Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyva derbasbûyî de 10an haletên binpêkirina mafên mirovî hatine tomarkirin

11:03 - 24 Çirriya paşîn 2025

Tora Mafên Mirovî ya Kurdistanê li derheq binpêkirina mafên mirovî li Rojhilatê Kurdistanê û binpêkirina mafên welatiyên Kurd li dever û bajarên Îranê li heyva Xezelwerê, (October û November) de raporek belav kiriye.

Pêka rapora vê navenda mafê mirovî, li heyva Xezelwera 1404 a Rojî de Kolberek hatiye kuştin, 2 kolber jî birîndar bûne û zêdetir ji 9 girtiyên Kurd hatine bidarvelkirin ku 5 ji wan li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de bi rê ve çone û hewisa sizaya bidarvekirinê bi ser 10 welatiyan de jî hatiye sepandin.

Pêka vê amarê, zêdetir ji 35 welatiyên Kurd bi tohmetên siyasî hatine binçavkirin û 3 welatî jî ji aliyê hêzên çekdar ên rêjîma Îranê ve hatine kuştin.