N. Jêhat
Gelek caran hin ji berpirsên rêjîma Îranê û yêk ji wan Elî Yûnisî wezîrê berê yê Îtlaata rêjîmê, haydarî dabûn ku dive deshilatdarên rêjîmê nîgeranê cane xwe bin, di wan salên vê dawiyê de çendîn oparasyonên serkevtiye Îsraîl û bi taybetî kuştina Îsmaîl Heniye serokê Deftera Siyasiya Hemasê li nava dilê Têhranê de, rastiya wan haydariyan bi zelalî îsbat kir ku êdî çiyê dine Têhran bot u kesî ewle nine.
Kuştina Heniye li Têhranê de û rast li roja merasima destbikarbûna serkomarê Rêjîmê “Tehlîf” ê de, ku hewce bû rêjîma Îranê ji heçî demekî dine tedbîrên ewlehî berçav bigre bo parastina ewlehiya berpirsên xwe û mîvanên xwe, Îsmaîl heniye li Têhranê tête Kuştin.
Abûr û hetik çona rêjîmê li derheq neşiyaniya ewlehî û nebûna tu zaniyariyekê rûyê rastîne vê rêjîmê derêxist û nîşanî her kes û aliyekê da ku hemî gef û gurên rêjîmê û îdiaya parastina asayêşê ji bilî pûşê ber ba û bilqên ser Avê nebûye.
Rêjîma komara Îslamî bi armanca weşartina neşiyaniya xwe û kirîna abûr û hetka xwe ya ji dest çoyî, xwast wisa bide xuya ku hinde zaniyarî hene ku dikare jêvekolînê li ser şêwaz û çeka ku di kuştina Heniye de hatî bikaranîn bike. Lê hindî zêdetir hetka xwe bir û her demjimêrekê tiştek radigehand û li dawiyê de bo her kesî Îsbat bû ku heta rêjîma vir û direvker nizane Heniye bi Dironê, yan Mûşekê, yan bombê, yan havêtina çekekê ji bînayên derdor hatiye kuştin.
Rêjîma Îranê li derheq kuştina Heniye, niha maye di navbera Nal û Bizmar de kanê gelo êrîşê bike ser Îsraîl yan ne?
Ger êrîşê bike ev êrîş çavan be ku derencamên xirabtir û xisarên mezintir bo ser rêjîmê çenebin.
Gelo hekî li hember kuştina Heniye li Têhranê de, bê deng be dê çavan li hember girûpên girêdayî bi xwe li deverê de bersivder be?
Gelo hekî êrîşê bike ser Îsraîl, bersiva Îsraîl vê care dê her wekî cara pêş de be?
Yan dîsan rêjîma Îranê bo betalkirina wan gefên xwe dê hine Mûşekan bihavêje nava welatên deverê yên bê bereva wekî Herêma Kurdistan û dê çend kesên sivîl û jin û zarokan bikuje?