Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîmaya Dêmokrat, dilequtk û nîgeraniya rêberek

18:45 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2024

N. Kerîm Perwîzî

 

Xala herî girînge kesayetiya rêberekî siyasî yan heçî rêberekî li warên dinê de, eve ku mirov bi xatircemî ji hundirê wî bi wateyekî din bi erxayînî wî guhdarî dikin û xeberê wî dikin û ev rêbere jî mirovên derdora xwe wekî mirov dibîne, neînku wekî pirebask wan bibîne.

Rêber li xebata neteweyekê de, dengekî hundiriye ku kite kes li hundirê xwe de dibihîsin li hizr û raman û gotina wan de deng vedide. Her lewmaye ku rêberê netewî li ser bingeha bandora dîrokiyî peyvan hildibijêre û bi sehkirin bi berpirsayetiya li henber peyvan tîne ser zar û zimanan. Peyv li cem rêberê siyasî yê xebatekî pir ji gernasiya neteweyekê, dengekî demkî û hestekî kêm nine, belku derwestbûne li henber zeman û pêşerojê jî, lewma li hizra giştî de dimîne û gotinên wî dibne rêbaz û risaya xebata çendîn nifşên piştî wî jî.

Duktor Qasimlo çi wekî rêberekî siyasî ku diba siyasta şorişekê dabirêje û çi wekî rêberekî netewa xw dibû rabûna netewa xwe ya bêpar ji niştîmanekî azad ve girê bide û hivya lê xwedîderkevtina ji niştîman di nava wan de bihêz bike, diaxivî û kar dikir û hizra xwe di nava civatgehê de belav dikir.

Jibilî wan rehendan jî, Dr. Qasimlo aliyê kite kesî û rabûn û rûniştina microvan piştguh nedêxist û li dilequtkên wî de berdewam xuya dibû û tîna ser ziman û digot ku em çi wek netewe xebatekî giran li pêşya meye û çi wek kite kes erkê rojane û kiryarên dem bi demêye me li ber çavê kamêrayên dîrokê û nifşa piştî meye ku bizanin em çi bo wan bi mîrat dihêlin.

Dema ku wî base nifşên cudaye nava şorişê de dikir, digot erkê nifşa yêkim a xebatê ewa bûye û wiha kirine, û erkê nifşa duyem wiha bû û xwe nifşa sêyem a nava şorişê dizanî û erkên nifşa sêyem bas dikirin û digot: Em dive erkê xwe bigehînine cî heta ku nifşa piştî me şehîd çinebin. Ewa dilqutke û nîgeraniyekî mezin bû cem Dr. Qasimlo yê nemir ku bexteweriya paşerojê girê dida bi riftara îroye kite kesan.

Renge geryana bi du wan riste û peyvên pirwate û diyarîkerênrêbaza jiyanê de gelek dijvar be û karekî giran bête ber çav, lêbelê di yêk ji belgên girîng de Dr. Qasimlo yê nemir rêze dilequtk û nîgeraniya xwe tomar kirine ku bi wan ve kite kesekî xebatkarê xwedî hizr û helwêst tête naskirin.

Dêmokrat ji girêdayî bûnê vêzare, Dêmokrat alîgirê azadî û dêmokrasiyê ye, Dêmokrat dijî heçî cure zilmekê ye li ser microvan, Dêmokrat alîgirê vekheviya tevave di navbera jin û mêrane, Dêmokrat mirovdoste…..

Ewane hindek ji wan xalane ne ku Dr. Qasimlo li gotara binavûdenge bi nave “Sîmaya Dêmokrat” de xistine ber bas.

Dema ku base sîmaya dêmokrat dike, di rastî de base wî mirovê xwedî helwêst dike ku li kunceke dem û cih de ser pê yê xwe rawstiya ye û barekî girane “sîzîf” asayî li ser mila ye û bi berewajiyê efsaneyan, ev mirovê xwedî îrade neînku rastî şikestê nayê, belku bi kiryarên xwe jiyanekî nû diafirîne.

Yêk ji rehendên sîmaya dêmokrat ku Dr. Qasimlo dixwaze bike olgû û cihê lêfêrbûnê, pêkhatiye ji hevsengiya azadî û wekheviyê bal mirovekê ku bi dêmokrat tête pênasekirin. Dr. Qasimlo dibêje: azadî nirx û kerametê dide mirov û hevdem dibêje: wekhevî wê kerametê diparêze û şorişvan bûna bi dijî şikana wê kerametê qurs û qahîm dike.

Ewa ku li cem Dr. Qasimloyê rêber girîng û cihê dilequtka rojaneye wî bû, ewa bû ku çi cure mirovek û di rastî de çi cure kiryarekê dike serbaşqe û evê ku dibêjin li rêbaza Qasimlo de pêngavan dihavêjin, xwediyê çi sîmayekê ne. Dêmokratbûn bal Dr. Qasimlo tenê navek û hizbekî siyasî nine, belku erkekî rojane ye ku girê dide bi erkên nîştîmanî û rabûna civatgehekî xwedî helwêst de cih digre û bi giştî sîmaya dêmokrat ev berçaviya û naverokeye ku azadî û bexteweriyê hem dike rengrêja îro û hem dike diyarî bo nifşa paşerojê.