Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

BI PERSPEKTÎFEK NETEWEYÎ Û DEMOKRATÎK ANALÎZA PARADÎGMAYA ENTEGRASYONÊ (1)

16:57 - 10 Çirriya paşîn 2025

N. Zinar Soran

 

Dinya di nav sazûman û kirîzek dijwar ya siyasî û aborî de derbas dibe. Li cîhanê nîzam û peymanên navneteweyî bêmane û bêbandor bûne. Pêvajoya avakirina mekanîzma cîhana nu li seranserê dinyayê, ji prensîp, nîzam û etîka mirovahîyê dûrketî, bêîstîqrar û bi binpêkirina mafên mirovan ve didome. Biryarên Yekitîya Neteweyan pirê caran di mijarên çareserîyan de bê wate dimînin. Dewletên emperyal û zirhêz di nav nakokî, berberî, şer, pevçûn, dabeşkirin û projeyên nû de ne. Li hinek deran rast û rast, li hinek deran jî şer û pevçûnên wesayetî têne meşandin.

Herêma Rojhilata Navîn ku weletê me Kurdistan di navenda wê de ye bûye qada nakokî, şer û pevçûnên dijwar. Li rojhilata naverast û ya nêz lîstik û planên cihêreng ku bi paradigmaya nû ya navdewletî û bi armanca nîzameke nu bi rê ve diçe; ji bo miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê hem derfetên girîng û hem jî metirsîyên mezin derxistîye holê.

 

1) Rewşa giştî ya Cihanê û “nîzamên antî kurd” yên navdewletî

Di vê sedsala dawîn de, li Cîhanê du nîzam û hevpeymanên navdewletî hatin avakirin. Nîzam û hevpeymana pêşî ”Peymana Sykes-Picotê” ye ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, di 16ê gulana 1916an de, di navbêna dewleta Îngilîstan û Fransayê de hate îmza kirin. Ev peymana bi dizî, di cotmeha 1916an de ji alîyê dewleta Rûsyayê ve jî hate qebûlkirin. Peyman lihevhatinek li ser dabeşkirina erdên Rojhilata Navîn ya dewleta Osmanî bû. Di sala 1917an de, piştî Şoreşa Oktobirê, Rûsya xwe ji vê peymanê vekişand. Troçkî kopîyayek vê peymana bi dizî, di rojnameya Îzvestiyayê de weşand û ji raya giştî ya cîhanê re eşkere kir. Ev nîzam û peymana navdewletî, di destpêka Şerê Duyem yê Cîhanê de di pratîkî de ji holê rabû.

Kurdîstan di encama siyasetên dewletên emperyalîst û kolonyalîst de, di 24ê tîrmeha 1923an de, bi ”Peymana Lozanê” bi awakî “resmî” di nav çar dewletên dagirker de weke kolonîyeke navdewletî hate perçekirin û dabeşkirin.

Di dema şerê Cîhanê yê Duyem de, di navbêna 4 û 11ê sibata 1945an de, di ”Konferansa Yaltayê” de, serokwezîrê Îngilîstanê Churchill, serokê Yekitîya Dewletên Amerîkayê Roosevelt û Sekreterê Giştî yê Komînîst Partiya Sovyetê Stalin, li ser eksena nîzama nû ya Ewropayê û ji nû ve parvekirina erdên Ewropayê li hev kirin. Mafê vetoyê ya di Yekitiya Neteweyan de, di vê Konferansê de hate qebûlkirin. Ev weke peymana navneteweyî tê pênasekirin.

Di vê pêvajoyê de li Rojhilatê Kurdistanê kês û derfetek taybetî ji bo miletê Kurd derket holê. Bi serokatîya Qazî Muhemed û bi alîkarîya Mele Mustefa Barzanî Komara Kurdistanê hate avakirin. Lê mixabin ev Komar bû qurbana lihevkirina nîzama nu ya navdewletî ku ew weke nîzama antî Kurd jî tê pênasekirin. Komara Kurdistanê ji alîyê hêzên Îranî û bi alîkarîya Ingilîzan ve hate rûxandin; Qazî Muhemed û hevalên wî li qada Çarçirayê ya Mahabadê hatin bi dar vekirin.

Di dema Şerê Yekem û Duyem yê Cîhanê û encama van herdu hevpeyman û nîzaman de, dewletên emperyal û kolonyalîst bi cetwel û rastkêşan gelek sînorên xwezayî û dîrokî guherandin; li dijî îradeya milet û xelkên wan deveran nexşeyên nû neqişandin û dewletên nû ava kirin. Herweha di vê heyamê de gelek miletên bindest jî gihaştin mafên xwe yên neteweyî û dewletên xwe ava kirin. Lê ev dewletên empeyal û zirhêz li ser dabeşkirina hinek welat û navçeyan jî li hevdû nekirin ku yek ji wan jî Kurdistan bû. Di van herdu nîzaman de, miletê Kurd ji mafên xwe yên neteweyî bê par ma.

Di serdemên herdû şerên cîhanî de, pêvajoya avakirina netewedewletan wek paradîgmayeke nu ya cîhanî bû. Teva ku gelek milet û xelkên din bûn xwedî dewlet yan jî dewletên emperyalîst li gor nîzam û lihevhatinên nû ew kirin dewlet, miletê Kurd ji desthilatdarîyek siyasî û dewletek serbixwe bêpar hate hiştin. Loma jî em van herdu nîzamên dinyê weke “nîzamên antî kurd” pênase dikin.

Nîzama Duyem ya Cîhanê ku weke serdema şerê sar jî tê binavkirin, di sala 1991ê de, bi hilweşandina Sovyetê dawî lê hat. Sovyetê çawa ku di avakirina xwe de tevn û nîzama dinyayê guherand, herweha di rûxandina xwe de jî dinya ji nîzam û heypeymanên heyî bêpar hişt. Lewra bi hilweşîna sîstema sosyalîst, pêvajoyek nu li dinyayê dest pê kir. Dewletên emperyal û zirhêz ketin nav hewldan, berberî, şer û pêvçûnên cihêreng û jinûve dîzaynkirin û dabeşkerinek dinyê. Lê heta niha jî ev pêvajo bi êş, azar û qolincên dijwar berdewam dike. Di heman demê de, di vê pêvajoyê de, gelek dewletên serbixwe hatin avakirin; hinek netewedewletan jî strukturên xwe guherandin û weke dewletên pirçandî û piretnîkî xwe reorganîze kirin.

Ev pêvajo û proseya guherîna struktur û sîyaseta dewletan hînê jî berdewam dike. Lê mixabin li Rojhilata Navîn dewletên dagîrker û statukoperest ku çar dewletên dagîrkerên Kurdistanê jî di nav de ne, struktura dewletên xwe û sîyasetên xwe yên înkar, asîmîlasyon û îmhayê neguherandin û naxwazin biguherînin.

Di vê pêvajoyê de, li Başûrê Kurdistanê miletê Kurd, bi midaxeleya Emerîka û hêzên navneteweyî, derfetek yekta bi dest xist û Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê ava kir. Di dîroka nêzîk ya Kurdistanê de, ev destkeftîya herî mezin ya miletê Kurd û kurdistanîyan e. Ev destkeftin bêgûman yek ji berhema vê proseya guherîna struktura Cîhanê bi xwe ye. Avakirina Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê derzek girîng li Peymana Lozanê xist ku li ser perçekirin û dabeşkirina miletê Kurd hatibû avakirin. Ev destkeftina mezin ya Başûrê Kurdistanê bi hevkarîya hêzên navneteweyî, hevgirtin û yekrêzîya hêzên neteweyî yên miletê Kurd pêk hat.

Hem dîroka giştî ya cîhanê û hem jî dîroka Kurdistanê nîşan daye ku miletên ji hêzên hevbeş yên neteweyî, yekitî, hevkarî û hevrêzîya neteweyî bêpar bin, dê nikaribin bi ser kevin. Bi ser bikevin jî dê nikaribin destkeftîyên xwebparêzin û geş bikin. Mixabin îro li Başûr û Rojavayê Kurdistanê miletê Kurd di pêvajoyek weha navqonaxî, xeter û metirsîdar de têdikoşin.

Miletê Kurd di vê ji vê rewşa taybetî de ku dinya û herêma me tê de derbas dibe de, ji kês û firsendên hatine ber derîyê me îstifade bike û wan ji dest nerevîne.  Îro derfeteke gelekî girîng hatîye ber derîyê Rojavayê Kurdistanê. Ji bona hêz û tevgerên Rojavayên Kurdistanî bikaribin ji vê kês û derfetê îstifade bikin; divê hevkarî û hevrêzêya nav xwe pêk binin, geştir û xurtir bikin. Divê hêzên Rojavayê Kurdistanê bêdudilî, li ser hevkarî û hevrêzîya xwe û daxwazên hevbeş yên neteweyî û demokratîk misoger bin. Parastina axa Rojavayê Kurdistanê ku mesûlîyeta bi milyonan însanan di nava xwe de dipêçe, divê nebe qurbanîya îdolojîyên totalîter û antî Kurd.

Gelek welat û navçeyên ku dewletên emperyalîst û mezin li ser dabeşkirina wan bi awakî ”misogerî” li hevdû nekirine, îro qada nakokî, berberî û şerên cihêreng in û li benda parvekirin û dabeşkirinek nû ne. Ji wan welatan û neteweyan jî yek jê miletê Kurd û Kurdistan e ku îro ji her demê bêtir di rojev û qada navneteweyî de ye.

Miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê hetanî îro ji bilî hinek destkeftîyên ku me bi kurtayî behs kir, ji hemû mafên xwe yên siyasî, neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî bêpar dijîn. Kurdistan weke welateke kolonî ya navdewletî, perçekirî û dabeşkirî maye. Divê hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurdistanê li dijî vê bêdadwerîya nîzama antî kurd rawestin; pirsgirêka miletê Kurd û Kurdistanê di rojev û qada siyasî ya navneteweyî de zindî û aktuel bihêlin. Di vî warî de bi hevrêzî û hevahangî tevbigerin. (Berdewam dike)