Li Bakûrê Kurdistanê de li dema lîstoka 2 tîmên topa pê ya jijan li lîstingeha “Amed Spor” li bajarê Amedê de benêreke mezin a Şehîd “Jîna Emînî” hate bilindkirin û wêneyeke vê şehîdê li yek ji cihên vê lîstingehê de hate danîn.
Ev çalakiya sembolîk ji aliyê tîma topa pê ya jinan a Amed Sporê ve hatibû lidarxistin û berteknîşandaneke gelek berfireh li torên civakî û herwisa ragihandinên xwecihî de li pey xwe anî ku bû cihê dilxweşiya azadîxwazan û xelkê û careke din durûşma “Jin Jiyan Azadî” anî berçavê xelkê.
Ev benêra mezin a Şehîd Jînayê, li nav vê lîstingehê de hate bilindkirin û da xuya ku agirê şoreşa Jînayê her berdewam e, sînorên destkird nas nake û ji wan derbas dibe û gelê Kurd vê sembola şoreşê bi zindî radigre.