Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngeha Zagrosê li ser lêva kendalê jinavçonê de ye

14:30 - 24 Tebax 2024

Jîngeha Zagrosê li ser lêva kendalê jinavçonê de ye

 

N. Bêhzad Qadirî

W. Bêhzad Simko

 

Îsal jî wek hemû salên derbasbûyî, Bihar û havîneke karesatbar bo jîngeh û daristanên Rojhilatê Kurdistanê hebû. Hezaran Hiktar ji daristan, çêrîngeh û zewiyên xelkê li agir de hatine şewitandin, helbet li agirberdana bi zanebûn a dujminên jîngeh û axa Kurdistanê de. Rêjeya agirberdanê bi qasekî zêde bûn ku amareke hûr û serast ji qas û xisarên pêketî li ber dest nîne û heta niha jî encumenên jîngehî û çalakvanên jîngehî, mijûlê bihawarçonê bo jîngeha Kurdistanê ne û derfet peyda nekirine ku amara xisarên îsal bo hizra giştî belav bikin, helbet li wira de em dê îşare bi hinek ji wan bikin.

Îsal li hemû parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de em şahidê agirberdan bi jîngeh û xwezayê bûn. Berdewam nûçeyên agirberdan bi jîngeh û sirûşta “Selasa Bawecanî, Kirmaşan, Merîwan, Sewlawa, Bane, Pîranşar, Pawe, Îlam û …hd” hatine belavkirin û zêdetirîn agirberdan jî li Selasa Bawecanî û Merîwanê de hatine tomarkirin.

Li vê derheqê de “Encumena Keska Çiya” ya “Merîwan”ê li 10ê Gelawêjê de xişteyek li agirpêketinên bi daristanên bajarên “Merîwan û Sewlawa”yê belav kirine. Pêka vê xişteyê, li îsal ji 14ê heyva Xakelêwe heta 8ê heyva Gelawêlja îsal, 112 haletên agirpêketin li daristan, çêrîngeh û jîngeha bajarên “Merîwan û Sewlawa”yê, hatine tomarkirin. Lê hêj heta niha amareke hûr ji wan xisarên ku bi jîngeha Merîwan û Sewlawayê kevtine, li ber dest nîne.

Ji aliyeke din ve û pêka wêneyên esmanî ya satêlayta “Copernicus” a yekîtiya Ewropayê, zêdetir ji hezar û 500 hilkar ji daristan û çêrîngehên Selasa Bawecanî li agirberdana bi zanebûn li vê dawiyê, ji nav çone. Li vê derheqê de jîngehparêzan ragihandine ku bi sedema nebûna xizmetguzarî û xemsariya navendên pêwendîdar ên rêjîmê li deverê, tevî cangorîkirina jîngehparêzan û xelkê xwebexş, bi vê rêjeya zêde daristanên vê deverê şewitîne.

Li vê derheqê de “Esxer Axaz”, fermandeyê Yekeya Parastina Jîngeha Kirmaşanê, tevî îşarekirin bi zêdebûna agirberdanên li Kirmaşanê, li hevpeyvîn digel malperên ser bi rêjîmê yên navxwe gotibû: “Ji destpêka sala 1403 heta niha 20 agirpêketin bi berpaniya hezar û 900 Hiktarî qewime”. Her çiqas ku amara serast ji vê rêjeyê zêdetir e, lê hekî her pêka vê amarê be jî, li îslal de rêjeya agirberdanan li Kirmaşanê de 20 qat zêde bûye. Cihê gotinê ye ku piraniya wan agirberdanên ku li Kirmaşanê de qewimîne, li devera “Bozîn û Merexîl, Bêstûn, Qelace, Birincan û Qerawêz”ê de bûne.

Ji aliye din ve û pêka amarên navendên pêwendîdar ên rêjîma Îranê li parêzgeha Luristanê, îsal zêdetir ji 3 hezar û 100 Hiktar ji daristan, çêrîngeh û jîngeha vê parêzgehê hatine şewitandin. Lewma tê xuya ku jîngeha Zagrosê bi awayekî sîtematîk ber bi jinavçonê ve tê birin.

Herwisa li destpêka vê gotarê de min îşare pêkir, tevî ew deverên ku me navê wan anîn, îsal dehan agirberdan li deverên “Bane, Pawe û Pîranşar”ê de qewimîne, lê heta niha amareke hûr li vê derheqê de nehatiye belavkirin.

Eva ku hewceye bala me li ser be jîngehparêzên Kurdistanê û xelkê xwebexş ên Kurdiatanê ne ku li kontrolkirin û temirandina agirên li jîngeh û daristanên Kurdistanê de zêdetirîn rol hebûne. Wan li asta herî binlind a canfîdayiyê de û bi kêmtirîn xirzmetguzariyan, bê ti çawrêyiyekê, bi hawara jîngeha nîştiman ve çon. Tevî wan hemû zehmetiyan, heta ji aliyê navendên serkutker ên rêjîmê ve jî, kevtine jêr givaşan û her îsal çendîn jîngehparêz ji aliyê navendên rêjîmê ve hatine binçavkirin. Wek mînak li heyama rojên derbasbûyî de “Xelîl Perendek ê xelkê bajarê Rewanserê û endamê encumena Parêzeranê Jîngeha Çiro, Yasir Nûrî yek ji çalakvanên jîngehparêz ên bajarê Ciwanroyê, Ferîde Weysî û Hemid Sebze ji çalakvanên jîngehparêz ên encumena Jîway û xelkê bajarê Pawê, Ferzîn Moveffeqî, Emîr Nedîmî, Hisam mehdî ên mamostayên fermangeha perwerde û hînkarî û Armanc Qurbanî ku her 4 jiwan xelkê bajarê kamêranê ne û …hd”. Piştî bi dawîhatina rêûresma bi axspartina “Îsmaîl Kerîmî”, çalakvanê jîngehparêz ê xelkê bajarê Kamêranê, ji aliyê hêzên îtilaata spaha pasdaran a trorîst û bikaranîna tundûtîjiyê hatibûne binçavkirin.

Cihê baskirinê ye ku li 3ê Gelawêjê de “Îsmaîl Kerîmî”yê çalakvanê jîngeyî û fermanberê fermangeha çavkaniyên sirûştî ya bajarê Kamêranê li 1ê Gelawêjê de li dema temirandina agir de şewitî bû, canê xwe ji dest da. Her li vê derheqê de “Encumena Keska Çiya” ya Merîwanê ragihandibû: “Aliyên pêwendîdar û dezgeha dad, hewce ye ew kesên ku bûne sedema agirpêketin û şehîdkirina wî ezîzî, li kintirîn demê de bo jîngehparêzan û hizra giştî bidine nasandin û siza bikin û bi lezgînî rêkarên yasayî bo rawestan li hember talançî û çeteyên jîngehê peyda bikin”. Lê heta niha ti karek ji aliyê rêjîmê ve nehatiye kirin, bi vê sedemê ku tawanbarê bingehîn her bi xwe ne.

Lê sedema agirpêketin li daristan û jîngeha Kurdistanê çine?

Şewitîna jîngeh û daristanên Kurdistanê çendîn sedemên bingehîn hene, lê sedema here serekî, rêjîma Îranê ye. Rêjîma Îranê ji mêjve ye ku siyaseta talankirin û jinavbirina jîngeha Kurdistanê li ber xwe girtiye. Binkeyên leşkerî yên rêjîmê yên li ser sînorên destçêkiriyên Kurdistanê, agir berdidne daristan û jîngeha derdora binkeyên xwe.

Wek mînak her li îsal de bi pêka nûçeyek ku encumena “Pajîn” a bajarê Banê belav kiriye, “henhga merzî” ya rêjîma dagîrker a Îranê li sînorên destçêkirî yê “Hengejal û Birwêşkanî”yê, bo çendemîn car, hejmareke zêde ji darên berûyan birî ne û xisareke zêde bi jîngeha deverê gihandine. Herwisa yekek din ji armancên rêjîmê li agirberdan bi jîngeha Kurdistanê, mijûlkirina jîngehparêzan û civaka medeniya Kurdistanê bi wan agirpêketinan e da ku derfeta ti cure çalakiyeke din nebin.

Ji aliyek din ve, kes û derfetçiyên ser bi vê rêjîmê li kawilkirina daristanên Kurdistanê de rol hene. Wek mînak, hinek kes bo berfirehtirkirina baxçeyên xwe, daristanên derdora baxçê xwe ji nav dibin. Hinek kesên din jî mijûlê berhemanîna rijî û hinek din jî bi jinavbirina daristanan, dest bi ser wî erdê niştîman de digrin. Ew kesane bi şêwazên curbicur, pêwendî digel desthilatê hene, lewma bê tirs mijûlê kawilkariyan in.

dawî

Kawilkirina jîngeh û daristanên Kurdistanê tevî karlêkerî bi ser jîngeh û ekosîstema Kurdistanê û guherandina keşûhewayê deverê, bandor li ser rewşa hundirî ya xelkê jî daniye. Ji aliyeke din ve, bandor li ser ekotorîsm û aboriya xelkê jî daniye ku ew bi giştî, daxwaz û armanca rêjîma Îranê ye.