Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê 17 karmendên Saziya Netewên Yekgirtî gullebaran kirin

11:42 - 23 Çirriya paşîn 2025

Ragihandinên ser bi Hûsiyên Yemenê bi belavkirina raporan, dane zanîn ku li roja Şemî 22ê Çiriya Paşîn, dadgeha hûsiyan 17 kes bi tohmeta sîxurîkirin bo Birîtaniya, Erebistan û Amerîkayê li ber çavên xelkê gullebaran kirine.

Pêka wan raporan, dadgeha Hûsiyan bi zanebûn û bi armanca rêgirîkirin ji hevkarîkirina digel wan welatan, ev 17 kes li ber çavên xelkê gullebaran kirine

Dadgeha Husiyan îdia kiriye ku li salên 2024 û 2025ê de wan kesan sîxurî bo dezgehên ewlehî yên wan welatan ên wek Mûsadê kirine û alavên GPS û pêwendîgirtinê ji wan vergirtine û perwerdeya bikaranîna kamêrayên çavdêrîkirinê û belavkirina wan li bernameyên zindî de hebûne.

Ew karmendên xelkê Yemenê li saziyên mirovpewerane yên Saziya Netewên Yekgirtî bûne û pêka hinek rapopran 2 kes jî hatine girtin ku yek ji wan jin e û 20 sal girtîgeh bi ser wan 2 de hatiye sepandin.