Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî êrîşa Îranê ji bo ser Îsraîlê ji her carê zêdetir xuya ye ku Îran bombeya etomê dixwaze!

19:35 - 12 Çirriya pêşîn 2024

Piştî êrîşa Îranê ji bo ser Îsraîlê ji her carê zêdetir xuya ye ku Îran bombeya etomê dixwaze!

N. Eskender Ceiferî

Piştî ku Mesûd Pizişkiyan bû serokkomarê rêjîma Îranê, hin kesan fikir dikir ku ewê ciyawaz be lê belê ya rast ev e ku ew ji serokkomarên din ên vê rêjîmê cuda nîn e û biryara wî di destên Elî Xamineyî rêberê rêjîmê de ye.

Niha jî ku destpêka gerra serokkomariya Pizişkiyan e, piştî ku Îranê êrîşî ser Îsraîlê kir, êdî ew îdia hatin derewandin ku li gor gotegotên rêjîmê Pizişkiyan ciyawaz e.

Bi vê êrîşa bi hajekên balistîk derket holê ku heke rêjîma Îranê xwediya bombeya etomî bûya, dê bi etomê êrîş bikira.

Beriya niha rêjîma Îranê careke din îdia kiribû ku ew bombeyê naxwazin û wê piştî çend heftiyên din, careke din Danûstandinên Etomî dest pê bikin. Lê pişt re hin berpirsên rêjîmê gotin ku ew rêkeftinê naxwazin.

Ev jî di demekê de ye ku di heyama desthilatdariya Îbrahîm Reyîsî û Hesen Rûhanî de wezîrên derve yên rêjîma Tehranê digotin ku êdî rêkeftina Etomî ji aliyê wan ve nakeve ber bas.

Piştî ku serokkomarê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê dewsa xwe da Joe Biden û dihat pêşbînîkirin ku dewleta Biden vegere ser gotûbêjan ji bo rêkeftina etomî bi Îranê re. Di vê navberê de Rêformxwaz heftim dibêjin rêkeftinê dixwazin lê Sipaha Pasdaran dibêje nabe rêkeftin bê kirin.

Di rastî de armanca rêjîma Tehranê berhemanîna bombeya etomî ye. Ew, demê bi kar tînin û bi meyandina Oranyoma zêdetirî 20 ji sedî, nêzîkî berhemanîna bombeyê dinbin.

Niha dewleta Biden jî dixwaze rê li ber Îrana Etomî bigire û ragihandiye ew dixwazin ji bo rêgirîkirin ji berhemanîna bombeyê ji aliyê Îranê ve her karî bikin.

Îsraîl jî bi Amerîkayê re hevnerîn e û dibêje nabe Îran bibe xwediya bombeyê.

Komara Îslamî jî bersiva berpirsên Îsraîlî û Amêrîkî dabû û gotibû: Wê cîhan wan gunehbariyên ku rayedarên Îsraîl dike, ji bîr neke. Piştî ku Donald Trump peymana etomî ya bi Îranê re bi tundî rexne kir, Rex Tillerson wezîrê Derve yê Amerîka jî xwest rêkeftina etomî ya bi Îranê re were guherandin û jinûve were nivîsandin lê ji bo razîkirina Îranê ew libenda piştgirîya hevalbendên xwe yên Ewrupî ne. Tillerson got jî ku xelên rêkeftinê têra xwe tund nîn in û rê li ber bernameya etomî ya Îranê nagirin ji ber vê jî ewê cara yekê bi Cevad Zerîf hevtayê xwe yê Îranî û wezîrên derve yên welatên ku peyman îmza kirine re, bicivin û mijarê gotûbêj bikin. Wê demê Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê ku ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorka Amerîkayê bû, li ser helwesta Amerîkayê ya di derbarê Îranê de dabû xuyakirin ku helwesta nelihevkirinê ya Donald Trump serokkomarê wê demê yê Amerîkayê ya derbarê Îranê de û rexnekirina bernameya etomî ya Îranê cihê fikarê ye.

Feranse, Berîtanya û Almanya difikirin ku eger Îrana Etomî bikeve Rojhilata Navîn, ewê pêgeha xwe ji dest bidin. Lewma jî reşnivîsa li dijî Îranê nedan Ajansa Navdewletî ya Etomê ji bo ku niyazpakiya xwe nîşan bidin û Îranê vegerînin ser maseyê. Lê bi daxuyaniyên berpirsên rêjîma Îranê, derdikeve holê ku êdî Îran rêkeftinê naxwaze.

DYA bi raportên çalakiyên etomî yên Îranê re bi baldarî riftarê dike û gotara wezareta Derve ya Amerîkayê hemû wan pirsyaran bersiv nade ku çima Amerîka di îmzekirina raportan de dudil e û sedem çi ne lê bi gotara Hesen Rûhanî zelal dibe ku dorpêçên nû yên aborî, gefê li rêkeftinê dikin. Rêkeftina etomî di roja 14ê Tîrmeha 2015an de bi tevlîbûna welatên ewropî hatibû îmzekirin û li gora wê, Îranê hin çalakiyên etomî kêm dikirin û di hember de jî dorpêçên aborî li ser Îranê dihatin kêmkirin.

Îsraîlê ji destpêkê ve ragihand ku ew, vê rêkeftinê naxwazin. Beriya niha jî berpirsên saziya Nehêlana Çekên Etomî ragihandibûn her qasî ku Îranê bi hemû wan welatan re lihev kiriye, lê çavên Ewropiyan li Amerîkayê ne. Her biryarekê ku Waşington distîne, ji wan re dibe bandor. Berîtanya hewl dide DYA razî bike ku raportên li ser çalakiyên etomî yên Îranê demlidest îmze bike lê Amêrîka li pey planeke din digere.

Ji bilî berpirsên bilind ên Îsraîlê, fermandarên wan jî didin xuyakirin ku eger rêkeftin bê kirin, Îrana Etomî, wê Rojhilata Navîn dagir bike.

Almanya, Berîtanya û Feransê ku rolele mezin di rêkeftinê de hene, dibêjin bi meyandina 20 ji sedî zêdetir a Oranyomê, êdî derfet ji bo rêjîma Tehranê çê dibe ku zêdetirî berê bo ser cîhanê bibe gef. Di beşeke din a daxuyaniyê de tekez hatiye kirin ku meyandina vê asta Oranyomê ne ji bo karûbarên pizişkiyê û ênêrjiyê ye lê belê li tevahiya cîhanê, ev asta Oranyomê tenê ji bo karûbarên çek û berhemanîna bombeyê têne bikaranîn.

Piştî ku Îranê bi hajekan êrîş kire ser Îsraîlê û ragihand ku ew êdî rêkeftina etomî naxwazin, li bendê ye dewletên Rojava karvedaneke tundtir nîşan bidin.