Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyaset, berjewendî ya hişmendî

16:55 - 10 Tebax 2024

N. Kerîm Perwîzî

 

Siyaset li mêzekirineke rûkî de renge bi sade bê berçav û pêka hinek dîtingehan, renge aloz û tevlihev û tejî nerohnî bê xuya. Bi taybet demekê ku mirov dixwaze sînorên li navbera siyaset û warên din ên wek civaknasî yan mirovnasî yan aborinasiya civakî an reftarnasiya bi kom û …ht diyarî bike, êdî sînorên vê gelek aloz têne dîtin ku wekû quncirek û hirî lihev aliyane ku derxistin û cudakirina wan gelek bi zehmet xuya dike.

Hekî ji kûrahiya vê derkevin û bi lezgînî mêzeyekê bikin, siyaset li têgihîştina giştî de wekî warek bo praktîkkirina daxwaziyên li asta giştî de tê berçav. Bi vê wateyê ku çi takek û çi girûpek hinek daxwazî hene ku ji asta warê kesîn derbas dibe û dikeve asta giştî an li meydana hizra giştî ya siyasetê, ew alav û rêkarane ne ku bo gihîştin bi wan daxwaziyan li ber xwe têne girtin.

Pêka vê dîtingehê, siyaset bi xwe daxwazî nîne belku rêkar û alav û mikanîzm e! ji mêjve ye ku du dîtingehên cuda jî bo vê alav û rêkarê hene.

Rêkar bi xwe dibe ku pêka hewcehiya kesîn û pêka dem, guherîn bi ser de bê yan mikanîzm divê rohn be û heta astekê neguher be û her kesek bi hemen şêweazê mifaê jê verbigrin.

Ew pirsyare li hundirê xwe de du beşên dij bi hev hene, du bersivên cuda li pey xwe tîne. Yek dibêje siyayset alavek bo gihîştin bi berjewendiyan e. Li vê dîtingehê de siayset weku rêkar û mikanîzm e, dibe ku bi pêka kes û dem guherîn bi ser de bê. Bi vê wateyê ku kesek xwedî helwîst an bi wateyeke din li pey berjewendiya xwe be, dikare û ew azadî heye ku pêka hewcehiyên xwe kar bike û pêka berjewendiyên xwe, guherîn li rêkaran de bike û her demekê ku hewce bike û berjewendiya wî ya kesîn bixwaze, mifahê ji mikanîzm û rêkarên cuda werbigre.  

Bersiva Duyem jî evaye ku siyaset renge girêdayê berjewendiyê be lê ne berjewendî û daxwaziya kesîn! Li vê dîtingehê de civak û niştîman li bereya herî pêş de tê danîn û siyaset dibe hizir û lêhûrbûnek bo gihîştin bi xêr û bereketa giştî û bexteweriya hemû kesî û bexteweriya niştimanê ye. Bi vê wateyê ku siyaset vê hizrê li xwe digre ku bexteweriya xelkê û aramiya niştîman tê de tê watekirin, îca ew hizir dikare reng û tama cuda li xwe bigre ji çepa çepê dîktatorîxwaz û dijî milkê taybet ve bigre heta rasta rastê dijî azadiya kesîn û qurbanîkirina hemû kes û netewek li pêxema nasnameya netewî û regezeke diyarîkirî.

Li rastiyê de hişmendî li wir de bi wê wateyê tê ku ji çi dîtingehekê ve mêzeyê civak û paşeroj û derbasbûya vê dike û çi tiştekê bi xêr dizane ku bo vê yekê pêngavê hilde. Li wir de ye ku berjewendiyên netewî û giştî têne diyarîkirin, lê ev pêka hişmendiya xwe ye! Her ji wir ve ye ku cudahiya dîtingehên çep, rast, parêzvankar, tundajî û paşvero, berjewendiyên netewî bi awayeke cuda şirove dikin.

Kesê ku bi hizra wî siyaset ji berjewendiyê pêk tê û her kes li her demek dikare alav û rêkarên vê pêka berjewendiyên xwe biguhre, li dîrokê de qutabxaneyên zêde li paş mane û wa nîne ku ti nav û nîşanek ji wan nemabe, ji Epîkorê serdema kevnar ve bigre heta Makiyavêllî, ji vê qutabxanê ve hatine û ew bersiva wan bûye ku dem û kes li hilbijartina şêwe û alavan de azad e û li rastiyê de berjewendiya kesîn û tak, servetir hatiye diyarîkirin. Ev dîtingeha dikare hilgirê alaya çepên tundajo û herwisa hevkarê rastê faşîst be jî!

Çendîn dehik in ku li Kurdistanê de qutabxaneyek hatiye avakirin ku bi qutabxaneya “Gelawêj” hatiye navdêrkirin, çimkî li heyva Gelawêja sala 1324 a Rojî de ji aliyê Pêşewayê nemir ve, hatiye avakirin.

Li qutabxaneya Gelawêjê de ku mirovan perwerde dike û bi rêya perwerdekirina mirovan û karên bi kom dixwaze karlêkerî li ser paşeroja civakê û avakirina niştîman de bike, siyaset wata û rengek taybet heye ku zêdetir li pileya duyem a dîtingehan wate bersiva hişmendî bo rêkarên siyasî de cih digre.

Gotineke binavdeng a “Dr. Qasimlo”yê nemîr ê darêjerê qutabxaneya Gelawêjê heye ku dibêje: “mêjve ye ku em  dibêjin siyasetê exlaq çnîne, me li Kurdistan û Îranê de exlaq aniye nav siyasetê”.

Li wir de armanca “Dr. Qasimlo” ew dîtingeha rûkî ya exlaq nîne, wate exlaq li wir de ew nîne ku tak an kes dibe digel kesên derdora xwe reftara baş hebe û li axaftinê de rêzê ji kesan bigre, ew tiştên rast û destpêkî ne ku bo her mirovekê ku li civakê de dijî, hewce ne, belku ew exlaq e ku li siyasetê de ku “Dr. Qasimlo” îşare bi wan dike ku pêk tê ji pêbendî û derwestî. Bi vê wateyê ku exlaq li siyasetê de derwestî û pêbendî li hember hizrîn û dîtingeha te ye û dûrdîmenek e ku bi xelkê didî nîşandan. Hekî hûrtir mêze bikin, exlaq li siyasetê de wate wekî kes an girûpeke siyasî, dîtingeha te bo civak û bo jiyana baş a civakê ye û dûrdîmena niştimana te li ber çav digre, li rêkaran û dariştina mikanîzma vê de vê dûrdîmenê dikî bi rênîşander û li her ewraz û nişîvekê de li her mil û astengeke rêyê de dubare dordîmen û dîtinghên vê dibe rênîşander û derwest û pêbendî li hember vê xala hizrînê ye ku, xwestiye civakê ji rê derxîne.

Exlaq li siyasetê de ji vê dîtinghê ve, êdî pêbendbûn bi wan rêkarane ye ku te dariştine û bi xtircemî ve ku te daye xelkê û bi vê handanên ku daxwaziyên te bo te bi cih anîne û eger astegiyek li ser rêya te peyda bû, xwe jê neban nakî û rast û dirûst bi xelkê xwe radigehînî ku rê hemen rê ye û em li hember de derwestin lê ev lemperane li ser rêya me peyda bûne ku bi xwesta me nebûye.

Pêbendbûn bi siyasetê de bi exlaq, digel tûşbûn bi nerîtran cudaye! Nerîta siyasî û rêkarên vê renge serdemekê de bi pêka rewşê hatibe dariştin lê bi berçavgirtina guherînan li derdor û biyavên vê û li startejî û jêopolîtîkê de, dibe dubare û dubare lê bê fikirin û rêyeke nû peyda bikin lê bi derwestbûn bi binyata hizriya vê. 

Herwisa li vê dîtingehê de êdî pêbendî bi exlaqê siyasî ji vê pêk nayê ku her çi li siyasetê de dizanî û dibihîzî, bo raya giştî bas biki! Belku siyaset meydaneke dijwar a tejî dujmin e, lewma nabe li asta giştî de bas bê kirin û renge dujmin zêdetir  ji alîgirên te ji wan zaniyarane mifahê verbigre! Lê exlaq li siyasetê de wa hewce dike ku li derheq hizra dariştî û baskirî de derweat bî û îro mikanîzmekê li ber xwe negrî û sibê rêkareke dilxwaz lê li dijî hizra giştî li ber xwe bigrî.

Wek mînak nabe bas ji pêbendiya xwe bi hizir û dîtingeheke lîberal bikî û xwe bi xwediyê hizra lîberal bizanî û bixwazî ew hizir li civakê de bê birêvebirin, lê hekî kesek rexneyekê ji te bigre an bi şaş ji te fam bike! Bi bêrêzîkirinê bersiva wî bidî û daxwaza fetisandina dengê rexnegir bikî!

An wek mînak bi hizra te serweriya yasa li civakê de berjewendiya giştî dabîn dike û hizra vê yekê te hebe ku divê hemû kes li beramber yasayê de vekhev bin, lê sibê hekî kesekî nêzî te ku berjewendiya te ya kesîn dabîn dike, yasa binpê kir, binpêkirinên wî bi dilgeşî verbigrî û hewla hêcetanîn bo parastîbûn ji sizayayê bi ser wî de bidî, lê kesekî cuda ji hizra te ku renge bi sivikî yasa binpê kiribe, bi awayeke tund digel reftarê bikî ku tûşî sizaya bidarvekirinê bikî.

Bi giştî, dîtingeha berjewendîxwazî bo siyasetê, li hewla vê yekê de ye ku nanekî îro bi deyn bide li pêxema bidestveanîna kadeyekê li sibeynê! Lê dîtingeha hişmendî bo siyasetê ku qutabxaneya Gelawêjê rêrevî ji vê dike, li hewla vê yekê de ye ku niştiman avedan û tejê xêr bike û deşteke tejî genim biçîne ku sibê bo hemû kesê derfeteke dadperwerane hebe ku bibe xwediyê nan.

Qutabxaneya Gelawêjê, qutabxaneya şerefmendî û serbilindiyê ye, avakirina vê li hemû mamosta û qutabî û hogirên vê, pîroz be.