Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimlo: Rêberek demokrat û dijî olîgrşizmê

19:08 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2024

N. Elî Munezemî

 

Karakter û taybetmendîya herî bihêz a kesayetîya dr. Qasimlo demokratîkbûna wî e ku dost û neyarên wî li ser wê karakterê li hev dikin. Ew yeka jî dizivire bo wê rastiyê ku Qasimlo lîstika siyasî di civakê de, di navbera merivên wek hev de dibîne û hemû endamên civakê xwediyê nirxek wek hev dizane. Li ber ku meriv cihêrengin û her yek li wan dikare tiştekê di jiyana xwe de pêştirîtiyê bidê de, bes weha civakek ne xwediyê tenê yek tişta girîng û bilindtirîn armance, lê belê dikare bi qasî hejmara merivan armancê cihêreng tê de hebin û her yek li wan jî bo realîzekirina armancên xwe têkoşîn û xebatê bike. Li ber hindê jî gava ew dîktatoriyetê hildiweşînin, di navbera xwe de wekheviyê ava dikin û bi hilbiratinê desthilatdaran bo civaka xwe hildibjêrin. Yanî di hikûmeteke demokratîk de xelk azad e çi dikin û çi dibêjin. Lewre her kes dikare li gor keyf û selîqeya xwe jîyana xwe dîzayn bike. Ewa jî dibe sedem ku di civakê de selîqeyên cihêreng di civakê de derbikevin û hemû taybetmendiyên merivan xwe nîşan bidin. Ewa jî baştirîn cureyê hikûmetdariyê e.

Qasimlo awa kirin û berdewambûn desthilatdariyeke demokratîk girêdayî bi hebûna kesayetiya demokratîk a takên civakê ve dibîne û di wê baveriyê de ye ku bilindkirina asta demokratbûna takên civakê dikare desteberê îstiqrar û berdewambûna demokrasiyê bike di welat de.

Di hikûmetek demokratîk de zext li kesê nayê kirin ku bi zor barê desthilatdariyê dayne ser milê xwe û ne jî xelk neçare ku desthilatdarên nelayiq tehemul bikin.

Kesên olîgarş re tenê dewlemendî û pere girîng e û tenê kesên xwedî pere digihîjin desthilatdariyê. Li ber hindê jî hemû kes tê teşwîqkirin bo ku bo pere xerckirinê zêdegaviyan bavêjin û ew yeka jî piraniya civakê di feqîrîyê de dihêle. Ewy eka jî dibe sedem ku nerazîbûn di civakê de zêde be û li dijî desthilatdaran şoreş û serhildan çêbe.

Qasimlo dij-olîgarşî bû û ne tenê hewl dida ku di nav endamên rêberiya partîya wî de dewlemendiyek zêde kom nebe û rêberê zêde li endaman dewlemendtir nebe, di heman demê de bi xwe jî bibû mînak di bikaranîna servet û dewlemendiya xwe de ji bo pêşxistina têkoşînê. Ji ber ku eger sîstema olîgarşîk şûna demokrasiyê bigire, wê civakê bike du eniyên dewlemend û feqîr û di encamê de civak nikaribe xwe li hember dijminên xwe biparêze. Ji ber ku her du çîn mijûlî dijberiya hev dibin û dijminên xwe ji bîr dikin. Lewma olîgarş di her warî de têkçû û winda kiriye.

Carekê ku rojnamevanek li dr. Qasimlo dipirse «gelo servet û dewlemendiya te çend e?”, Qasimlo li bersivê dibêje ku «dewlemendiya min evîn û xweştevitiya neteweya min e. Liber ku meriv çend dewlemend be bin pere, ew dewlemendî rojekê xilas dibe. Lê evîna netewê di dîrokê de tê nivîsandin û nayê jibîr kirin.»

Qasimlo bi wan pirsensîp û şîretên xwe desrên mezin bo me bi cih hêlane. Em jî dibe di jiyana xwe ya siyasî û di xebata xwe ya azadîxwazane de wam pirsensîpan bikar bînin. Eger em nekarin wî karî bikin, emê roj bi roj bibin sedemê qelsî û lawazbûna şoreşê. Li ber ku her pêngavekê ku em hildigrin bo aliyê olîgarşiyê, ew yek me li demokratîkbûn û şoreşgeriyê dûr dixe û wek dr. Qasimlo dibêje «her pêngavek ku em bo aliyê dîktatoriyê hildigrin, me li demokrasiyê dûr dixe û zivirîn dijvar dibe.»

Ez baverim ku ew pirensîpa ne tenê bo dema şoreşê, lê bo dema piştî serkevtinê jî girîng û sentral e. Bo hindê ku neteweya me piştî rizgariyê xweziya zivirîn bo serdema bindestiyê nexwaze, em dibe bi awayek rast tevbigerin û xizmet bi netewe û welat li serveyî hemû tiştekî re bigrin û ew baveriya ku dr. Qasimlo bi xebat û têkoşîn û reftara xwe di pratîk û axaftin û nivîsnê xwe di nava xelkê de pêkanî, em jî li ser wê rêyê berdewam bin û ew rê yê me bigihîne hemû armancan.