Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qirkirina Êzidiyan li Şengalê de birînek bo ser kezeba mirovatiyê

17:04 - 10 Tebax 2024

N. Nûredîn Sofîzade

 

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li dijî gelê me qirkirinek encam dan ku vîjdana mirovatiyê hejand. Di 10 saliya wê cinayeta li ser gelê me û canjidestdana Hezaran kes ji xelkê Sivîle Êzidî, em wan qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin.

 

Êzidî ew ev para ji civaka kevneşopiyên herî qedîm ên Kurdanbi Hezaran sale ku li vê herêmê de jiyane û heta îro karîne xwe li hember êrîş û pitir ji 70 caran jînosayîd û qirkirina li ser xwe, xwe parastine. Êzidî ku di dîrokê de gelek caran bi komkujiyan re rû bi rû bûne, di 3’ê Tebaxê de bi komkujiya herî hovane ya dîroka xwe re rû bi rû bûn. Di vê qirkirinê de ku DAIŞ'a hov û cinayetkar encamp da, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran Êzidî ku piraniya wan zarok û jin bûn hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin.

Dema gelê me yê Êzidî li ber çavên cîhanê ji aliyê DAIŞ'ê ve dihat qirkirin, hemû cîhanê çavên xwe danane ser hev û li hember vê cinayetê de bê deng man.

10 sal bi ser Komkujiya Şengalê de derbas bûn Rêxistina tirorîstî a DAIŞê di êrîşa bo ser  Şengalê de nêzîkî 5 hezar jin û zarokên kurdên êzdî hatibûn kuştin. 10 sal bi ser komkujiya Şengalê da derbas bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Şingalê nas kir. Rêxistina tirorîstiye DAIŞê 10 salan berî niha 03.08. 2014an de êrîşî Şengalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jin û zarokên kurdên êzdî kuştin û 200 hezar kurdên êzdî  ji Şengalê derkevtibûn û bê mal û hal û derbider bûn. Rêxistina îslama tûndrew ya bi nave Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku armanca wê ya serekî têkbirina piroseya serbixwebûna Herêma Kurdistanê û destkevtên Herêma Kurdistanê bû ji aliyê hin dewletan ve bi ser Herêma Kurdistanê de hatibû şandin. DAIŞê di 03-08- 2019an da êrîşî Şingalê kir û bi 5 hezar kurdên êzdî kuştin û revandin. Herwiha zêdetir ji 200 hezar kurdên êzdî penaber bûn û li kampên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi cî bibûn. Rêxistina terorê DAIŞê ya ku piştî dagirkirina Mûsilê û gelek deverên din ê yê Êraqê çekên giran yên Amerîkayê bi dest xistibûn êrîşên xwe li dijî Herêma Kurdistanê berfirehtir kiribûn. Bi piştevaniya hin erebên li herêmê DAIŞ ji bilî Şingalê li deverên weke Rebîa, Wankê Sinûnê,Zûmarê bi cî bibû.  Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên weke Kerkûk, Dîcle, Mexmûr û Mûsilê zêdetir ji 700 kîlometreyan şerê DAIŞê kirin. Herwiha derbeya herî giran li Daeş,ê dan.

Mixabin qedera Şengalê û xelkê wê yê Kurdên Êzidî, piştî derbasbûna 10 salan bi ser vê cinayeta hovane de, niha jî şêlû û aloze û nihajî bi sedan jin û keçên Êzidî winda ne, nihajî xelkê şengalê di navbera leyîzên aliyên siyasî her wisa derbider û penaberin, û venegeryane ser mal û jiyan û zêdê xwe, niha jî şengaê bêhna şer û barût û xwînê lê tê û kavlên vê nehatine avakirin, niha jî rojane em guhdariya nuçeya peydakirina gorên bi kome Êzidiyan dikin.

Derd û êşa Êzidiyan herwisa girane, û li ser birînê xwe de dinalîne, ev qedera bi keder gelek kêm hevxem hene, jînosayda li ser xwe hekî çi bi jan û azar dibînin, lê bê dengiya civatgeha cîhanî û welatên xwedî qawet û saziyên ku xwe parêzvanê mafê mirov dizanin, hinde dine birîna Şengalê xedatir kiriye.

Bêguman Xwişk û birayên me yên Êzidî, tenê ji ber Kurd bûnê û herwisa ji ber baver û oldariya xwe ya cuda ketine ber êrîşa qirkirina DAIŞê Komkujiya Şengalê û ew cinayetên ku tirorîstên DAIŞê 10 sal berê li hemberî xwişk û birayên me yên Êzidî encam dan, berdewamiya wan komkujî û cinayetan in ku bi dirêjiya dîrokê li dijî gelê Kurd hatine kirin.

Di salvegera kuştara Şengalê de hevxemî û êş û xem û azara xwîşk û birayên me yên êzidî em bi ser xwe de parve dikin û bê guman azara birîna Şengalê li ser cestê heçî Kurdekî welatparêz giraniyê dike û dema em nav û êş û xema girane Şengalê dibihîsin, xema me giran dibe.

Qurbaniyên Şengalê hertim li dilê me de zindîne û birîna ser dilê me hertim dikele û xema wan girane û ji bîr naçe.