Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirbesta pêşniyarkirî ya Donald Trump, pêşniyara wî ya dawî nîne

11:43 - 23 Çirriya paşîn 2025

Piştî pêşniyara Donald Trump bo agirbesta li navbera Ukrayn û Rûsiyê û berteknîşandana Viladêmîr Zêlênskî bi vê agirbesta 28 xalî, Donald Trump ragihand ku ew pêşniyara agirbestê ya dawî nîne û pêşniyarên din jî bo vê yekê dê hebin.

Viladêmêr Zêlênskî li derheq pêşniyra Donald Trump ragihandubû ku neçar e li navbera dostatiya Ukraynê digel Amerîka an şerafetê yekê hilbijêre û ev amade nîne îxanetê bi gelê xwe bike.

Ofîsa Serkomariya Ukraynê ragihand ku em ji roje yekem ve li pey aştiyê de bûne û Ukrayn piştî diyarîkirina xalên bingehîn ên agirbestê, amadeyê hevkarî digel Amerîkayê li derheq mercên bernameya aşitiyê ye.