Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

28ê Gelawêjê, fitwaya cîhad û şerekî berdewam li dijî Kurd

17:52 - 19 Tebax 2024

N. Elî Budaxî

W. Bêhzad Simko

 

Ew şerê ku komara îslamiya Îranê ji hemê waran ve digel Kurdan dike, her ji destpêka serkevtina şoreşa sala 1357 a Rojî bi leşkerkêşiya hêzên çekdar ên hikûmeta navendî li ser bingeha fitwaya ayetullah Xumêynî bo jinavbirina binav “kufir” li Kurdistanê, dest pêkir. Kufra mezin a Kurd ew bû ku bi zûkatî naveroka desthilata nû li Têhranê nas kir û amade nebû vê rêjîmê bi fermî nas bike. Kufir ew bû ku xelkê Kurdistanê ew maf û azadî û ew destkevt dixwastin ku bi dirêjahiya dîroka hevçerx li pêxema vê xebat kiribûn û çemek ji xwînê bo dabûn. Kufir rawestan li hember desthilata rêjîmeke tepeserker û “Ne”gotin bi heliyan û asmîlebûn û bindestiyê bû. Ew jî ji dîtingeha melayên cemaranê “tawana mezin” bû ku Kurd dibiya nirxa vê bide û ji vê demê ve gelê me zêdetir ji 4 dehilan e ku nirxa mafxwazî û azadîxwaziya xwe dide.

Komara îslamiya Îranê li 4 dehikên derbasbûyî de zêdetir ji 2 hezar û 200 kes li Kurdistanê de bi tawana! Dijayetî digel nizama wilayeta feqîh, êdam kirine. Li navxweyê welat, li Başûrê Kurdistanê û derveyî welat, zêdetir ji 450 kadr û pêşmerge û têkoşerên Kurd, teror kirine. 32 gundên Kurdistanê de xelk komkuj kirine û li vê komkujiyê de 280 kes ji xelkê gundan ên pîr û ciwan û jin û zarok, komkuj kirine, herwisa 41 gund bi sedema berxwedana xelkê wan ji binî ve herifandine. Li meydana şerê rasterast de jî bi sedema êrîşa hêzên çekdar ên komara îslamî û berevaniya rewa ya hêza peşmerge, nêzî 7 hezar pêşmergeyên hêzên siyasî şehîd bûne û bi hezaran kes ji xelkê medenî û bê penah ku li nav wan de jî dîsan bi sedan jin û zarok têne dîtin ku canê wan ji wan hatiye standin. Zêdetir ji 2 hezar û 500 ke sji xelkê medenî-şiwan, werzêr, zarok, kolber, kasibkar- bi sedema teqîna mînan hatane kuçtin û zêdetir ji 4 heazar kes ji bi vê sedemê birîndar an kêmendam bûne.

Ew şerê sepiyayî li Kurdistanê, li hemû meydanan û bi hemû rê û şêwazekê berdewam bûye. Kurdistan bi sedema warê ewlehî, kêmtirîn pişka bûdce bo avedanî û berhemanînê diyarî kirine û heçi av, dar, kevir û zêr û kanên sirûştî yên ser erdê û jêr erdê, talan kirine û heta çêrîngeh û daristanê vê jî agir pêxistine û şewitandine, hejarî, bêderfetî, betaliya ji ast derketî bi berhevdanîn digel deverên din ên îranê ku lêkevtên siyaseta li bê pariyê de ragirtina aboriya kurdistanê ne, li deverên sînorî yên Kurdiastanê de geşe bi diyardeya kolberiyê dane, lê li vê derê de jî hêzn çekdar ên komara îslamî bo kasibkaran kemînan datînin û didne ber gullyean û roj nîne ku çend kolberên Kurd li nav xwînê de neyêne vegewizandin.

Ew şera li bestêna kultûrî û şerê nerm de jî hem berdewam bûye û hem encamên cuda li pey hatine. Stratejiya şerê nerm a rêjîmê li dijî Kurd ev bûye ku civaka Kurdî tûşî kiriza nasnamê bike, dîroka tevgera siyasiya Kurd çewt bike û asta daxwaziyên Kurd herî kêm a xwe daxîne, derbê li pêgeh û heybeta karîzma û rêberên tevgera Kurd bide, bi girîngîdan bi seha Îrançîtiyê hizra netewî û niştimaniya kurd bêhêz bike, bi çêkirina netifaqiyê li navbera civaka Kurdistanê û Hizbên Kurdî, derbê bi bawerî û hitbara hêzên dijberî xwe bide û meydanê bi wan bide walakirin û cara dawî bi curekê bide nîşandan ku ti car tiştek a bi navê pirsa Kurd li îranê her nebûye û nîne! Lewma bo vê armancê jî îmkanat û hêza madî û miroviyeke gelek zêde amade kiriye. Lê tevî ew pîlan û pilanên hûr û gir û nerm û dijvar komara îslamî, neku ti qazanceke wiha bo rêjîmê nebûye, belku encama bervajî jî li pey xwe aniye.

Wek mînak, rêjîmê gelek cehd kir ku Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de ji nasnama netewiya xwe dûr bixe, lê her bûyer û pêngaweke girîng û dîrokî li derheq pirsa Kurd-Heta li beşên din ên Kurdistanê de- dengvedana vê li ser şeqam û çalakiyên Rojhilatê Kurdistanê de bi çavê xwe dibînin. Rêjîmê gelek cehd kir ku dîwareke mezin li navbera Kurdên Şîe û Sunnî û destexwîşkiya Mihabad û Sine û Kirmaşan û Urmiyê de çê bike, lê erdheja Kirmaşanê û ew hemaseya netewiya ji Mako heta Serpila Zehaw ve bi rê kevt, ew dîwara bi serê komara îslamî û startejîstên vê de herifand. Rêjîma Îslamî çi nema neke, daku Hizba Dêmokrat û hêzên din ên Kurdî ji berçavê xelkê bêxe, lê dema xwest encama 4 dehik ji cehd û bernamedanîn û xercên vê li mûşekbarankirina li 17ê Xermanan û payîza 1401 a Rojî ya binkeyên Hizba Dêmokrat de hilgire, mangirtina 21ê Xermanana 1397, mangirtina payîz û yên paştir ên 1401 û serhildana xelkê Kurdistanê bo xwedîderketin ji kur û keçên pêşmergên xwe û hizba xwe ya xoşewist, komara Îslamî tevizand û be’ecand.

Piştî 45 sal, 28ê Gelawêjê û roja bîranîna fitwaya Xumêynî li dijî netewa Kurd nîşanderê 2 cîhanbîniyên cuda yên Kurd û komara îslamî ye û herwisa belgeya rewatiya xebata Kurd li îranê li pêxema mafê netewî û medenî yên rewa li dijî komara Îslamî ye.