Di avakirina pergala nû ya Rojhilata Navîn de cihê Kurdan çiye an wê çi be?
N. Hesen Herranî
Rojhilata navîn piştî sedsal şûn de ji nûve tê dîzaynkirin. Hêzên hakim yên sîstema cîhanî
berî 20 salan biryara vê yekê dan. Ji wê demê virve amadekarî û midexeleyên vê pêvajoya
guhertinê dest pê kir û didome.
Ev proje li ser pîrbûn, kevinbûn kêmasîyên pergala sedsal berê hatibû avakirin saz bû. Wek
rexneya tenzîma berê hate rojevê û sedem, çavkanî û problemên heyî û tên jîyîn wek
kêmasî, merezî û çewtîyên sîstema kevin hat dîtin îrdeya guherîn û nûkirina pergalê hasil
bû. Çavkanîya hemî problemên dijîn Îran, Tirkîye û hinek dewletên Ereban hatin tespîtkirin.
Lewre Îran her tim bi îxrackirina şoreşên Îslamî, Tirkîye jî bi astengbûna pêşîya mafê gelan û
kêmnetewan û parastina statukoya heyî, gelek dewletên Ereban jî wekî astenga pêşîya
çarenûsa pirsgirêka Îsraîl û Filistîn û gelek kêşeyên din hatin dîtin. Lêgerîn û tespîtên di vî
warî de ji 2000 î virve ji hêla Enstîtuya Rojhelat a Amerîkayê ve bi awayekî eşkere hatin
ziman û di vî derbarî de gelek lêkolîn jî hatin weşandin.
Nîşaneyên guherînên îro tên xwestin di lêkolînên entutîyên lêkolînê yên Amerîkayî de mirov
bi hêsanî û vekiri dikare bibîne.
Bi rastî jî li rojhelata navîn di nava pergala heyî ku sedsal berê dîsa ji hêla heman hêzên
rojava ve hatibû tanzîmkirin gelek millet, kêmnetew û çand û bawerî bi vê pergalê heya niha
têra xwe hatin eciqandin. Hîna jî zilm û zordarîya li ser vana bi awayekî herî tund û zalimane
tê berdewamkirin. Mexdûrên vê sîstema hatibû sazkirin yên herî mezin bê nîqaş û bê guman
îro heftê milyon Kurd in.
Amadekarîyên guhertina pergala rojhelata navîn ku hatibû kirin, bi midexeleya Amerîka ya
Iraqê 2003 de kete merîyetê. Kevira yekem ya guhertina pergala herêmê li Iraqê hat
kişandin. 2008-9 an de êdî me hewldanên amadekarîya guherinê ya berfireh jibo herêmê
bêhtir berbiçav dît. Ev êdî raste rast bi me didan nîşan ku wê li rojhelata navîn wê gelek tişt
biguherin.
2011 an de fitîla agirê guherînê li bakurê Afrîkayê vêket. Ev pêvajo wekî Bihara Gelan dest
pê kir.
Di qadê de jibo dîzayna nû karê jendermetîyê spartibûn Tirkan. Tirkîyê jiber jeo stretejîya wê
û jiber civaka wî ya ku bêtir nêzîkê sîstema rojava bû ew wekî modêl jibo herêmê tayîn kirin.
Tirkîyê jî ev rol jibo xwe tiştekî gelek hêja dît û bi dilsozî qebûl kir. Li gorî lihevkirina hêzên
cîhanî û Tirkîyê, peywirgirtina vê guherînê de divîya Tirkîye bi vê projeyêre sadik bimana. Lê
dema pêvajo destpêkir û şûn de Tirkîye wek firsendêr tevgerîya û xwest van derfetên hatine
ber destê wî jibo emelên xwe yên împeryalî û ketin û bicîhbûna herêmê bikar bîne. Tirkîyê ji
nava hêzên ku Amerîka jibo projeyê amadekiribû gellek grup û derdor bi xwe ve girêda û
vana jibo pêkanîna xeyal û emelên xwe ya Osmanîya nû bikar anî. Tirkîyê bi van kiryaran
dînamêt xist binê Projeya Mezin a Rojhelata Navîn. Tirkîye îxanet li vê projê û xwedîyên vê
projê kir.
Sedema îxaneta vê projê a Tirkîyê ev bû: Sedem di vê projê de hebûna Kurdan bû. Belê
sedema sereke ev bû. Lewre di projeya Mezin a Rojhelata Navîn de cihê Kurdan hebû û
divîya di encama vê projeyê de herêmên Kurdan jî wekî Başûrê welêt bibûya xwedî
statuyekî. Ev li hesabê Tirkan û Îranîyan nehat û ev sedem Tirkîyê û Îranî bi awayekî
stratejîk dianîya ba hev.
Îro motora vê guherînê Îsraîle û sazkirina vê dengê bi
Lewre tevdîlkirina vê projê ya Îsraîlê gunehê Kurdan kêm dike. Şik û guman û fikarên wan
kêm dike. Yanî êdî Kurd dikarin bê bone û bê fikar di rêza duyem de daxilê vê projeyê bibin
û doza mafê xweyê çarenûsê bidin meşandin. Kurd belkî jibo pêkanîna vê projeyê ji hêla
zanyarî, teknîkî û aborî ve ne guncavin lê di qadê de jibo hêsankirina van guherînan dikarin
gelek peywir bidin ser milê xwe.
Rojehelata navîn û Kurd di pêvajoyekî dîrokî de derbas dibin. Şensekî mezin îro hatîye ber
derîyê Kurdan. Ti zemanekî de di nava hêzên statuperest û hêzên sîstema cîhanî de ewqas
dubendî û nakokî çênebûne. Îro ne nabeyna Îran û hêzên rojavayî, ne nabeyna Tirkan û
hêzên rojavayî baş e. Îro ev herdu hêz jî di hedefa guherîna rojhelata navîndene. Ev jibo me
Kurdan firsendekî mezine. Her wiha hêzên Ereban jî li hemberî Îsraîlîyan neçarin û îmkana
ku Îsraîl derbas bikin bên li hemberî Kurdan bibin asteng nîne. Yanî di şert û zurûfên
îroyînde ti ji kîjan hêlê de li mijar û firsendên rojhelata navîn binêrî, xwedê ji Kurdan re dibêje
bimeşe ez bitere me.
Ev zagonekî xwezayîye. Di xwezayê de ev heye. Guherîn zagona xwezayê ye. Di xwezayê
de zagona guhertinê dem e. Ti tiştekî li hemberî herikîna demê nikare bisekine. Ev jibo
civakê jî wihaye. Kî li hemberî zagona xweguher bisekine difelişe.
Îro li rojhelata navîn sîstema kevin difelşe û îmkana ku êdî li pîya bête sekinandin nîne.
Şuna mirov jibo berdewamîya wê bixebite, jibo felşandin û avakirina nû bixebite wê baştir
bibe. Sîstemên kevin yên kevnar li pêşîya derketina enerjîya mirov û milletên bindest
astenge. Di vê pergala heyî de îmkana ku enerjîya Kurdan ya jibo pêşveçûnê derkeve holê
nîne. Lê ger Kurd di guherîna pergala rojhelata navîn de cihê xwe bigirin û bi sîstema hêzên
cîhanî re di nava lihevkirinê de rê bigirin wê ew enerjîya wan ya xweguher ku bi sedê salane
hatiye tepisandin derkeve holê û pêşîya nûbûnê li gelek tiştan veke. Her wiha wê şan û
şirûdê Kurdan jibo pêşengîya gelên rojhelata navîn derkeve holê. Bila gumana ti miletekî
cîhanê ji vê yekê nebe.
Jibo Kurdan ya pêwîst eve. Bila çav û guhê Kurdan li ser dijminên wan be. Lê bila guhê wan
ji wead û gotinên dijminên wan yê xapînok re girtîbe. Divê Kurd êdî ew zincîra xapînekîyê ji
stûyê xwe biqetînin bavêjin. Divê bizanibin ku her banga dijminên wan jibo çareserîyê dafik û
xefika bidestxistinêye. Bav û kalên me tim bi van bang û weadan hatine xapandin. Lê divê
em neyên xapandin.
Divê Kurd vîya baş bizanibin: Dema dijminê we bang li we kir got werin em li hev werin,
bizanibin ku him riya we rast e, him jî hun li cîyekî rast in.
Cîyê Kurdan li kêleka hêzên guherkarin. Riya wan jî riya bidestxistina mafê netewî, yekbûna
netewî û rizgarkirina axê ye. Kî îro li hemberî vê guherîna rojhelata navîn bisekine wê
bifelişe. Îro rewşa Hamasê, Hezbullahê û hêzên wekîl yên girêdayî Îranê çîye, çawane li ber
çavan e. Van hêzên wekî van hêzan di sîstema rojhelata navîn de cîyê wan nîne. Ti
luksîyetekî Kurdan nîne ku li hemberî vê pêla guherînê bisekinin. Cîyê Kurdan ne zemîne dijî
vê zemîne guherkar e.