane de erkek giran  danîbûne ser milê vê, bo gelek ji têkoşerên Dêmokrat û xelkê Kurdistanê, cihê naskirin û bi biranînê ye.

Bi vê hilkevtê û 44 emîn salvegera avakirina Radyo Dengê Kurdistana Îranê de tevî bilindnirxandina vê yadê û rola bilind a avakerê Radyo Kurdistanê, em ti carî nirx û keda ku bo wê Radioyê hatî danê ji bona gihandina wî dengê mafxwazî û heqbêje tevgêra berheqe gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, em serê xwe li hember riha wan kesên ku bi her awayekê îca şehîd bibin yan koça dawî kiribn ditewînim û rêz û pêzanînê li hember keda heçî kîjan ji xebatkarên dinê ku li radiyo dengê kurdistanê de kar kirin û rol hebûn nîşan didin.

Li dema ku em basê wan kesan dikin ku rol li avakirina wê Radiyo yê de hebûn, em nikarin basê rol û ked û nirxa girane kesekê nekin ku ev jî Nemir Muhendis Riza Xeyatî ye ku berpirs û mihendisê Fenî yê Radiyo yê bû ku her li yêkim roja avakirnê weke zarokekî xwe Radio li himbêza xwe de xwedî kir û û mezin kir û parast û bi wefadarî û sozek ku dabû rêberê mezin Dr. Qasimlo heta dawî nefesa xwe her li wê radiyo de ma û bi xeyal û xevin û komek xwezî û hivî, mixabin koça dawî kir. Ew xebatkar û azadîxwazekî xeyrî Kurd bû ku tenê baverî bi azadî û dêmokrasî û hevxebatiyê hebû ku mixabin li vê rêkê de gelek nirxên mezin dan, lê bi serbilindî ço nav gorê ku heta Kurd û xebat heye yad û navê Mihendis jî her zindiye.