N. Hesen Mukerem
Lixwekirina cilên Kurdî li dibistanên Rojhilatê Kurdistanê, hertim sembola domdariya çandî û têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bûye, û gelek caran rastî sînordarkirinên avahîsaziyê û nêrînên cudakar ji hin saziyên dagîkeran an tevgerên perwerdehiyê yên sereke hatiye.
Her çend destûra bingehîn a rêjîma Îranê bi fermî bikaranîna ziman û kincên herêmî qedexe nake, û heta rayedarên herêmî an nûnerên Kurd ên di nav bi nav mecila dagîrker de carinan di nav derdorên fermî de bi cilên Kurdî xuya bûne jî, rastiya li dibistan û qada giştî cuda ye, û givaşên civakî, polîtîkayên nefermî, û nêrînek biçûkxistinê ya li hember xuyangên nasnameya etnîkî her gav rê li ber normalîzekirina bikaranîna cilên Kurdî ji bo zarok û ciwanan, nemaze keçan, girtiye.
Dayikên Kurd, parêzvanên çanda resen di nav wan de, dayikên Kurd di parastin û veguhestina cil û bergên Kurdî û çanda Kurdî de rola herî girîng dilîzin. Tevî hemû qedexeyan, gelek ji van dayikan zarokên xwe bi kincên Kurdî dişînin dibistanê da ku nîşanî wan bidin ku resenî û nasname nayê jinavbirin.
Ew li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê radiwestin û bi rêya berxwedana çandî û perwerdehî hewl didin ku zarokên xwe bi kokên wan ve girêbidin. Ev kiryar ne tenê hilbijartina veşartinê ye, lê di heman demê de gavek hişmendane ye ji bo parastina mîrata bav û kalan û rûbirûbûna vegotinên cudakar.
Ezmûnên tal û berxwedana rojane di serdemên cuda de, şermezarkirina civakî, cezayên nefermî, û nihêrînên biçûkxistinê yên dibistanan û heta hin dayîk û bab an, nemaze li bajaran, lixwekirina cilên Kurdî ji bo keç û kuran kiriye kareke dijwar û carinan jî biha.
Bo mînak, di demên berê de gelek malbatan ji ber givaşên civakî an jî tirsa ji marjînalîzekirinê qedexe dikirin ku zarokên wan cilên Kurdî biçin dibistanê. Lêbelê, her tim dayikên ku bi tolerans û hişmendiya nasnameyê li dijî rê û rêbazan derketine hebûne.
Girîngiya cilên Kurdî û peyama wê ya çandî
Cilên Kurdî ne tenê cureyeke cilê ne, lê di heman demê de semboleke kûr a rûmet, nasname û aîdiyeta bi ax û dîrokê re ye.
Ev cil û berg peyama berxwedanê li dijî polîtîkayên jêbirin û xirabkirina çandî hildigire û weke parastvanê nasnameya resen a Kurdan tê hesibandin. mînakên vê dawiyê yên xwendekaran ku cil û bergên Kurdî lixwe dikin û hin dibistanan han didin ku wê nas bikin, nîşana dînamîzm û zindîtiya vê çandê ye tevî hemû astengiyan.
Encam: Tu hikûmet an siyasetek nikare reseniya Kurdan û çanda wan ji holê rake an jî înkar bike. Jinên Kurd, bi taybetî dayîk, bi kar û perwerdeya xwe ya rojane peyamê didin nifşên pêşerojê ku nasname û resenî mîrateyek hêja ye û divê berdewam were parastin û sererastkirin, her çend bi nirxa rûbirûbûna bi sînorkirin an givaşên derveyî be jî.
Di heyama mehên derbasbûy de, rejîma Komara Îslamî ya Îranê, bi taybetî li bajarên Pîranşar û Şino, Bokan û hin bajarên din, ji ber lixwekirina cilên "zilamên Kurd" ên bi rengê xakî di dawetan de, li ser ciwanên Kurd gelek givaşên dijwar kiriye û bi dehan kes cezayên giran wergirtine.
Aliyê kêm 58 welatiyên Kurd ji bajarên Pîranşar, Şino, Mehabad û Bukanê ji ber evê ku Axabaniya Kurdî dane serê xwe yan havêtine ustiyê xwe (cil û bergên mêran ên bi rengê xakî yên kevneşopî) û beşdarbûna li merasim û dawetan de, 3 meh cezayê girtîgehê an jî cezayê pereyan ê wekhev wergirtine û bi "propagandaya li dijî rejîmê" û "sembolîzm" hatine tohmetbarkirin.
Di hin rewşan de, hêzên ewlehiyê ketine dibistanan û gef li xwendekarên ku cilên Kurdî li xwe kirine û heqaret li wan kirine. Hêzên ewlehî û dadwerî her wiha givaş li rêvebirên salonên dawetan kirine da ku lixwekirina cilên rengê xakî di merasîman de bi tevahî qedexe bikin.
Xala girîng ew e ku di nîqaşan û medyaya fermî ya televîzyonê de, berpirsên Rejîma dagîrker a Îslamî dirûşmên wekhevî û yekrengiya etnîkî didin, lê di pratîkê de, cilên Kurdî - bi taybetî rengên taybetî yên weke rengê xakî, ku weke sembola nasname û berxwedana Kurd tê nasîn - têne tepeserkirin û qedexekirin, û ew cezayên dadwerî yên giran li dijî ciwanan bi tohmetên ewlehiyê didin.
Li hember van tepeseriyan, gelê Kurdistanê bi dirûşma "Xaqî Puşan" hin şahî lidar xistin da ku peyamek zelal ji bo parastina nasname û mafê hilbijartina cil û bergan
binîşanî her derî bibin.
Ew qedexehî û çavnebariya li dijî cil û berg û çanda Kurd ya rejîma bi nav Îslamî netenê ya niha yan ya vê rejîmê ye, di serdema deshilatdariya Pehlewî Şahê rejîma berê yê Îranê jî hebû ku di sala 1307`an a Rojî de li mecilsa vê serdemê de biryara yekgirtina modela cil û bergan di yasa bingehîn a welat de dabûn da ku dibe tevahiya gelên Îranê cilên wan lixwebikin û cil û berg û çanda gelên din qedexe kir.
Lê dayîkên Kurd bi hemû zehmetî û qedexehî û sînordarkirinan ev çand û mîrat û nasnameya gel parastin û hînî zarokên xwe kirin.
Mînaka herî xûya lixwekirina cil û bergên Kurdî yên xwendekarên dibistina destpêkî ya Mowlewî ya bajarê Kirmaşanê, û dibistanên bajarên Ciwanro û Kamiyaran û yên dinê ye ku dayîkan zarokên xwe bi lixwekirina cil û bergên Kurdî şandin dibistanê.